Navê pirtûkê: NEYNIKA DILÊ XWENAS-(dîwançeya irfanî ya qelemşûrekî bê def û zirne).
Navê nivîskar: #Umîd Demîrhan# (Omitê Mistefê)
Cihê çapkirina pirtûkê: Buxarest
Navê çapxaneyê: Digital
Sala çapê: 2024
2. Bi navê Xwedayê kurdan
Bi navê Xwedayê kurdan;
ew Xwedayê ku rêza kirine ziman,
ji nava ewqas zimanan yek jî daye kurdan
û hemû zimanên ruhberan hêja kirine li ber dilên wan!
Bi navê Xwedayê kurdan Ê ku dizane hemû zimanan
û bi hemû zimanên afirandiyan dibihîze niyaz û gaziyan;
ew Xwedayê ku daye kurdan jî zar û wijdan,
-ew kurdên ku li ber xwe dikevin ji dil û can
gava dara zimanekî hişk dibe bêxudan
yan jî mêweyên wê dibin ziyan-.[1]