=KTML_Bold=Desthilata Mîrên Kurdên Donbolî di serdema Qacar de=KTML_End=
Piştî mirina Kerîm Xan Zend gelek pirsgirêk di navbera neviyên Zend de li ser desthilatê derketin, di dawiyê de Lutif Elî Xan Zend biraziyê Kerîm Xan ku 19 salî bû bi ser yên din de serkeft, lê piştre ket hevrikiyê li gel Axa Mihemed Xan Qacar û ku berî wê di dîwanxaneyên Efşar û Zend de weke barimte hatibû girtin, piştî şerên giran û gelek bûyerên naxwe Lutif Elî Xan di siyasetê de şikest, di vê hevrikiya siyasî ya di sala 1783an a miladî de Loyî 16 paşayê Fransayê kesekî bi nave Kont Do Fêrîr dişîne Îranê bi hêviya wê yekê ku ew bikare rê li ber rêkeftina siyasî ya di navbera Îran, Rûs û Nemsa de asteng bike û Îranêhan bide ku ber bi dewleta Osmanî vegere.
Kont Do Fêrîr şandiyê Fransayê dema ku vê hevrikiya navxwe ya Îranê li ser desthilatê dibîne, daxwazê ji Fransa dike bo rûbirûbûna Rûsan ku bi dizî alîkariya Axa Mihemed Xan dikirin, alîkariya Ehmed Xan Donbolî bidin ku hemû desthilata Îranê bigre destê xwe û herwha gelek kesayetiyên mezin ên Donbolî daxwazê dikin ku hewil bide desthilatê bigre destê xwe, ji ber ku bi nerîna wan bi hemû awayekê dikarî wî karî bike û hêjayê paşayetiyê bû. Lê ew dibêje ku her li ser wesiyeta bav û kalên xwe weke serokê Eşîra Donbolî dimîne û ji vê zêdetir destê xwe dirêj nake.
Em dikarin bêjin ku desthilata Donboliyan di serdema Efşarî û Zend û destpêka Qacariyan de desthilateke bihêz bû û bo cara duyem di serdema Fehelî Şah ê Qacar de Donbolî dibin bi Begê Beganê Tewrêzê û navçeya herî zehmet a siyasî ya Îranê ya wê demê bû.
Weke berî niha jî me got berî desthilata Zendê peywendiyên Donbolî û Qacariyan baş bû, bi awayekê bû ku Heme Hesen Xan ê Qacar gelek rêza Necef Qulî Beg ê Donbolî digirt û ew weke Etabeg û berpirsê perwerdeya Axa Mihemed Xan ê kurê xwe diyar kiribû.
Herwaha Axa Mihemed Xan dawî li dûrxistina mîrên Donbolî anî ku berî niha ji aliyê Kerîm Xan li Şîrazê bi barimte hatibûn girtin û bi wî awayê malbata Donboliyan vegeriyane navçeya Xoyê tevî ku niha du nifşên wan hebûn û hevrikî di navbera wan de derketibû.
Bi awayekê, piştî ku Axa Mihemed Xan, Hisên Qulî Xan Donbolî Neviyê Ehmed Xan Gorîn weke Begê Began ê Xoyê danî, birayê wî Cehfer Qulî Xan li cem desthilata Qacar gelek bi xerabî behsa birayê xwe kir û karî wan razî bike ku desthilatê ji Xudad Xan werbigrin û bi wî awayî Cehfer Qulî Xan desthilat girte destê xwe û bû Begê Began ê tevahiya Azerbaycanê û Biyûk Xan ê kurê wî weke barimte li dîwanxana Qacar de ma. Dîroknivîsên Îranê bi başî behsa Cehfer Qulî Xan ê Donbolî nakin û di wê baweriyê de ne ku bi nêzîkbûna li gel Osmaniyan û şerkirina li gel Rûsan, yek ji sedemên sereke yên destpêkirina şer û malwêraniyên di navbera Îran û Rûsan de ye ku dawiyê bi peymanên Gulistan û Tirkmen Çay dawî bi wan şeran hat. Li gor wan peymanan, deh bajarên Îranê, yên li ser behra Xezer tevî beşek ji Taliş û wîlayeta Îrewan û Nexcewan û Ermenistan û Beşê Bakurê Azerbaycanê ji Îranê hatin qutkirin û bûne beşek ji erda Rûsan û mafê Kapîtilasyonê di nav Îranê de bo Rûsan hate desteberkirin.
