$Ziman(zan), pexşan û weşanxaneyên kurdî$
Yaşar Eroglu
Ji çapemeniya azad bigirin heta yên xwe serbixwe dibînin an parastvaniya terz û qalibên xwe dikin an jî derdorên wan li ser kîjan rastnivîsê li hev kiribe ji wê nayên xwarê
Ji Celadet Bedirxan vir ve kêm kesan serê xwe bo pirsgirêk û gencîneya zimanê kurdî ya giştî zimannasiyê re êşandiye. Ji vî alî ve hema bêjin feqîrî û xizaniyek heye. Lê qada zimanê kurdî ji zimannasan nayê derbaskirin. Ev tiştekî balkêş e. Lê belê di qada ku zimannas û eleqedarên ziman herî zêde serê xwe pê re diêşînin de berbelayî û tevliheviyeke giran û dramatik heye.
Di van salên dawîn de her kes bûye rêziman û rastnivîsnas ketine nav beyariya zimanê kurdî-kurmancî rast lê dixin, çep lê dizivirin. Texrîbata 18 rastnivîszanan têrê nekir, ji ber ku belaya wan li serê kurmancî anî her derdor, kes û zimanrabûyiyan zimanê kurdî kurmancî ji şorbeya dergaha Menzîlê jî derbas kir. Ji ber vê her tim destê me wê li pêsîra 18 ‘rastnivîszanan’ be. Eger temenê me têrê neke jî dîrokê û kesên di dahatuyê de ji dil û bê berjewendî bi awayekî rastiya zimannasiya gerdûnî û rastiya gerdûna zimanê kurdî-kurmancî hesabê wê ji sedembûyiyan bipirsin. Sedembûyî pozbilind in, kesî ji bilî xwe qebûl nakin, kesên ku weke me rexne dikin li naveroka rexne û gotinên wan nanêrin. Mirovên mîna wan qerase û pozbilind bêyî ku şerm bikin wiha difikirin; “Ew (yanî em) li pey meşhûrbûnê ne, dixwazin bi navê me xwe derxin pêş, weke pêpelik bi kar bînin.” Ev fikra reben û belengaz di serê her yekî ji wan de derbas dibe. Ew çiqas zimanzan in, çiqas zane ne, biryara wê jî bixwe didin, ango xwe distrên xwe dixwin.
Lê bi rastî nizanin ku ji dubarekirina Celadet Bedirxan mîlimekî jî derbas nebûne lê weke kopî û plaqeyeke xirabûyî wî tehrîf dikin. Cahiltî û nezaniya wan ev e ku ji qefesa teng a rêziman û rastnivîsê dernakevin, xwe nû nakin, di wê qefesê de dizivirin ha dizivirin. Ji ber ku nan û ava xwe di wir de dibînin, bi rastî jî zimanê kurdî ne xema wan e.
Xetereyeke çawa li ber zimanê kurdî heye karwanên ker jî bihîstine, dizanin. Ez ji wê derbas dibim. Piştî wê pirsgirêka dahatuya ziman eleqeder dike ya esas jî ji aloziya xilaskirina nivîsa kurdî ye. Di navbera deh salên dawîn de tevlihevî û kaoseke bi zanetî yan ne bi zanetî ne xem e, hatiye spartin zimanê kurdî. Em vê texrîbatê di pirtûk, tekst, ragihandin, weşan û çapemeniya kurdî de gelek beloq dibînin.
Ez ê çend mînakên ez bixwe rast hatime, rast têm bidim. Em weke komeke xwendinê her meh romanekê dixwînin û dinirxînin, zimanê hin romanan nivî nivî ne tê de, zimanên wan bi giştî tam karesat e. Ez bixwe êdî şerm dikim gelek caran şaşiyên wan bînim ziman, ew qas pir in; ji aliyê mantiqê ziman ve, ji aliyê hevoksaziyê ve, ji aliyê rastnivîsê ve, rêziman û gelekên din ve. Ev sûcê nivîskar nîn e, dibe ku nivîskar ji aliyê ziman ve kêm be lê peywira weşanxaneyê ew e ku vê kêmasiyê bîne radeya herî kêm, pêkan be bêkêmasî bike. Lê weşanxane pexşanê didin edîtoran, edîtor lê nanêrin bi wî awayî dişînin çapê. Xema weşanxaneyan qalîteya nivîsan nîn e. Xem, xilaskirina barê aboriyê ye. Li aliyê din jî ez ê rastnivîsa kîjan derdorê bişopînim, ev û xemên mîna van bêberpirsiyarîtiyê derdikevin pêş. Carinan kêmasiya nivîskarên romanan tê rexnekirin hin nivîskar cihê ku ders jê derxin dikevin nav parastinê, dibêjin, “Zimanê min ê kurdî karê te rezîl bike li vir heta cihê tu lê yî.” û xwe davêjine nav heriyê. Asta pexşana kurdî ev e.
