Nav: Mûstafa Borak
Dîroka jidayîkbûnê: 1956
Cihê jidayîkbûnê: Îdir
=KTML_Bold=Jîname: Mûstafa Borak kî ye?=KTML_End=
Di sala 1956’an de li navçeya Qulpê ya Îdirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li navçeya Qulpê qedandiye. 4 salan li navçeya Mîdyad a Mêrdînê mamostetiya polê kiriye. Piştî ku di sala 1975’an de li Ordûyê dibistana perwerdeyê ya mamosteyan qedand û li Qersê mamostetî dikir dema darbeya Kenan Evren a 12’ê Îlonê hat girtin. Nêzî salekê li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê ma, bi hinceta ku hate girtin 16 salan ji wezîfeyê hate girtin. Piştî ku doz di sala 1997’an de hat betalkirin di sala 1997’an de vegeriya mamostetiyê.
Di sala 1988’an ji ber zextên siyasî neçar ma bê Îzmîrê û li vir xebatên xwe yên çand û hunerê dewam kir. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê di avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de cih girt. Di vê pêvajoyê de bi taybet li ser perwerdeya zarok û ciwanan xebatên xwe meşandin. Di encama xebatên xwe de di navbera salên 1996-1998’an de di bin navê NÇM’ê de dibistaneke çand û hunerê ya xweser ku perwerdeya kurdî dida ava kir. Di sala 2005’an de beşdarî xebatên damezrandina Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bû. Herî dawî ji sala 2008’an heta 2016’an de di damezrandina Komeleya Pêşvebirin û Lêkolînê ya #Zimanê Kurdî# (KURDÎ-DER) de cih girt û serokatiya wê kir. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê xebatên xwe li mala xwe ya li Îzmîrê didomîne.
=KTML_Bold=Berhemên Boran=KTML_End=
Nivîsên Borak di gelek kovar, rojname û malperan de hatine weşandin û 10 pirtûkên wî jî ji bo pêşvebirina zimanê kurdî hatine çapkirin. Navê pirtûkên Borak ên hatine weşandin wiha ne: Gotinên Pêşiyên Kurda, Weşanên Berfîn, Stenbol 1996, Ferhenga Biwêjan, Enstutiya Kurdî Ya Stenbol, Stenbol 2005, Gevez, Weşanxaneya Aram, Amed 2017, Çîrokên Biwêjan, Cilda I Weşanên J&J Enqere 2018, Çîrokên Biwêjan, Cilda II Weşanên J&J Enqere, Gelawêj 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda III Weşanên J&J Enqere, Berfanbar 2019, Çîrokên Biwêjan, Cilda IV Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan, Cilda V Weşanên J&J Enqere 2020, Çîrokên Biwêjan Cilda VI Weşanên J&J Enqere 2020, Destpêka Dersa Kurdî Weşanxaneya Na Îzmîr 2023.
[1]