=KTML_Bold=Strana Zembîlfiroş û pêgeha cuda ya jina kurd=KTML_End=
Ala Bokan
Deqa strana “#Zembîlfiroş# ” ku hunermendê mezin ê kurd Şivan Perwer gotiye, wek nivîseke xweş, xwedî taybetmendiyekê ye ku ji deqa operayê nêzîk dike. Çawa ku di operayê de, kesayetî bi hev re şanoyekê digel muzîkê bi rê ve dibin, di vê deqê de jî du kesên biwêj ên di nav deqê de şanoyeke ecêb pêk tînin ku xêncî wê jî, tê de gelek xalên girîng hene ku dikarin ji me re gelek tiştên li ser civaka kurdî û awayê bîr û baweriyên xelkê kurd li hember kesayetiya jin, bedewî, paqijî, dirustî û malbatî nîşan bidin.
Ger em ji wateya “jin”ê re dest pê bikin, em dikarin heta astek zêde wateya femînîzma egzîstansiyalê di vê stranê de bibînin. Feylesofê navdar ê sedsala 20an Sîmon Dobuwar di pirtûka xwe ya “Regeza Duyem” de dibêje ku mirov di wateya egzîstansiyalê de azad e ku çarenivîsa xwe bi xwe hildibijêre û rû ji geşekirinê dike û kes çarenivîsa wê nanivîse û maf nîne ji bo wê diyarî bike ku erkê wê di civakê de divê çi be û nabe çi be. Ji ber ku jin jî mîna mêr ji regeza mirov e, Dobuwar digihe wê armancê ku jin jî mîna mêr, xwedan têgeheke geşebûnê ye û em nikarin bêjin ku watayeke kevneperest an girtî û stewr e.
Di pêwendî digel deqa strana “Zembîlfiroş” de, em rêka wê yekê di civaka kurdî de dibînin. Em dikarin di wê stranê de bibînin ku estiryotapiya kevn a wê “her tim mêr divê ew kes be ku beşa çalak a pêwendiya evîndarî û jin tenê aliyê çalka pêwendiyê be” û nekare ew kes be ku bikerê bûyerê yan destpêkeke evîndarî be, di stranê de pir bi hêsanî vê de dibe û em dibînin ku keçik bi wêrekî û bêyî vê ku seh bi şermkirinê bike, ku bi behsa hest, bîr û bawerî û heta bedewiya rûmet û laş û bedewiya jinya xwe dike, û desthilata xwe ya aborî û şiyana xwe ya hestyarî (bideme te guliyê herîre) bi kar dixe û di dawiya beşê de, ew bi berdewamî dubare dike ku “ez evîndar im” û ewa jî nîşanderê wê yekê ye ku hewl dide rêz ji evîna xwe bigire.
Herwisa xaleke gelek girîngtir ku em derbarê awayê behsa hezkirinê ji aliyê jinê ve di wê stranê de dibînin, tiştek bi navê (polot twist) e. Wek mînak, di wêjeya gelêrî ya rojavayî û rojhilatî de, em gelek çîrokan dibînin ku tekûziya “sîndirlayî” tê de zal e.
Bi wê wateyê ku çi di folklora rojavayî de em “sîndirlayek” dibînin ku bi sedema evînê û di dawiyê de bi zewacê dikare şert û mercên baş ên civakî û aborî bi dest bixe, û çi jî di folklora rojhilatî de wekî “Denke Henare” ku çîrokeke folklorî ya kurdî ye, em dikarin heman tiştî bibînin ku jin tenê bi zewacê dikare şert û mercên baş ên civakî û aborî bi dest bixe. Ku wisa ye, ew şêwe folklora ku tê de yek wate ye û bûyerên wekî yektir dubar dibin, dibe (plot), û ewa ku em dibînin ev wataya beravajiyê adetî ye, di kareke hunerî de guherinkarî bi ser de tê û dibe “plat tust”. Di pêwendiya digel vê stranê de, em dikarin bibînin ku “plata sîndirla” ewa ku mêr her tim dibe sedema bilindbûna pileya civakî û aborî ya jina xwe û rastî guherînkariyê tê, xatûna di nav deqa Zembîlfiroş de jî bi pileya xwe ya aborî şanaziyê dike û wekî amûrekê ku evîndarbûnê bi Zembîlfiroş re bi kar tîne. Heta îdia wê yekê dike ku dikare wek jinekê jiyana zilamekê bi evîn û zewacê re biguherîne û pileya bilindtir bide wî; Yanî em di stranê de jineke kurd dibînin ku hem ji bo xwe bi hêz e û herçiqas ew hêz jî, ji bav û birayê wê ve bûbe, ew hêz ji xwe re rewa dibîne ku wê hêza rewa bide evîna xwe ya hejar.