Sînorê Desthilata Mîrên Donbolî
Di dema hevrikiyên navbera Îran û Rûsan de Ebas Mîrza Şazadeyê cênişîn ê Fethelî Şah ê Qacar tevî leşkerekî mezin berê xwe dide Xoyê bi behaneya gilîkirina xelkê bajarê Şekkî ji bajarên Qefqas, ji Cehfer Qulî Xan li gel wî mire Donbolî şer dike û leşkerê Donboliyan dişkê û Cehfer Qulî Xan hewara xwe bo dewleta Osmaniyan dibe tevî ku piştî wî şerî careke din mîratiya bajarê Xoyê dikeve destê Mehmûd Xan Donbolî ku kesekî cihê baweriyê bû li cem desthilat a Qacar û di gelek şerên Qacariyan de desthilatdar bû, lê di rastiyê de ew dawiya desthilata Donboliyan bû di dîrokê de ku sedema serekî ya nemana wan weke me got, çûna wan mîrane ber bi Rûsan ve ku ew yek di dema Komara Kurdistanê de bi eşkere tê dîtin û em dikarin bêjin ku çûna Kurdan bo cem Rûsan ji dema mîrên Donbolî wek Emîr Erselan Xan û Cehfer Qulî Xan destpê kiriye..
Herweha di serdema desthilatdariya Sefewî û osmaniyan de Kurdan bo parastina milk û mîratê xwe, herdem aliyê kesê bihêz girtine, ne dûre ku kurdan wesa hizir kiribe ku pişt girêdan bi cîraneke bihêz ê weke Rûsan, li şûna piştgirêdana bi wan du desthilatan dikare giringiyeke siyasî ya zêdetir bo wan peyda bike malbata Donboliyan tevî geşeya siyasî gelek kesên jêhatî yên di ware çandî û edebî de hebûne, û heta demek baş piştî dawîhatina desthilata wan di nava dezgehên Qacariyan de weke rûyê kulturî dihatin naskirin.
Yê herî navdar Ebdulrezaq Beg ê Donbolî ye ku dîroknivîs bû ew kurê Necef Qulî Xan bû. Wî kesî serdema gencîtiya xwe li Şîrazê derbas kir, li yek ji bajarên herî pêşkeftî yên di ware edebyatê de perwerde dîtiye û bi nasnavê (Meftûn) dihate naskirin. Qaymeqam Ferahanîsedir Eizem wate serokwezîrê Mihemed Şah Qacar ku bixwe kesekî edîb bû gelek pesna Meftûn daye. Gelek pirtûkên baş ên weke Methral al-Sultania, Hadaiq el-Udeba, Tecrubet El Ehrar û Teliyet El Ebrar, Homayoun Name, Nigaristanê Dara, Riyadh al-Cene û wergêra gernameya Krosînêskî ku balyozê Polonyayê bû di serdema Sefewî de nivîsandine
Yek din ji wan kesên jêhatî Mehmûd Xan Donbolî ye ku ji neviyên Şabaz Xan e. ew bijîşk, Edîb û helbestvanê dîwanxana Feth Elî Şah ê Qacar bû ku heta dawiyê bi Qacariyan re bû. Herweha di nava malbata Donbolî de jinên hêja zana hebûn. Di serdema Feth Elî Şah de ku jina Edîb û Helbestvana Baş wek Mestûre Xan A Erdelan û Hunsî Cehan Xanim a Waliye û beygem Xanim Kaşî û .. diyar bûn di nava malbata Donbolî de Heyran Xanim Donbolî keça Kerîm Xan Donbolî diyar bû ku weke dibêjin zimanên Kurdî, Tirkî û Farsî zaniye û helbest bi wan sê zimanan gotine.
Ev du beyt ji Helbestên Heyran Xanimê ne
Pursî eger zi nisbet Heyran dilfigar
Ez xadêman şîrê xuda, şahe dîn, Elî ast
Başed wera heseb, zi ezîzanê Nexcewan
Û ra welî, neseb zi Krîm Xan Donbolî est
Heyran Xanim bi nivîsandina 3588 beytên helbestê ku 333 Xezel, 68 Çarbendî, 2 Mustezad, 16 Mesnewî 8 Musemmet, 2 terkîbbend 3 Qet`e, 5 Qesîde û 2 Qesîde/Xezel û hin helbestên Tirkî yek ji helbestvanên herî çalak ên serdema xwe û Îranê bû.
Herwaha gelek kesên din ên zîrek di nava malbata Donbolî de hebûn.
[1]