=KTML_Bold=Kelha Dimdimê û serhildana kurdan=KTML_End=
Şadî
Ev berxwedan gelek caran weke şerê Kafir û Misilmanan jî hatiye binav kirin, lê ev berxwedan ne çîrokeke sazkiriye, belkû bûyereke rastîn ya azadixwaziya gelê Kurd e
Kurdshop – #Kela Dimdim# yek ji cîhên dîrokî û xwedî nirxekî mayînde ye ku bûye perstgehek ji bo Kurdan.
Kelha Dimdim 18 kilometreyan dikeve başûrê rojavayê bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê û heta roja me ya îro jî Kurd wê kelhê weke cîhekî pîroz dibînin. Ev berxwedan gelek caran weke şerê Kafir û Misilmanan jî hatiye binav kirin, lê ev berxwedan ne çîrokeke sazkiriye, belkû bûyereke rastîn ya azadixwaziya gelê Kurd e. Ev serhildan û berxwedan xwedî dirokeke girînge û herwaha rûpelek ji dîroka siyasî ya Kurdistanê ye, ku dema serwer û bindest rastî hev hatine û kurdan serî netewandine.
Kela Dimdimê li ser çiyayekî bi wî navî hatiye çêkirin. Hinek jêder didin diyarkirin ku ew kelhe, di serdema Sasaniyan de hatiye çêkirin û mîrê kurd careke din ji nûve ew ava kiriye.
Di sedsala 17’an de sala 1609ê ya zayînî li herêma Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mîrê Kurdan Emîrxanê Lepzêrîn(Biradostî) li dijî siyaseta Sefewiyan a ku dixwastin demografiya li Kurdistanê bi guherin şer dike. Nave pêşeng û qehremanên vî şerî Emîrxanê Biradostî, Şah Ebasê yekemîn yê Sefewî, Xan Evdalxanê Mûkrî, Xatûn Xanim û Mehmûdê Alekanî ne.
Di dîrokê de di dema Sefewî û Osmaniyan de bigre heta naha hertim Kurdistan bûye qada şerên dijwar lê hemû gavê jî Kurdan xwe parastine û tevî hemî bedel û zehmetiyan jî weke miletekî xwedî nasname mane.
Emîrxanê Biradostî yek ji wan kesayetiyên xwedî navekî girînge ku rêbazeke bi vî awayî şopandiye. Ji ber wê jî navî wî li her çar perçên Kurdistanê tê nas kirin û herwaha dengbêj û helbestvanên Kurdan jî Emîrxanê Lepzêrîn ango Biradostî weke qehremanê neteweyî behs dikin û tînin ziman. Herwaha Emîrxan bi karê xwedîkirina hespên Şah Ebbas û heta gavanî û şivaniyê destpê dike, heta dibe şervanekî bi wêrek û rêberê doza gelê xwe ya rewa. Emîrxan ji eşîreta Biradostî ya rojhilatê Kurdistanê ye. Dema pêkhatina şerê wî û îraniyan kesekî bi temenê xwe yê di navbera 45-50 salî de bûye. Li pey karên cur bi cur herî dawî jî di nava leşkerê Sefewiyan de di şerekî bi Rûsan re wêrektiya xwe datîne meydanê û wê demê milekî xwe di dema şer de ji dest dide. Ji ber vê rewşê û qedir girtina karê wî, şahê Îranê destûra çêkirina destekî ji zêrê sor, ji bo wî dide. Êdî ew wek “Xanê Lepzêrîn an jî Çengzêrîn” xwedî nav û dengekî pir bilind e. Di nava kurdan de jî weke pêşewa an jî rêber tê hezkirin. Ji ber wê jî rêza wî di nava serokeşîrên kurdan de zêdetir ji ya herkesî bû.
Ev nêzîkbûn jî tirseke mezin xistiye nava dilê rayedarên dewleta Sefewiyan û bi rêya raportên ku ji Urmiyê û Tewrêzê gihîştine destê Şah Ebbasê Sefewî li Îsfehanê, behsa niyetên xerab ên mîrê kurdan jêre kirine.
Ji ber wê jî mijara kelha Dimdimê nasnameya şerê Kurdan a li dijî Sefewiyên qetlîamker, bi armanca parastina rûmet, keramet, namûs û heskirina nasnameya neteweyî û axa walatekî bi navê Kurdistanê ye.
ji ber wê jî mirov dikare bibêje ku dengê qêrîn û hewara qehremanên Kurd û xanên Kurdan yên ku digotin roj roja man û neman û namûs û xiretê ye, di hiş û hafiza dîrokê de maye. Dengên keç û bûkên kurdan yên ku bi tîlîliyan xwe di kelha ser çiyayê Dimdimê davêjin xwarê ji bo ku kerameta wan neyê şikandin di guhê me hemû kurdan de zindiye.
[1]