Nav: Elî
Nasnav: Elî Teter Nêrweyî
Navê Bav: Teter Tewfîq Mihemed Emîn
Dîroka jidayîkbûnê: #15-11-1968#
Cihê jidayîkbûnê: Nêrwe, Rêkan, Amêdî, Başûrê Kurdistanê
$Jîname:$
Elî Teter Tewfîq Mihemed Emîn (jdb. 15ê çiriya pêşîn 1968 li Nêrwe, Rêkan, Amêdî, Başûrê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye. Ji meha hezîranê ve parêzgarê Dihokê ye.
$Jiyana berî û perwerde$
Teter di malbateke siyasî de hatiye dinyayê û di salên 1970î de tevî malbata xwe di zaroktiya xwe de sirgûnê Îranê bûye. Di sala 1989an de tevlî hêzên rizgariya Kurdistanê dibe û demekê ji aliyê hêzên Îraqî ve tê girtin.Teter bekeloriyos li koleja hunerî - beşa dîrok li Zanîngeha Dihokê wergirtiye û bawernameya masterê di beşa dîroka nû û hevdem de qedandiye û di sala 2008 de doktoraya xwe wergirtiye.
Di sala 2012an de li Zanîngeha Dihokê bû doçent û di sala 2018an de bi pileya tam a profesoriyê hat bilindkirin. Her wiha endamê Lijneya Rêvebir a Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ye.
$Kariyera pîşeyî$
Di navbera salên 2002 û 2011an de Rêveberê Giştî yê Nihênîkariya Parêzgeha Dihokê bû û di nava PDKê de çendîn wezîfeyên xwe girtibû û di sala 2020ê de ji aliyê serokwezîr Mesrûr Barzanî ve weke parêzgarê Dihokê hat destnîşankirin.
[1]