=KTML_Bold=GURBET AYDIN: XWEDÎ NAV Û DENG E=KTML_End=
=KTML_Underline=Dilzar Dîlok=KTML_End=
Di kurdiya me ya xweşik de ji avakirinên zîhnî re navdanînên ku tên danîn her gotinek di civaka Mezopotamyayê de bi serê xwe tiştekê aşkera dike. Kurd ji kesên navdar re pênaseya “Xwedî nav û deng e” dike. Ji bo nav û dengî bê gotin jî, bi yek alî wekî navê wergerî û tê wateya dengê wê. Wekî ku dengê wê bihistiye tê gotin. Heke dengê kesekî hatibe bihistin, wekî rêbazeke ku navê wê bihistibe tê qebûlkirin. Kesên ku nav û dengên xwe dabin diyarkirin li ser wan stran tên gotin. Li ser hinekan zêwar tên kirin, ji hinekan re lorîn tên kirin, li pey hin kesan destan tên rêzkirin, ji hin kesan re destan jî têr nayên dîtin. Navên hin kesan li kaniyan tên kirin, yên hin kesan jî li çiyayên ku ber bi esmanan ve bilind bûne tên kirin. Xwediyên deng û navan, ji hin wateyên nû re dibin nav û deng. Û di vê wateyê de herikîna wan berdewam dike û diçe.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye xwedî nav û deng, ji hezaran egîdan re bûye mekan û dem. Ji van yekan jî rêhevala Mizgîn e. Li ser wê stran hatine gotin, destan hatine nivîsandin; Gurbet Aydin jineke qehreman a Kurd e. Ez di 22’emîn salvegera şehadeta wê ya di 11’ê Gulanê de, di şexsê wê de ji hemû jinên ku ew xweşikahiya dengê xwe gihandine welatê me bi hurmet û hezkirin bibîrtînim. Ez di wê baweriyê de me her kesên ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê naskiri ne, divê rêhevala Mizgîn jî nas bikin. Ew bi xwe bi dengê xwe ji azadiyê re bûye mizgînî. Wekî navê xwe bûye Mizgîn. Rêhevala Mizgîn di destpêka Têkoşîna Azadiya Jinê de cihê xwe girtiye û ji Êlihê ye û li wir mezin bûye. Di sala 1982’yan de Têkoşîna Azadiyê naskiriye, bi awayekî sempatî nêzîk bûye û ji Rêberên têkoşîna me rêheval Mazlum Dogan re peyakî (kurye) kiriye û tevli xebatan bûye. Rêhevala Mizgîn a ku bi hêstên welatparêzî û hezkirina axa xwe tevli xebatan bûye, di dema xebatên xwe de deşifre dibe û li ser vê derbasî Lubnan’ê dibe. Dema li Akademiya Mahsum Korkmaz perwerdeya leşkerî dibîne li wir birîndar dibe û demeke kurt tê dermankirin. Piştî demekî li gel Rêbertiyê dimîne, ji ber ku emrê wê piçûk e wê naşînin welat, dişinin Ewrûpayê û di xebat û avakirina Koma Berxwedan de rêxistinkirinê bi pêşdixe. Li Ewrûpayê li gel xebatên eniyê, xebatên çand û hunerê jî dide meşandin. Di avakirina Hunerkomê de ked daye, bi herikîna awarte ya di dilê jinekê de tevli xebatên hunerî bûye, di her hêlî de ked daye. Rêhevala Mizgîn bi deng, gotin, çalakî û sekna xwe ve li dehan ciwanan bandor kiriye û tevli têkoşînê bûne, zêmarên dilşewat ên Kurdî, bi dengê xwe yê bi şewat daye guhdarkirin û bûye zimanê Têkoşîna Azadiyê. Nasnameya hunera şoreşgerî û kesayeta wê di xwe da daye temsîlkirin.
