Divê li dibistanan jî #Melayê Cizîrî# hebe.
Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê lidarxistin, li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişlo di roja xwe ya 7`an de dewam kir.
Bi amadebûna endamên saziyên çandî û rewşenbîrî, nivîkar û rojnamegeran çalakiya xatirxwestina ji Sala Melayê Cizîrî hat lidarxistin.
Li gor ANHA'yê di gotûbêja hat li dar xistin de endamê HRRK`ê Kemal Necim wekî moderator û nivîskar Diyar Bohtî wekî axifger beşdar bû.
$CARA YEKEMÎN ÎSAL MELAYÊ CIZÎRÎ BÛ ROJEV$
Kemal Necim ji Diyar Bohtî pirsa “ji bo Melayê Cizîrî di 2023`yan de çi hat kirin û diviyabû çi bê kirin?” kir. Bohtî diyar kir ku xwestek ew bû ku em Melayê Cizîrî bi civakê bidin naskirin, ji ber hewldanên dûrketina wî ji kurdiyetê heye dixwazin wî li ber çavên kurdan reş bikin. Civak tenê dizane helbestên Melayê Cizîrî xweş in û wiha dom kir: “Çepgirên kurdan qet xwedî li Melayê Cizîrî derneketin, ew zane û fîlozofekî kurd bû.”
Di berdewama bersiva pirsan de Diyar Bihotî da zanîn ku wan dixwest û bi taybet HRRK`ê hewl da li ser navê Melayê Cizîrî konfranseke neteweyî li dar bixe, lê ji ber rewşa heyî bi parçebûna Kurdistanê re pêk nehat. Tevî hemû astengiyan cara yekemîn bû, di vê salê de li Rojava an ku li beşekî Kurdistanê di heyama salekê de Melayê Cizîrî bû rojev, bû rojeva zanîngehan jî.
$DIVÊ MELAYÊ CIZÎRÎ BIXIN NAV MATERYALÊN DERSÊ$
Diyar Bohtî destnîşan kir ku heke aliyên peywendîdar bixwazin Melayê Cizîrî di zakîreya civaka xwe de bi awayekî rast bihêlin, pêwîst e mijara wî teng nemîne; erka desteya perwerdehiyê ye ku di nava materyalan de der barê Melayê Cizîrî de waneyan bi cih bike.
$EVÎN LI CEM WÎ DI SER HER TIŞTÎ RE YE$
Diyar Bohtî bal kişand ser aliyên din ên Melayê Cizîrî û wiha got: “Mirovekî xwe bawer e, ne ji xwe razî ye, hest û welatperweriya wî heye, dibêje ku di aliyê wêjeyî de her kes ji helbestên wî fêm nake, ji ber ew bi sihir kiriye, dibêje ku beşeke ji helbestê min sihir e. Ew xwedî pêşbîniyeke pir xurt e di helbestên xwe de wiha daye diyarkirin, tişta gotiye va piştî 400 salan pêk tê. Evîn li cem wî di ser her tiştî re ye, bingehê her tiştî evîn e.”
Paşê helbestvan Mihemed Eşref û Îbrahîm Silêman helbestên Melayê Cizîrî xwendin.
Di nav çalakiyên îro de şevbuhêrka Êvara Ava Mezin li dar ket. Helbestvanên bi navê Ebdurehman Silo, Mihemed Zekî Gergerî, Yûsif Ebû Ceger, Ehmed Ciwêl û Mehmûd Ebdo ku hemû ji bajarê Dêrikê ne beşdarî çalakiyê bûn û bi kurdî helbestên xwe xwendin.
Çalakiya din a îro jî nîşandayîna fîlmekî bû. Fîlmê derhêner Mezlûm Demîr ê bi navê Sibê Dereng e hat nîşandayîn.
[1]