Navê pirtûkê: Dîwana Mela Nûriyê Hesarî (1934-2011) II
Navê nivîskar: #Mele Nûriyê Hesarî#
Amadekirin: Lorîn Çeto
Cihê çapkirina pirtûkê: Hewlêr
Navê çapxaneyê: Tora Medyayî Ya Rûdawê
Sala çapê: 2023
Mizgîn li me
Mizgîn li me kurdan serwerek nû ji me rabû
Derd û kederên me serwerê me bi te şa bû
Xewna me ji zû ye di te şêrî de xuya bû
Zenga li hişê kurd vaye çû rengê te va bû
Yezdan kire qencî ku di vî çaxî tu rabû
Navê Mistefa deng da welatan bi giranî [1]