=KTML_Bold=Hunermenda wek ‘’Şahbanûya bê taç‘’ hat pênase kirin: Eyşê Şan=KTML_End=
Şadî
Her hunermendeke Kurd di nava hunera xwe de hem êşên xwe, hem jî êşên netewa xwe ji kûrahiya dilê xwe anîne ziman û strane.
Kurdshop – Li Kurdistanê huner yek ji mijarên herî sereke û herî girînge, ku di nava çanda Kurdan de xwedî cihekî taybet û herwaha bi nirxe. Ji ber ku Kurdan, bi huner, helbest, dengbêjî û çîrokên xwe serpêhatiyên xwe anîne ziman.
Her hunermendeke Kurd di nava hunera xwe de hem êşên xwe, hem jî êşên netewa xwe ji kûrahiya dilê xwe anîne ziman û strane.
Bêguman di serpêhatiya her hunermedekî/ê Kurd de êş û keder û zehmetiyên ku di dirêjahiya jiyana xwe de dîtine hene. Ya ji wê girîngtir jî tevî van hemî zehmetiyan, xizmeteke pir bi nirx jî ji bo netewa xwe kirine û dikin.
Yek ji van hunermendan, hunermend #Eyşeşan# ku weke hunermendeke jin a Kurd xwedî li hunera Kurdî derket û tevî hemî zehmetiyan dev ji hunera xwe berneda.
Eyşê Şan meha mijdarê di sala 1938’an li bajarê Amed (Diyarbekir) a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Eyşê Şan wê demê weke Eyşana Eli, Eyşana Osman, Eyşan xan, Eyşana kurd, û Eyşê Şan hatiye naskirin. Dayîk û bavê Eyşê şan herdu jî, ji Malbatên mezin û naskirî ne.
Hunermed Eyşê Şana Kurd, jiyana xwe li bajarên Dîlok a Bakurê Kurdistan, Stenbol, Îzmîrê, Almanya û li paytexta Iraqê Bexdayê derbas kiriye. Eyşê Şan ji ber nerazîbûna malbatê ku hemû malbata wê ji bilî dayika wê li dijî eleqeya wê ya ji bo muzîkê bû, piştî wefata xwe, tevî wesiyeta xwe jî, piştî ku diçe ser dilovaniya xwe jî, nekarî vegere bajarê xwe yê ku lê ji dayîk bûye. Ango cenazeyê wê jî neanîne bajarê wê. Eyşê Şanê li Almanya zarokek xwe ji dest daye û piştre 3 zarokên wê yên din çêbûne.
Eyşê Şan ji ber sedema dij derketin û zêxta malbatê ya li hember hunera wê, ji Amedê berê xwe dide bajarê Dîlokê. Wê demê ji ber ku stranên kurdî qedexe bûne, di radyoyê de stranên tirkî dibêje. Ji ber rewşa xirab ya madî, sala 1963’ê koçî bajarê Stenbolê dike û li wir bi zimanê kurdî û tirkî konseran pêk tîne. Cara destpêkê bi strana xwe ya ‘’Ez Xezalim’’ bi navbang dibe, piştî wê kaseta xwe ya bi zimanê kurdî û tirkî tomar dike û wê demê di mûzîkê de bi navê ‘’Keybanû an jî Şahbanûya bê taç tê’’ naskirin. Lê belê dema ku tê nas kirin, zext li ser zêde dibin û Tirkiyê bi cîh dihêle û diçe Almanyayê. Lê mixabin li wir jî keça xwe Şehnaz ya 18 mehî ji dest dide.
Piştî demekî 3 zarokên din yên wê hunermenda deng xweş çê dibin, vê carê Eyşê Şan, weke dayîkekî vedigere Stenbolê. Careke din ji ber zextên malbata xwe û her wiha stranên ku dibêje, rastî gefxwarinê tê û di sala 1979 'an de diçe Bexdayê û di Radyoya Dengê Bexdayê de bi navê Eyşana Elî dest bi stran gotinê dike. Wê demê li Bexda, Mûsil, Hewlêr û Duhokê konseran dide.
Eyşê Şan hemû êşên ku di jiyana xwe de kişandiye, di nava stranên xwede tîne ziman û ew zehmetiyên ku di jiyana xwede jê re şahidî kiriye, hemûyan bi stranên xwe dide guhdar kirin. Lê mixabin penceşêr li êş û kederên jiyana Eyşê şanê zêde dibe.
Ji ber ku wê demê kesûkarên Eyşê şanê nahêlin ku ew ne dayka xwe bibine, ne jî piştî mirina wê biçe ser gora wê, ev di jiyana Eyşê Şanê de weke kuleke kûr dimîne û bi wê sedemê jî strana ‘’Dayê’’ tomar dike û dibe efsane.
Hunermenda zehmetkêş û deng xweş 18 kanûna sala 1996’an li bajarê Îzmîrê ji ber sedema penceşêrê çû ser dilovaniya xwe. Tevî ku wesiyet kiribû ku li bajarê xwe yê ku lê ji dayîk bibû were veşartin jî lê ev wesiyeta wê nehate cîh.
Çend stranên hunermeda Kurd Eyşê Şan yên herî zêde tên nas kirin:
Ez Xezalim
Qederê
Hey wax dayê
Lêlê bêmal
Lorkê lorkê[1]