Nav: Îlham
Nasnav: Îlhamî Sîdar
Navê Bav: Sîdar
Dîroka jidayîkbûnê: 1965
Cihê jidayîkbûnê: Misirc
$Jîname:$
Nivîskar Îlhamî Sîdar di sala 1965’an de li Misirca Sêrtê hatiye dinê. Li Zanîngeha Enqereyê Beşa Ziman û Edebiyatê xwendiye û bûye mamoste. Sîdar wekî gelek nivîskarên kurd pêşî bi tirkî dest bi nivîsê kiriye.
Piştî salên 2000’î kurdiya xwe pêş dixe, piştî salên 2010’an jî dest bi nivîsandina pirtûkên bi kurdî dike. Di sala 2011’ê de yekem pirtûka wî ya bi kurdî “Tehma Xweliyê” (roman) dertê.
$Romanên Îlhamî Sîdar yên bi kurdî ev in:$
– Tehma Xweliyê, roman, 2011, Kurdî
– Xewneke Payîzê, roman, 2015, Kurdî
– Memê Din, roman, 2021, Kurdî
[1]