Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,459
Wêne
  124,460
Pirtûk PDF
  22,122
Faylên peywendîdar
  126,612
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Serpêhatiya rêberê efsaneyî Simkoyê Şikak
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Serpêhatiya rêberê efsaneyî Simkoyê Şikak
Kurtelêkolîn

Serpêhatiya rêberê efsaneyî Simkoyê Şikak
Kurtelêkolîn

=KTML_Bold=Serpêhatiya rêberê efsaneyî #Simkoyê Şikak# =KTML_End=
Mihemedsalih Qadirî

Simko sala 1887`an ji dayîk dibe. Piştî wê ku di sala 1905an de Cewher axayê birayê mezin ê wî ji aliyê hakimê Tewrêzê ve bi xapandinê tê kuştin û piştî wê ku Mihemed Axayê bavê wî ji aliyê Osmaniyan ve tê bêserûşûnkirin, ew jî ji sala 1906`an ve li herêmên Kotol, Makû, Kela Xwê (Xoy), û Selmasê, bona bihêzkirina desthilata xwe dest bi liv û tevgerê dike.
Li meha îlona sala 1912`an dema ku Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Taha neviyê Şêx Ubeydullah ji Tiflîsê diçin Xoyê, li wir ji aliyê çekdarên Tirk ve têne girtin û ber bi aliyê Tirkiyê ve têne birin, Lê Simko dema pê dihese, bi hêzekê êrîşî ser wan dike û li ser sînorê di navbera Îran û Tirkiyê piştî şerekî kurt Ebdulrezaq û Seyîd Taha ji destê wan rizgar dike.
Di despêka sala 1913`an de Simkoyê Şikak bi hevkariya Ebdulrizaq Bedirxan karî “Komeleya Cîhandanî” li bajarê Xoyê ava bike. Di vê çarçoveyê de dibistaneke kurdî li bajarê Xoyê (bajarê Xwê) tê vekirin ku çend mamosteyên Kurd ku ji Qefqazê hatibûn, bi zimanê Kurdî û Rûsî, ders dane 29-30 zarokên Kurd.
Li dawiya sala 1914an di kelekela şerê yekem ê cîhanî de, li gor lihevkirina di navbera Rûs û Îraniyan de, di dema dûrxistina Simko ji aliyê Rûsan ve bo Tiflîsê, li nêzî Colfayê ji aliyê Ermeniyan ve teqe lê hate kirin, lê ti zirarek negihîştê.
Di sala 1916`an de, dema ku rûsiyan dîtin ku bêy hebûna Simko li herêma Xoy û Kotolê, metirsiya dagîrkirina wan herêman ji aliyê Osmaniyan ve heye, Simko serbest berdidin û rê didin ku vegere devera Kotolê.
Sala 1918’an li ser daxwaza Marşîmon rêberê olî ê Asûriyan, Simkoyê Şikak bo hevdîtinê ji Çariyê diçe Kohneşehr a nêzî Selmasê. Di vê hevdîtinê de, dema ku Simko pê dihese ku Marşîmon li gor qewlên ku berê Rûsan dabûne wî û gelek çek û teqemenî dabûnê, dixwaze dewleteke Asûrî li ser xaka Kurdistanê ava bike, lewra bo pûçkirina wê pîlanê di pêvajoya vê hevdîtinê de Marşîmon dikuje.
Di nameyekê de ku tê texmînkirin di sala 1919an de Simko bo generalê desthilatdar ê Îranî Hesen Muqedemê Zefer El-dewle nivîsiye, di wê nameyê de Simko gotiye wî karbidestî, di cîhanê de gelek neteweyên kêmtir ji Kurdan bûne xwediyê dewleta xwe. Ger Kurd bi vê nifûsa xwe nekarin otonomiya xwe bi dest bînin, mirina wan baştir e ji hebûna wan.
Di meha duyem a bihara 1919`an de, hakimê Tewrêzê Mukerem El-mulk, bi alîkariya Ermeniyên wir, paketeke bombekirî amade dike û li ser navê şandina diyariyekê ji aliyê jineke Azerî ya xizma Simko ve bo Xusroyê kurê Simko, bombeyê bo kuştina Simko dişîne Çariyê. Di encama teqîna bombeyê de, birayê Simko bi navê Elîxan û sê kesên din di cih de têne kuştin û çend kesên din jî birîndar dibin.
Lewra Simko roja 17-07-1920`î Emerxanê Şikak mişêvr û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên xwe erkdar dike ku êrîşî ser hêzên dijmin bike, û Emerxan jî piştî şerekî giran kariye bendera Golmexane û cihên stratejîk ên Urmiyê bigre û bi vî rengî bajarê Urmiyê ji destê neyaran rizgar bike.
