=KTML_Bold=Xirbeyên bajarê dîrokî yê Anî ya li Qers a Bakurê Kurdistanê=KTML_End=
Bajarê Anî yê li #Qers# a Bakurê Kurdistanê xwedî şaristaniyetekî kevnar e û hezar sal berî naha dema Stenbol a Tirkiyê serjimêriya wê 80 hezar bûye, serjimêriya bajarê Anî 100 hezar kes bûye.
Kurdshop – Bajarê Anî yê li Qers a Bakurê Kurdistanê xwedî şaristaniyetekî kevnar e û hezar sal berî naha dema Stenbol a Tirkiyê serjimêriya wê 80 hezar bûye, serjimêriya bajarê Anî 100 hezar kes bûye.
Bajarê Anî nêzîkî bajarê Qers a Herêma Serhat a Bakurê Kurdistanê ye û şopa 22 şaristaniyetan li dû xwe hiştiye. Bajarê Anî 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê bajarê Qersê ye. Tê pêşbînî kirin ku sûr û bedenên bajarê Anî de 24 derî hebûye. Lê naha di roja me ya îro de tenê ji wan 24 deriyan 7 derî li ser piyan mane. Deriyê kelheya bajarê Anî yê herî mezin deriyê şêr e.
Bajarê Anî di destpêkê de ji aliyê Xaltî û Urartuyan ve hatiye ava kirin. Herwaha bajarekî pir netewî bûye û naha jî bi taybet şopên gelê ermen jî li bajarê Anî diyar in. Bi taybet, Şaristaniyêtên Kurdan ên wek şaristaniyetên Xaltî, Urartu, Med û Şedadiyan û heta gelek şaristaniyetên din ku bi giştî 22 şaristaniyetan li bajarê Anî li dû xwe şop hiştine.
Mizgefta hezar sal berî naha ji aliyê Şedadiyan ve hatiye ava kirin heta roja me ya îro jî li ser piyan maye. Herwaha Katedral ango Dêra Sereke ya bi navê di sala 989ê de di dema desthilatiya Ermeniyan de bi navê Meryem a Keç (Mayr Daca) hatiye ava kirin. Herwaha bazara bajarê Anî û avahiyên wê di roja me ya îro de jî kavilên wê her mane, lê ji bo bi temamî ew dîroka veşartî ya bajarê Anî derkeve holê pêwîstî bi kolanên arkeolojîk ên bi salan heye.
Bajarê Anî li cîhekî pir stratejîk hatiye ava kirin û li 3 aliyê ve yên başûr, rojava û rojhilatê wê ve geliyekî kûr û asê û çemekî mezin diherike. Herwaha li aliyê wê yê bakur jî kelheyekî mezin hatiye ava kirin. Ji ber wê jî derbas kirina wî geliyê kûr û çemê mezin û êrîş kirina ser wî bajarî gelekî zehmet bûye, ango hersê aliyên bajar bi wî geliyê kûr û çem hatiye parastin, aliyê bakur jî bi kelheyekî qahîm û mezin ve bajar pir bi ewle û parastî bûye.
Piştî bajarê Anî bi hewkariya sultanê Selçukiyan Alparslan û Manuçer ê Şedadiyan bajar ji dest Ermeniyan hate standin, Mizgefta navdar a heta roja me ya îro jî maye hate ava kirin. Xelkê ermen wê demê ji ber bandora olî pişta xwe bi Bîzansiyan ve girêdida, kurd jî ji ber misilmanbûna wan li gel selçûqî nû hatine herêmê û misilman bûne li gel wan hewkarî kirine, lê piştî standina bajarê Anî ya ji aliyê Şedadiyan ve serdema duyem a zêrîn a Şedadiyan dîsa destpê dike. Ji xwe hinek xwartirê jî desthilatdariya kurdan a Merwaniyan hebûye û bi hevdu re di nav hewkariyekî de bûne.
Bajarê Anî heta naha tiştên ku li ser rûyê erdê mane wek bajarekî dîrokî yê antîk, xwedî bermahiyên herî kêm heta 2 hezar salî ne û bajarekî pir mezin ê dema xwe ye. Lê ew dîrok gelek ji wê kevnartir û dûrtir e. Ji bo derxistina wê dîrokê pêwîstî bi lêkolîn û kolanên bi salan heye û heta naha ew xebat pir bi awayekî berfireh nehatine kirin.
[1]