Navê pirtûkê: Xosrew û Şîrîn
Navê nivîskar: Nizamiyê Genceyî
Navê wergêr: #Perwîz Cîhanî#
Wergera ji ziman: Farsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Nûbihar
Sala çapê: 2023
Nizamiyê Genceyî jî yek ji wan kesan e ku navê wî û berhemên wî bi erdnîgarîya Îran û Rojhilata Naverast ve sînordar nemane û gehiştîne çar alîyên cîhanê û wisa jî ew bûye yek ji temsîlkarên edebîyata cîhanê. Lewma wergêrana berhemeke Nizamî bo Kurdîya Kurmancî bûyereke mezin a edebî ye. Heke wergêraneke wisa be ku ji destê hostayekî ziman û vegotinê derketibe ew dibe bûyereke mezintir. Belê xwendevanê hêja, ev wergêran/adaptasyona Xosrew û Şîrîn a Nizamîyê Gencewî ya ku ji aliyê hêja Perwîz Cîhanî hatiye pêkanîn, bûyereke mezin a edebî ye di warê ziman, edebiyat û weşangerîya Kurdîya Kurmancî de.
Pirtûka Nizamiyê Genceyî Xosrew û Şîrîn ku wekî klasîkek dinyayê ye bo kurdî (kurmancî) hat wergerandin û çapkirin. Pirtûk ji aliyê Perwîz Cîhanî ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û ji Weşanxaneya Nûbiharê derketiye.
Xosrew û Şîrîn berhema helbestvanê îranê Nizamiyê Genceyî ye ku qala çîroka evîneke trajîk dike. Genceyî nêzî hezar salan berê jiya ye. Texmîn ew e ku di navbera salên 1140-1208'an de jiyaye. Ew ji bajarê Genceyê ye û li wir jî miriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta kurdên Şedadî bûye.
Genceyî ku Leyla û Mecnûn jî berhema wî ye, di vê berhemê de dayika xwe wekî kurd dide nasandin.
Cîhanî ku ev pirtûk wergerandiye li ser Nîzamiyê Genceyî wisa dibêje, Di edebiyata farisî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîn e; lê di vehûnana çîrokan de ta niha kes negehîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê farisî, üirkî, kurdî... xwestine wekî wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negehîştiye toza şînbozê wî.
Di nav pirtûkên Genceyî de Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn derdikevin pêş. Pirtûk heta niha bi gelek zimanan hatine wergerandin û weşandin; her wiha jê şano hatine çêkirin, fîlmên sînemayê hatine kişandin. Loma jî van pirtûkan bi awayên cur bi cur bandor li gelek kesan kirine, bandor li kurdan jî kirine.
Perwîz Cîhanî li ser bandora Genceyî ya li ser kurdan jî wisa gotiye, Bi kurdî jî, çi bi kurmancî çi bi goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine.
[1]