Ji ber ku dengê wê gelekî xweş e û bi bandor e, di xebatên hunerî de cihgirtina wê erênî hatiye dîtin. Ew dilê ku ji wê deng û awaza xweş re bûye çavkanî, wê hêj ji wateyên mezin re bibe çavkanî û wê xwe di dîrokê de bide nivîsandin. Û ev rastî hêj di wê demê de li Ewrûpayê di xebatan de xwe daye nîşan. Ji ber ku taybetmendiya rêhevala Mizgîn a herî şênber, girêdana wê ya bi Rêbertiyê re û sekna wê ya li dijî tasfiyekaran e. Ev taybetmendiyek e, di vê sekna xwe de her dem bi awayekî hişyar tevdigere û rêhevala Mizgîn vî rengê xwe wekî taybetmendiyekî dixe pratîkê û navê xwe di dîroka partiyê de dide nivîsandin. Rêhevala Mizgîn di sala 1988’an de dîsa vedigere akademiye û di Kongreya PKK’ê ya 3’emîn de wekî beşdarvan cihê xwe digire. Demekî li Rojava di xebatên girseyî de cih digire û di xebatên vir de tê naskirin. Û ezmûnên xwe yên demên berê yên di xebatên girseyî de bi xebatên li vir re digihîne hev û bi biryareke xurt a têkoşînê re dîsa berê xwe dide çiyayan.
Peywîra wê ya di rêwitiya wê ya yekemîn de, kordînatoriya herêma Mêrdînê ye. Rêhevala Mizgîn hişmendiya wê ya pratîkî bi hêz, axaftinên wê bi bandor, sekna wê ya di jiyanê de mînak e. Hem hunermend û hem jî fermandara leşkerî ye. Weke fermandareke yekemîn a eyaletê, bi cidiyeta wê berpirsyariyê, xwe tevli xebatan dike, peywîrên ku girtiye ser milên xwe li ser navê jinan û li ser navê tevgera jinan girtiye û li ser vê hişmendiyê tevlibûn pêk aniye. Bi şehadetên rêhevalên ku fermandariya eyaletan dikirin re, hin zehmetî kişandine. Di sala 1990’î de wekî berpirsyara Mêrdînê tevli Kongreya 4’emîn a PKK’ê dibe. Di vê kongreyê de pratîka herêma Mêrdînê tê rexnekirin, di vê çarçoveyê de rexnedayîneke berfireh dide û di dawiya kongreyê de di sala 1991’î de wekî berpirsyara Eyaleta Garzanê tê peywîrdarkirin.
Rêhevala Mizgîn di hemû xebatan de ya herî aktîf û ya herî ku zêde kar dike, di ferqa potansiyela wê hêza di jinê de û di ferqa wê statuya paşverû ya di civakê de, dîsa rêhevaleke di wê ferqa jin de dikare di her hêlê de rola xwe bilîze de ye. Wekî girêdaneke ji bo bîranîna rêheval Mizgîn, navê wê li yekemîn yekîneyeke Botanê hatiye kirin. Rêhevala Mizgîn a ku xwedî sekneke dilnizm û bi bandor e, di destpêkê de berçavkê bikartîne, lê piştî demekî şûnde berçavkê jî bikarnayîne. Ji ber ku ji derveyî canê xwe, ruh û hişmendiya xwe ti tiştî nas nake. Ji ber ku êdî çavên dil û mêjiyê wê hêj xweştir dibînin. Ji ber ku êdî di şibekeya azadiyê de li her derî mêze dike.
Di sala 1992’yan de, bi armanca şopandina xebatên eniyê derbasî Tetwanê dibe. Mala ku ew diçê, serde tê girtin. Îxbar hatiye kirin û mal hatiye dorpêçkirin. Rêhevala Mizgîn heta guleya xwe ya dawî şer dike û bi awayekî qehremanî şehîd dikeve û di Têkoşîna Azadiya #Jina Kurdistanê# de cihê xwe yê rûmete digire. Dengê Mizgînê îro li çiya, di stranan û di sirûdan de tê guhdarkirin. Dengê Mizgînê di qêrîna her jinekê de, di guleya her evîndarekî azadiyê de olan dide.
Em di her dengekî azadiyê de dengê Mizgînê dibihîsin.
Em dengê xwe, tevli dengê Mizgîna xwe ya nav û deng dikin.
Û em ber bi wateyên ku stranên azadiyê diafirînin ve dibezînin.[1]