=KTML_Bold=Şerê rizgarkirina Mehabadê=KTML_End=
Sala 1921`an hêzên Simko piştî şerekî giran zêdetir ji 700 kes ji hêzên Îranê kuştin û herwisa fermandeyê giştî yê serbazên Îranê li padigana Mihabadê bi navê Hesen Melekzade jî bi dîl girtin û bajarê Mihabadê bi yekcarî ji destê dagîrkerên Îranî rizgar kirin.
=KTML_Bold=Şerê Şekeryazê=KTML_End=
Roja 17-12-1921`an artêşa Îranê bi 5 hezar şerkeran ve û bi fermandehiya Emîr Erşed Zirxam Qeredaxî li gel şêvirmendê leşkerî yê Swêdî bi navê “Lindbergh” êrişî ser Simko kirin. Emîr Erşed Zirxam Qeredaxî birayê Mihemed Husênxan bû, ku wî di sala 1905`an de, Cewher Axayê birayê Simko li Tewrêzê kuştibû. Di çarçoveya fermana Simko de Emerxanê Şikak jî bi hêzeke teyar, digel 200 şervanên Zêbariyan çeperên dijmin dişkînin û Emîr Erşed Qeredaxî jî dikujin.
Di Tîrmeha 1922`an de Simko rojnameya “Kurd” li bajarê Urmiyê daye weşandin, ku çend hejmarên wê bi du zimanên Kurdî û Farsî hatin weşandin.
Simko di dema serhildana xwe de têkiliyeke berfireh li gel piraniya serokhoz û rewşenbîr û şoreşgerên Kurdan hebûye û di nameyeke xwe de rû li gelê Kurd dike û wiha dibêje:
“Ey Kurdino! Xeynî yekîtî û pêkvebûnê, me ti riyek bona rizgariya neteweya xwe ji destê dijmin pê şik nayê û ji bilî girtina destê biratiya hevdu, ti çareyek bo rewşa bêçaretiya Kurdan tineye. Bi rastgoyî, destê yekgirtin û pêkvebûnê bidin hevdu û bi hemû hêz û şiyana xwe li hember destdirêjiya dijmin xwe biparêzin. Rêya rizgariyê tenê ev e, ne ti tişîteke din”.
Roja 27-07-1922`an di bin fermandehiya serleşker Cehanbanî de, 15 hezar leşkerên hikûmeta Rizaxan êrişî ser Kela Çariyê êvirgeha Simko dikin. Di rewşeke wisa de Simko neçar maye ku ji Kela Çariyê ve ber bi herêma Şipîranê ya nêzîkî sînorê Tirkiyê paşve kêşanê bike.
Di şeveke Oktobera 1922`an de, hêzên Tirk êrişî ser gundê Şamanis a Bakûrê Kurdistanê dikin. Di encama vê hêrişê de hevjîna Simko ya bi navê Cewahir Xanim tevî çend kesên din têne kuştin û kurê Simko yê şeş salî bi navê Xusro jî tê girtin.
Roja 06-11-1922`an çend karbidestên Îngilîzan bi serperestiya “Sidi Edmunds” li gundê Behirkê ya ser bi Hewlêrê bi Simko û Seyîd Taha û Ehmed Axayê birayê wî re dicivin. Di vê civînê de serbarê hewla Simko bo rakêşana piştgiriya Îngilîzan, lê karbidestên Îngilîzê ti qewleke piştgiriyê nadin tevgera Simko.
Roja 08-01-1923`an Simko ji bo seredana Şêx Mehmûd çûye bajarê Silêmaniyê û li wir bi merasimeke fermî û di nav kernevaleke mezin de ji aliyê Şêx Mehmûd û xelkê Silêmaniyê ve hatiye pêşwazîkirin.
Simko li heyama mana xwe ya li Silêmaniyê, piştî çendîn hevdîtinan li gel Şêx Mehmûd çi bersivek erênî bo dûrketina wî ji Tirkan û lihevkirina bi Îngilîzan re jê wernegirtiye. Herwisa Simko çi hêviyek bi piştevaniya Îngilîzan jî nemaye ku di wê demê de, li dijî Îranê piştevaniyê li Simko bikin. Di wî çaxî de bi sedema ji nû ve destpêkirina şerê di navbera Şêx Mehmûd û Îngilîzan, êdî Simko tê gihîştiye ku mana wî li Silêmaniyê bêfeyde ye û pêşeroja wî jî ne zelal e. Lewma di 28-03-1923`an de ji bajarê Silêmaniyê derdikeve û vedigere derdora Rewanduzê.
