=KTML_Bold=Danesîna gundê Xan Mamedê=KTML_End=
Ew gund dikeve başûrê bajarê #Kobanî# , hemû xelkên wê ji yek ji eşîrên kurdan (Şêx Heyderî) ne û ev gund xwediyê şaristaniyeke gelek kevn e, ji ber ku dîroka wan vedigere berî zayînê, ango dema dînê îslamê derketiye gor, şikeft û çekên kevnar ên ku mirov çêkiriye û çar gor jî hene, ew inkizyaret (xanmamed) (şêx mihemed)Ji sehabeyên pêxemberan di efsaneyê de tê gotin ku her du gorên mezin ji hezar salî zêdetir in.Ya mezin jê re dibêjin Xan Mamed, ji ber vê yekê gund bi vî navî hatiye binavkirin.Ev gund bi pirrbûna xwe tê naskirin. çandinî û sewalkarî û ji çar aliyê herêmê mirov tên li ser goran dua dikin.
Her wiha xelkên vî gundi debara xwe li ser sewaldarî û çandiniyê dikin. Di ware pastina ziman, çand û kevneşopiyan vî gundî de xwedî gencîneyeke bi xêr û bêr e. Heta roja îro jî mirov vê dîmena çandî û kevneşopî tê de dibîne. Dema ku mirov di nava gund de digere, rastî gelek tiştên dîrokî û çandî yên mîna Conî, Destar, Tev, Cil û ber û hwd tên. Ev yek wateyeke wiha dide nîşanda ku hîna gelek gundên kobanî li ser binyad, rengî û dirûvên xwe yên xwemalî mane.
Ev gund di ware lawirvaniyê û çandiniyên mîna gelek gundên din ên kurdan gelek dewlemend e, bêhtirî xwe ceh, genim, nîsk, nok û hwd tê de tê çandin.
Çandiniya daran ji nîvê salên şêstî yên sedsala borî ve heye, bi taybetî dara biharê û ji ber sedemên avhewayê ew dar zuha bûne (wêne)
Piraniya xelkê bi sedema hebûna mêrgên xwezayî bi xwedîkirina sewalan bi taybetî (pez) ve girêdayî ne, lewra em ji bo her malbatekê keriyek sewalan dibînin û xwedîkirina sewalan piştî çandiniyê duyemîn dahatê tê hesibandin
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.
Mihemedê dêlo, Eloyê mamê.
[1][2]