Vê carê ger em werin ser reftarên Zembîlfiroş bi xanimê re, em dibînin ku Zembîlfiroş wekî mêrekî kurd, tevî bedewî, evîn û rûmeta dewlemendiya xanimê, baweriya wî ya qahîm qut nebe û hezkirina xanimê wernagire; Ji aliyê dinê ve jî sivikatiyê bi xwast û ciwaniya wê nake û gelek bi rêzdarî ve behsa bedewiya wê dike û her tim di destpêka deqê de dibêje: “Xatûna çav zeytûnê, xatûna gerden bemûrê”.
Heta eger wernegire jî, ev beşa nivîsê dikare nîşan bide ku di kultûra kurdî de sivikatîkirin bi evîndariya jinan karekî neşiyaw bûye û ger kesek nexwaze vê pêşniyarê qebûl bike, divê bi rêzdarî ve bersiva keça evîndar bide.
Sedema ku Zembîlfiroş evîna xatûnê qebûl nekir ew bû ku di serî de tobekar bûye. Ango biryara ku wî bi xwedayê xwe re girê daye, ku di encamê de gotina “tobedarê zerdeştê kal im” ji bo me dide xuyakirin ku wî baweriyeke kevnar heye ku ew jî ola Zerdeşt e. Zerdeşt ku bîrmendê kevnar ê erdnîgariya kurdî ye, ji bo rizgariya mirovê vê cîhanê sê pîvan diyarî dike: “Bîra baş, gotinên baş, kiryarên baş”.
Zerdeşt di çandên kurd, îranî û heta cîhanê de sembola hizir, adet û reftarê qenciyê ye, lewra hizira wî li ser kesayetiyek wek Nietzsche, feylesofê navdar ê almanê bi bandor bûye û Nietzsche di pirtûka “Zerdeşt Weha Ferman Dike” de bawer û gotina xwe ji zimanê zerdeştî ve tîne ziman û mirov dikare bibêje ku Zerdeşt û ola wî li ser peravê nayêne ferzkirin û her tim dê li ser wî were axaftin, bihîstin û bi bandor jî dibe; heta di astên felsefeya herî bilind a adetî û demên dûr û nêzîk de jî.
Di deqa Zembîlfiroş de em dibînin ku derwêşê tobekar tevî vê ku jineke bedew bi evîneke bi gur ve hatiye ser rê, lê ev yeka nabe sedem ku ew wekî Şêxê Senan kesayetiyê xwe yê cihê bedewiyê vêde bide û tevî vê ku ciwaniyekê pê dibexşîne û pêleya wê wek keça mîr ji bo wê îsbat dibe, ew peymana xwe digel hêza Ehûra qut nake û bawer dike ku divê di navbera vê evîna xemilandî û bawerbûn bi qencî û paqijiyê ya duyem hilbijêre. Heta wisa hest dike ku xatûn dev jê bernede û her wisa tekeziyê dike li ser girêbesta pêwendiya evîndarane, û ev car Zembîlfiroş erkên malbatî û civakî tîne bîra xwe û jê re dibêje ku jin û zarokên wî hene.
Zembîlfiroş di dawiyê de peymana Ehûra û erka malbata xwe hildibjêre. Ji ber ku ola Zerdeşt ku bi sedsalan e di çanda kurdî de pir belav bûye, malbat navendeke pîroz e û malek ku bê zarok be agir tê de nedihate pêxistin û jin û mêrên malên wiha “wucax kor” dihatine hesibandin. Yanî malxwê malê ji agirê birûmet ê Ehûra ku zarok e bêpar dima. Malbat di ola Zerdeşt de pîroz e û piştgirî û karkirin beşek bûye ji ola Zambîlfiroş. Heta hezkirineke nû û xemilandî jî nikariye wê rêz û pîroziyê ji holê rake. Lewma Zembîlfiroş îmandar e bi vê parastinê û di encamê de tevî rêzgirtina ji bedewî, pileya civakî û hestên xatûnê, dilê wê bi neheqî naşkîne û tenê hewl dide sedemên nepejirandina wê evînê rohn bike û tevî vê ku dilê wî cem xatûna çav zeytûn a gerden bi mûr bûye, peymana Ehûryê kurdane pinpê nake û li ser erk û baweriyên xwe yên olî û civakî dimîne û bi bê sivikayetîkirin bi keça evîndar, ew rastiya ku wî bawerî pê heye diparêze.
Deq: Zembîl Firoş
Deng: Şivan û Gulistan Perwer
Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne
Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere
Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im
Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare
Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike
Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e
Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im
Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im
Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê[1]