Nav û Paşnav: Mensûr Kerîmiyan
Dîroka şehadetê: 24-12-2023
Cihê jidayîkbûnê: Helebçe
Cihê şehadetê: Qamişlo
Sînemagerê navdar Mensûr Kerîmî di 24-12-2023`an de li bajarê #Qamişlo# yê ser bi parêzgeha Hesekê ya bakurê rojhilatê Sûriyê di encama bombebarana firokeyên bêmirov ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.
Kerîmî li bajarê Helebce yê Herêma Kurdistana Iraqê ji dayîk bûye, lê piştî Enfalên ku di sala 1988`an de ji aliyê rejîma Iraqê ve li dijî kurdên Herêma Kurdistanê pêk hatin, tevî malbata xwe koçberî bajarê Sine ê Îranê bû. Herî dawî ji bo kişandina belgefîlmekê serdana bajarê Qamişlo kir.
Kerîmî di sînemayê de gelek beşdar bûn, ji wan “Nameyên şingalê”, “Siwariyên şingalê”, “Fîlmê Kûbanê”, “Evîna kurd”, tevî gelek belgefîlmên din. Di heman demê de wek mamosteyê perwerdeya wênekêşiyê jî xebitî
Di 24’ê vê mehê de hevalê me sînemager Mensûr Kerîmîyan di encama bomberdûmana hovane ya dewleta Tirk a li ser herêmên me yên li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) de jiyana xwe ji dest da.
Dewleta Tirk endamtiya NATO’yê ji xwe re sûd werdigire û guh nade ti qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina jiyana sivîlan di dema şer de. Gelek caran li hemû bingehên jiyanê yên herêmên me dixe, di serî de binesazî, saziyên sivîlî, civakî û di nav de jî kesayetên rewşenbîr û hunermend hedef digire. Hevalê me Mensûr Kerîmîyan ne yekemîn kesayetekî hunermend bû ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kuştin e.
Me wekî saziya Banos Fîlma a ji bo hilberîna fîlm û televîzyonê, bi Mensûr Kemîmîyan re gelek caran beşdarî xebatên belgefîlm û sînemayê bûbûn, û di demeke wiha de em vê komkujiyê şermezar dikin.
Em bang li hemû sazî û kesayetên çandî yên cîhanî dikin ku beşdarî şermezarkirina vê tawanê bibin û daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku mafên xwe di parastina herêmê û xelkên herêmê de bixwaze. Her wiha hevalê me Mensûr Kerîmîyan mamosteyê kamîrayê bû, bi nifşan xwendekar perwerde kirine û rojekê jî çek hilnegirtibû.
Bila ruhê Mensûr Kerîmîyan sax be, serê malbata wî sax be û em bîranînên xweş ji heval û xwendekarên wî re dixwazin.
Şehîdên me ronahiyên me ya pêketî ne.
Çavkanî: Kurdîpîdiya
Amadekirin û Wergera ji zimanê Erebî
[1]