Piştî bêhêvîbûna Simko ji Îngilîzan û bicihhêlana Silêmaniyê û hatina wî bo herêma Rewanduzê, li wir ji aliyê Ozdemir karbidestê Tirkiyê ve hinek qewl û soz bi Simko têne dayîn. Hikûmeta nû ya Tirkan bona ku nehêle Îngilîz Simko li dijî wan bi kar bînin, wekî taktîka demkî, li gel rêdana bi Simko bo çûna nav Tirkiyê û radestkirina beşek ji darayî û malê zewtkirî yê wî û herwisa berdana Xusroyê kurê wî, gelek qewlên din jî dane Simko.
Lê piştî wê ku peymana Lozanê li rêkevt 24-07-1923`an tê îmzekirin û nakokiyên di navbera Tirkan û Îngilîzan li ser qedera Mûsilê, heta qasekê yekalî bûye, êdî Simko nekariye di Tirkiyê de bimîne û carek din bi destê betal vegeriyaye ser sînor û li derdora Çiyayê Dalamper li ser sînorê di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de akincî bûye.
Di destpêka sala 1924`an de piştî lihevkirina di navbera Simko û hikûmeta Îranê de, Simko vedigere Îranê û li gundê Howesnê ya girêdayî herêma Soma ya Urmiyê cihûwar dibe.
Sala 1925`an di dema pêşwaziya Simko ji hatina Rizaxan bo Selmasê, dema ku Rizaxan çekdarên Simko dibîne, ditirse û hizir dike ku ketiye dava Simko de û bi armanca xwederbazkirinê zû xatirê xwe jê dixwaze û dibêjê ez ê saet 4ê êvarê herim Kohneşehrê û tu jî were wir bona ku em bi hev re biaxifin. Simko piştî xatirxwastina wî bi diltengiyeke mezin û bi dengekî bilind gotiye:
“Diviya min ew kuştiba. Ji niha şûnda çi bête serê min heqê min e. Bêguman dê rojek bêt ku heman Rizo (Rizaxan) dê min bikuje”.
Sala 1926`an Simko bi 1500 kesî êrişî ser Selmasê kir, lê bi sedema nakokiyên navxweyî nekarî bajar bigre û di dema paşvekêşanê de li herêma Soma-Biradostê hate têkşikandin û neçar ma ku here Iraqê û li bakûrê Rewanduzê li Sîdekan biêvire.
Sala 1928`an cardin Simko li gel Tirkan li hev kir û li gel alîgirên xwe çûne nav sînorê Tirkiyê û li herêma Gewer a Bakûrê Kurdistanê bicih bûn.
Piştî vê ku Simko bo heyama du salan di rewşeke dijwar de, li sêgoşeya Başûr û Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê dimîne, li havîna sala 1930`î serheng Sadiqxanê Newrozî ji rêya Teymûrê Şikak ve ku pêştir çekdarê Simko bûye, nameyekê ji Simko re dişîne û daxwazê dike ku Simko bête Şinoyê û li wir çavê wî bikeve serleşker Hesen Muqedem fermandê payebilind ê Îranî.
Simko ku bi niyetpakî dixwast digel karbidestên Îranê bo çareseriya kêşeyên di navbera xwe de gotûbêjê bike, lê karbidestên hikûmeta Îranê berevajî dixwastin wî bixin davê û ji nav bibin. Mixabin Simko bi vê pîlana wan a qirêj nehesiya û bi hêsanî kete dava neyarên xwe de û roja 18-07-1930`î (27-04-1309an) li bajarê Şinoyê hate terorkirin. Bi vî rengî canê wî qehremanê efsaneyî yê Kurdistanê dibe goriyê nîştiman û dawî li tevgera wî ya zêdetir ji 20 salan tê.
Rizaşah hizir dikir ku bi nemana Simko xebat û tekoşîna Kurdan li Îranê dê bo heta heta bi dawî bê, lê li sala 1941an di dema şerê duyem ê cîhanî de eva Rizaşah bû ku dawî li hikûmeta wî hat û careke din gelê Kurd rabû ser piyan û vê carê bi rêberiya Pêşewa Qazîmihemed li sala 1946`an karîn Komara Kurdistanê ava bikin.
[1]
Simkoyê Şikak

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,146 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://kurdshop.net/ - 04-01-2024
Gotarên Girêdayî: 27
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-07-2018 (8 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 91%
91%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-01-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 04-01-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Hejar Kamela ) ve li ser 12-10-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,146 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!