Navê pirtûkê: Berhevokek ji Folklora Kobaniyê
Navê nivîskar: #Arif Hiso#
Cihê çapkirina pirtûkê: #Kobanî#
Navê çapxaneyê: Navenda Lêkolînên Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê
Sala çapê: 2023
Serpêhatiya berhema ``Berhevokek Ji Folklora Kobaniyê``
Ev berhema bi navê `Berhevokek ji Folklora Kobaniyê` mijarên cuda cuda bi berhevokeke kurt qala ziyaret, gelî, navên gundan, lîstokên zarokan, alavên tevn û meşkê, gotinên pêşiyan, çîrok û mamikan kiriye. Ji ber ku ev berhema nemir Arif Hiso nîvço ma, ji bon wefedarî û kedayîna wî ya bi salan ji ziman û çanda kurdî re, Navenda Lêkolînên Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê ew berhema wî li gorî derfetan bire serî û çap kir.
Nemir Arif Hiso ji ber gencîneya wî ya ji çand û folklora kurdî re, di vî warî de çi jê bihata pirsîn dizanîbû. Hingê ew ne tenê bi şora (gotin) xwe xwedî gencîneyeke wiha bû, her wiha ew bi stayl û kesayetiya xwe jî di nava xwendevan, mamoste û hezkiriyên xwe de xwedî rihekî folklorîk bû.
Ji ber hingê ev berhema dilnizm a li ber destên xwîneran xêr û bêra mijareke berfireh bi hinek navnîşanên kurt digire ber xwe ku dikare rê ji bo gelek xebatan vebike. Lê mixabin ku qederê gotineke xwe ya din hebû û hîşt ku nemir Arif Hiso ji nava me bar bike, lê wî xwest ev berhevok di nava pirtûkxaneya kurdî de were zêdekirin da ku gencîneya Herêma Kobaniyê ji wendabûnê were parastin. Di vê çarçoveyê de ev pirtûka bi navê ``Berhevokek ji Folklora Kobaniyê`` dibe berhema wî ya dawîn, ku mîna bîranîn û berhemedke dilnizm di hişê xwîner û hezkiriyê xwe de dimîne, Ji ber hingê ev berhem ji aliyê zanîngeha ku wî lê mamostetî dikir û ji hêla dilxwaz û hezkiriyên wî ve ev berhem hate çapkirin û weşandin.
[1][2]