=KTML_Bold=Perestgeha Mad=KTML_End=
Perestgeha #Mad# yek ji şûnwarên herî girîng ên kom cihên #Bêstûn# ê ye û di bin nivîsa Daryûs de hilkeftiye. Perestgeh eniyeke bi dirêjahiya 10.50 metran û 7 metran jî fireh û 1.5 metre jî bilind e û ji kevirê netiraşî û bi awayeke ziwah hatiye çêkirin û bi rêyeke heft metran dirêj û bi firehiya 1.5 metran kirine bi du parçe. Li dawiya rêyê de odeyek heye. Di sala 1962an de, grubek şûnwarnas yên Almanya wê cihê perestgeha serdemê Madan radigihînin. Di vekolînên vî cihî de çend perçeyên ji hezareya yekem berî zayînê hatine dîtin.[1]