=KTML_Bold=Girava Axtamarê û Efsaneya wê=KTML_End=
Axtamar yek ji giravên herî mezin ên li#Gola Wanê# ye. Yek ji van avahiyan jî Dêra Axtamara ya li Girava Axtamara ya li nava Gola Wanê ye
Kurdshop – Bajarê Wan ê Kurdistanê bi avahiyên xwe yên dîrokî û xwezaya xwe her kes kiriye heyranê xwe. Wan a xwedî dîrokekî pir dewlemend e, bi dîroka xwe ya 15 hezar salî malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye. Li ser vê erdnîgariyê di serî de Kurd, Ermenî, Rûm gelek şaristaniyên cuda hatine avakirin. Wan a warê Kurdan e, dîsa li derdorî wê dîsa kalikên Kurdan împeratoriyên Hurî, Ûrartû û Med û xanedantî hatine avakirin.Li herêmê li gel Kurdan gelê dijî Ermenî ne. Ermeniyan jî di dîrokê de li ser vê erdnîgariyê gelek avahiyên dîrokî li pey xwe hiştiye.
Axtamar yek ji giravên herî mezin ên li Gola Wanê ye. Yek ji van avahiyan jî Dêra Axtamara ya li Girava Axtamara ya li nava Gola Wanê ye. Dêra Axtamara piştî mîladê 915-921’an ji aliyê Endazyar û Keşe Manûel ve hatiye avakirin. Navenda dêrê qûbe, weke şînatiya nefel a çar pel di şeklê xaçê ji kevirên sor ên çargoşeyî hatiye avakirin. Li ser kevirên avahiyê yên aliyê derve jî, li gel mijarên olî yên di Incîl û Tewratê de, mijarên cîhanî fîgûrên jiyana qesrê, şêwazê nêçîrê, dîsa fîgûrên mirov û lawiran heye.
Girav ji sala 908an heya 1021an wek palatîneke, kesrayên ermenî yên Vaspurakanê ji xanedanê Artsrûniyan dihat bikaranîn. Herwiha, katolîkosê Dvînê jî, ji salên 920/931an heta 950/992an li wir dima, herwiha katolîkosên ermenî ji sala 1116an heta 1895an Axtamarê wek navend bikaranîbûn.
Axtamar bi xwe ji boy demeke dirêj navenda çandî ya ermeniyên Anatoliyayê bû.
Navê Axtamar ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin û navê Akdamar pêvekirine. Tê gotin ku navê keça kesrayeke ermenî lê hatiye kirin.
Li vê girava Axtamarê dêreke Ermeniyan a dîrokî heye. 45 km li başûrê rojavayê bajarê Wanê dikeve. Cihekî geştyarî û turîstîk ê gelek giring e. Seferên keştiyan bo geştyar û tûrîstan dixwazin serdana deverê bikin hene. Meriv bi ferîbotê digihêje giravê û girav yek ji cihên tûrîstîk ên Wanê binavûdeng jî girava Axtamarê ye.
Çîroka navê Axtamarê
Tê gotin ku navê Axtamarê bixwe ji efsaneyek û çîrokekî tê û li gor wê efsaneyê ew çîrok waha ye:
Navê Axtamarê tê gotin ji efsaneyeka Ermenî tê. Bi navê Tamara keçikeka ciwan a panêrê (dêrnêr) yan keşeyê dêrê hebûye. Xortek dilê xwe dikeve vê keçikê lê bavê wê dilsar e û naxwaze ew pêwendî berdewam be. Ew xortê evîndar bi êvaran dizîka avjeniyê dike û tê dîtina heskiriya xwe. Tamara li perekê giravê bi çirayê li benda heskiriyê xwe dimîne. Bavê wê bi vê yekê dihese û dafikek datîne. Di şeveke bahozî de xort tê dîtina Tamarayê û xwe li benda agirê çirayê datîne. Lê nizane ka çira di destê bavê Tamarayê de ye û li dora giravê digere. Her gava çira cihê xwe diguhere, xort jî berê xwe diguherîne. Ev yeka han heya ciwan dixeniqe didome. Gotina ciwan a dawî Axxx Tamara! bûye. Li ser wê Tamara jehrê vedixwe û dimire. Bavê Tamara jî gelek poşman dibe lê êdî dereng e. Navê giravê her û her Axtamara dimîne.
Herwekî Axtamar peyveke Kurdî ye jî. Axtamar tê wateya cihê ku axa wê tamarî ye. Bingeha navê Axtamara na lê bermayiyên giravê girîng e. Mixabin dewleta Tirk xwedî li Axtamarayê dernakeve. Ji aliyê leşkeran ve bi sedan fîşek li dêra dîrokî hatiye weşandin, ji ber ku dêr a Ermeniyan e. Dîsa komeke kes li giravê dijîn ku tê payîn ew ziyanê didin bermahiyan.[1]