=KTML_Bold=Xurem Ava û Keleha Felekuleflak=KTML_End=
Roj Qadir
Di cihên niha yê Xorem Avayê de û li serdema Îlamiyan de bajarek bi navê “Xayd El_Lû” hebû, bajarê “Şapûrê Xast” bi fermana Şapûrê duyem li ser wêraniya wê de hatiye avakirin. Asewarên kevin yên bicihmayî nîşan didin ku Xorem Ava yek ji bajarên herî girîng yê serdema Sasaniyan bûye û Keleha Felekul _Eflak sembola wî bajarî ye.
Xorem Ava yek ji bajarên herî mezin yê qontara Zagrosê ye li Rojhilatê Kurdistanê û navenda parêzgeha Loristanê ye. Li bajarê Xorem Avayê, xelkê Lor û Lekî dijîn. Bin devoka sereke ya wî bajêrî Loriya Xorem Avayê ye û piraniya peyvên Lor ên Xorem Avayê û Lekî hevpar in.
=KTML_Bold=Erdnîgarî=KTML_End=
Xorem Ava li bilindahiya 1147 metreyan di asta deryayê û di navbera dolên Zagirosê de hilkeftiye.
Ev bajara 193 kîlometran li bajarê#Kirmaşan# ê, 246 kîlometreyan li Îlamê, 317 kîlometreyan li Sinê û 711 kîlometreyan li #Urmiyê# dûr e.
Bajêrê Xorem Avayê di doleke xwediyê keş û hewayeke xweş û pir av de ye. Hebûna kaniyên pir û asewarên dîrokî yên cuda, bajêr kiriye ciheke geştyariyê ya girîng û dîrokî û xwezayî.
Li derdora vî bajarî pir cihên geştyarî hene ku, ji wan parka daristanan ya Şorav li başûr û parka daristanan ya Mexmelçiya li bakûr e.
Li gor serjmêriya navenda istatiska Îranê ya li sala 1395`an a salnameya Rojî de, nifûsa wî bajarî 373 Hezar û 500 kes e.
=KTML_Bold=Loristan malbenda sûlavan=KTML_End=
Parêzgeha Loristanê bi hebûna 50 sûlavên werzêrî û hertimî, wek malbenda sûlavan navûdeng e. Barîna zêde ya baranê, hebûna rûbarên pir av û kaniyên cuda, dibe sebebê drustbûna wan sûlavan, ku dîmenek taybet daye bi wê parêzgehê.
Piraniya wan sûlavan li bajarê Xorem Avayê hilkeftine û her ji ber vê yekê ev yek bixwe bûye sebeba sereke ya rakêşana geştyaran bo wê deverê.
Dîrok
Di cihê niha yê Xorem Avayê de û li serdema Îlamiyan de bajarek bi navê “Xayd El_Lû” hebûye û bajarê “Şapûrê Xast” bi fermana Şapûrê duyem li ser wêraniyên wî de hatiye avakirin. Asewarên bicih mayî yên berê nîşan didin ku Xorem Ava yek ji bajarên herî girîng ê serdema Sasaniyan bûye û keleha Felekul El_Eflak sembola wî bajarî ye.
Cihên geştyarî yên dîrokî û xwezayî yên cuda ku li bajarê Xorem Avayê hene wiha ne: Minareya Axorî, Pira Şapûrî, Gêrdava Berdîn, Kevirê hatî nivîsîn û gula Kiyû û … hwd. Ev bajara di Îranê de bo yekemîn car, ji aliyê nivîsîngeha navçeya Saziya Netewên Yekbûyî ve weke bajarê bê mînak li warê geştyarî ve hatiye hilbijartin.
=KTML_Bold=Keleha Felekuleflak=KTML_End=
Keleha Felekuleflak li ser Xorem Avayê de serwer e û li nêzî kî rûbar û li navenda bajêr de hilkeftiye û girîngitrîn û xuyatirîn mîrata dîrokê û xwezaya wî bajarî ye. Dîroka avakirina vê Kelehê wedigere bo serdema “Sasaniyan”.
“FelekulEflak” di dirêjahiya dîrokê de bi çendîn navan hatiye naskirin ku wiha ne: Keleha Şapûrê Xast, Keleha Xorem Avayê, Dawazde Birc û Koşka Etabekan û … hwd. Ev keleha li serdema Qacariyan de bi navê FelekulEflak hatiye naskirin.
Pêşîneya vê kelehê wedigere bo serdemê Sasaniyan. Sasaniyan bajarek bi navê Şapûrê Xast li nêzîkî navçeya niha ya Xorem Avayê ava kirine ku piştre hatiye wêrankirin û di derdora sedsalên heftan a koça dawî, Xorem Avaya îro li cihê vê de hatiye avakirin.
Tê gumankirin ku keleha FelekulEflak heman keleha Şapûrê Xast be ku li serdema Sasaniyan de pisporiya hikûmetî û leşkerî hebûye.
Ev kelh li warê cihên stratîjîk de, li sedsalên çar a Koçî mang de, mîna navenda hikûmetî ya “Alê Hesenuye û Gencwer” li serdema “Alê Bûye” de hatiye destnîşankirin.
Di berê de ev kelhe xwedî wan rûmet û serbilindiyan bûye: Xezîneya hikûmeta malbata Bedir li sedsalên çarem a Koçî de, navenda Hikûmetî ya Etabekên Lor ên biçûk û Waliyên Loristanê li serdema Sefewiyan heta Qacaran; Binkeya Leşkerî û girtîgeha siyasî li serdema Pehlewiyê yekem û duyem de.
Ew mîrata bi nirx, di sala 1349`an a salnameya Rojî de li artêşê rastî Wezareta Ferheng û Huner a vê demî ya Îranê hatiye kirin.
Piştre di sala 1354`an a Rojî de di vê kelehê de, muzexaneya xelknasî hatiye vekirin û bûye muzexane.
Muzexaneya Felul Eflak li hundirî kelehê de ye û li serdema Pehlewî de çalakiyên xwe destpê kiriye. Lê piştî şoreşa gelên Îranê li sala 1357`an a salnameya Rojî de, çalakiyên wê hatine sekinandin.
Ew muzexaneya piştî şerê di navbera Îran û Iraqê de û li sala 1357`an a salnameya Rojî de çalakiyên xwe dubare destpê kiriye. Herwisa li heyama salên 1385_86_87`an a salnameya Rojî de bi sebeba nebûna xizmetguzarî bûdceyê hatiye daxistin. Di vê muzexaneyê de zêdetir li 50 asewarên dîrokî tên parastin.
Dawî
Ji bo wan geştyarên ku heman demê de dixwazin li cihên dîrokî û xwezayî yên şînkatî dikin, Xorem Ava bijardeya herî baş e. Hêjayê gotinê ye ku ev dever xwediyê kultûr û ferhengeke taybet e û xelkê wê bo mêvandariyê navûdeng in.
[1]