=KTML_Bold=Roja ala kurdî=KTML_End=
=KTML_Underline=Bawerê Omerî=KTML_End=
Her miletek di cîhanê de xwedî dîrokeke taybet e, bi çand û kelepûr û zimanên xwe wêneyeke pir reng didin xak û welatê xwe, ew bi sîmbol û direfş û navûnîşanan xwe di nav miletan de didin naskirin.
#Miletê Kurd# jî yek ji wan mileta ye, yê ku bi direfş û ala xwe ji hezarên salan ve di cîhanê de hatiye naskirin.
Ev jî berhemên xwezaya Kurdistanê ya pir bedew û rengîn e,
Di #dîroka kurdî# de ya berî ji dayikbûna Isayê pêxember, navûnîşanên wan di rêya tîtalkirina olî de mirov didît, wek: Ezman, roj, rengê sipî, rengê sor û rengê kesk.
Bi demê re hêdî hêdî ew nîşan dibûn beşek ji çand û kelepûra kurdî yên pîroz, û li ser avahiyên dewlet û mîrgeh û şahinşahiyên kurdî û bi destêt #şoreşgerên Kurdsiatanê# dihate hildan.
Ji lewra Kurdan ji demên kevn de “ala” xwe ji wan tîtalên olî û xwezayê afirandine û “#ala kurdî# ya rengîn” ji xwe re kirin nîşan û direfş.
Helbet ew “al” di gelek çerx û qûnaxan de derbas bibû, heya ku gişte vê sedsala bîst û yekê.
Gelek ji helbestvan û rewşenbîr û û rêzanvanên Kurdan ev “ala kurdî” pesin dane, hemû jî li ser rengên wê yên bingehîn rawestiyane, ew jî ev in:” Ala kurdî ji jor ber bi jêr ve, ser hev: Sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.
Di nav miletê kurd de “ala kurdî” direfşek pir pîroz e, Kurd di hemû cejn û şahiyên kurdî de û bi taybet di “cejna Nûrozê” de vê alê ber bi eznman ve bilind dikin, û ji bo hildana wê li ser gund û bajar û #çiyayên Kurdistanê# bi deh hezaran keç û xortên Kurdan canê xwe kirine qurban û bûne pakrewanên wê û xaka Kurdistanê.
Her çendî, ku hildana “ala kurdî” di gelek perçeyên Kurdistanê de qedexeye jî, û rejîma tirk, îran, iraq, sûriyê, ermenistanê û ezerbeycanê wê napejirînin û hebûna wê didin mandelê, malbatên Kurdan li kîjan deverê bin çi bi eşkere û çi bi dizî wê di malên xwe de bi dîwarên malê ve dadliqînin.
Ji lewra ev al mîna zimanê kurdî bûye nasnameya gelê kurd li Kurdistanê û cîhanê, û bi rengên wê neteweya gelê kurd têt naskirin.[1]