=KTML_Bold=Keleha Xoşabê ya dîrokî=KTML_End=
Keleha Xoşeb an jî Xoşabê dîroka wê digeha dema Urartuyiyan û kelhe ji du beşên hundir û derve pêktê, ku beşa derve dikeve bakurê kelheya hundirîn.
Kurdshop – Keleha Xoşabê li ser rêya #Wan# û #Colemêrg# a Bakurê Kurdistanê, li gundê Xoşeb a girêdayî navçeya Payîzavayê ye. 60 kîlometreyan dûrî navenda parêzgeha Wanê ye û kelhe li ser girekî tûj hatiye ava kirin û ji du beşan pêktê.
Keleha Xoşeb an jî Xoşabê dîroka wê digeha dema Urartuyiyan û kelhe ji du beşên hundir û derve pêktê, ku beşa derve dikeve bakurê kelheya hundirîn. Keleha Xoşabê piştî Urartuyiyan jî ji aliyê Mîrê Kurdan Mîr Silêmanê Zer yê Mamîdî, yê Zer Beg ve di sala 1643yan de ku wê demê girêdayî Osmaniyan bû hatiye çêkirin.
Keleha Xoşabê 60 kîlometre wekî ku nêzîkî navenda Wanê ye, 40 kîlometreyan jî nêzîkî navenda navçeya Payîzava ye. Dikeve bakurê rojavayê av a Xoşabê û li ser rizde û zinarekî tûj û bilind hatiye ava kirin. Wateya navê Xoşabê jî her ji navê çem û ava xweş hatiye. Xweş av ango Xoşabê tê. Dîwar û bedena derve ya kelehê li gor aqar hatiye ava kirin, ji rojhilat, bakur û rojava ve bi sûr û dîwar ve hatiye dorpêç kirin. Lê naha beşek ji sûrên rojhilat û sûrên rojava jî piraniya wan hilweşiyane. Hin bircên wê heta roja me ya îro jî hatine. Deriyên rojhilat û rojava bi temamî têkçûne û hilweşiyane. Li bakurê rojhilatê keleha derve jî kuleyekî çavdêriyê heye. Di nav kelehê de îro jî paşmayên mizgeftekî û malên gund her mane.
Keleha hundir, ji aliyê başûr ve asê ye û ber bi bakur ve jî li ser bingehekî qews hatiye ava kirin. Sûrên kelehê ji bakur, rojhilat û rojava ve, xwedî birc û kule ye û bi wî awayî hatiye qahîm kirin. Ji aliyê bakur ve deriyekî ketina kelehê û bircek heye û bi rêya wê deriyî dikare derbasî nav kelehê bibî.
Li deriyê wek tacekî hatî çêkirin ê li aliyê rojava jî kîtabeyek, pencerekî kor û nexşên şêr hatine çêkirin. Herwaha deriyê hesin ê hîn wê demê hatiye çêkirin heta roja me ya îro jî bi awayekî resen maye û wekî xwe kar dike. Di nav kelehê de qesrên wê demê hatine çêkirin hebûna xwe berdewam dikin. Ew qesrane li başûrê kelehê hatine rêz kirin. Li herî jor û li beşa rojhilat jî qesrek heye û li rojavayê wê qesrê jî harem heye. Herwaha mescîd, zîndan û girtîgeh, firin û sarinc jî avahiyên din ên kelehê ne.
Keleha ku di naverasta sedsala 19.mîn de hatiye terk kirin, bi avahiyên xwe yên heyî ve heta roja me ya îro jî bi awayekî saxlem hatiye û ji ber wê jî li herêmê yek ji cîhên sembol û remz ê herî giring e.
[1]