Ji çapemeniya azad bigirin heta yên xwe serbixwe dibînin û heta yên xwe alîgirên derdoreke din dibînin; an parastvaniya terz û qalibên xwe dikin an jî derdorên wan li ser kîjan rastnivîsê li hev kiribe ji wê nayên xwarê û di nav aloziyekê de avjenî dikin. Bila kes qusûrê nenêre xema kesekî ji wan derdorên navborî ziman nîn e, çi çapemeniya azad, çi yên din. Ew tenê îstiqameta xwe dinêrin. Bila nûçe bigihîje, ziman çi dibe bila bibe, gor bavê Kêto. Bila ‘rêya’, ‘pêya’ wan xira nebe, bila ya gundê wan, mala bavê wan pêk bê bila ziman li ber çavên wan zeî û ziyan bibe ne xem e. Ev derdor guhê xwe ji pêşniyar, rexne û nûbûnê re digirin. Bila bi germixin, bila genî bibin lê bila xwe neguherînin. Bila qalibên wan (ku bi giranî ji tirkî ne) ne guherin, bila dev ji hînbûnên xwe bernedin lê bila keştiya kurdî avê hilde û noq be ne xem e.
Kêm an zêde li ser ziman beriya çend salan lihevkirinek hebû. Ji nişkê ve hinek derdoran ji esmanên îlahî wehî anîn xwarê, rastnivîs, rêziman û pexşanên eletewş mîna garisên teqyayî ketin qada ziman. Ên saf û dildarên ziman ku haya wan ji keda Celadet Bedirxan tune bû got, “Ya ev mirov zimanzan in, ava ziman a zelal vexwarine, ew li ku şaşitî li ku!” Tu car şujî nehate bîra wan.
Çawa ku di qada siyasî, civakî û rêxistinî de yekbûnek nîn e, di van salên derbasbûyî de di qada ziman de jî belavbûnek pêk hat. Her kes û derdorê xwe weke otorîte îlan kiriye, ji bilî xwe kesekî nas nake, xwe mîna mîrektî diyar kiriye û li ser vê mîrektiye jî ala xwe daliqandiye. Ji vê yekê xirabtir kîjan bela dikare bê serê zimanê kurdî!?
Sedema vê tevliheviyê ew e ku yên jinişkêve wehî anîn, xwestin Celadet Bedirxan ji tedawulê rakin, kopiya Celadet Bedirxan a nizanim çendan weke sifirê ku di ava zêr de şûştî ajotin piyaseyê û sîwana wan e. Bi min ew bazirganê simyager ên negihiştine mebesta xwe ne. Her kesî piştî wehiya wan xwe serbest dît a xwe pêştir a kesekî qebûl neke. Feraset guherî, “Bila ya min be, bila ala min li ser be, bila teng be, bila piçûk be.” Em ê ji wan re bêjin oxir be lê tu nagihîjî tu serkeftinê, tu vê qûşê jî naçî Mûşê, bila haya te jê hebe. Ya rast ev e; bila ya me be, bila rast be, bila berfreh û bi giştî be.
Ez ê dawiya dawî vê bêjim. Werin ser lihevkirineke giştî, werin li ser lihevkirineke hevpar. Bila meşhûrbûn, bila ala mîrektiyê tenê ya we be lê bi berpirsiyariyê nivîs û pexşana kurdî-kurmancî ji aloziya îro dijî xilas bibe. Tu ji kê dipirsî dibêjin serê me jî tev li hev e, em nizanin em ê bi ya kê bikin. Ev gunehekî mezin e, kes nikare ji bin vî barî derkeve. Werin berî şeytanê xwe bidin. Eger hûn bi ya xwe israr bikin dev ji zimanzanî, quretî û pozbilindiyê berdin, xwe ji qada ziman vekişînin. Ew der cihê we nîn e. Bila yên heq dikin, layiqî metoda zanistê ne, xwe û kesayeta xwe nafikirin werin dest bavêjin vê qadê. Îleh, bîleh hatina kesî jî îcap nake. Tenê hûn dev ji israra xwe berdin, bila qada ziman ji we xilas be, bes e. Hûn ê bibînin ku zimanê nivîsê wê ji birîna we vekiriye çawa xilas dibe.
De kerem bikin, werin ser heqiyê.
[1]