=KTML_Bold=Nexşekevirê Mehrdad=KTML_End=
Nivîsa kevirê Mehrdad, yek ji mezintirîn şahên Eşkan bûye û yek ji kevintirîn#şûnwar# ên desthilatdariya Eşkan e û nirxê wê yê dîrokî gelek zêde ye.
Ev şûnwarên han vedigerin bo salên 110 heta 123an berî zayînê û rast li binê nivîsa kevirê Daryûsê Hexamenşî de cih girtiye.
Nexşê ser kevir bi taybet bi nîşandana desthilatdariyê ji aliyê Mehrdad ve ji Satrapsan (rêveberên herêmî) re, ku her yek ji wan li gorî pêgehên ku hene di rêzê de li dû hev rawestane.
Li ser serê her yek ji kesayetiyên li hundirî vê nexşa kevirî de kevirnivîsek bi destnivîsa Yewnanî heye ku van dide naskirin. Kesê yekem Gûderiz e yekemê li dû Mehrdad de dibe cêhgirê wî be. Û navê kesê duyem li destpêkê ku renge yek ji şazadeyan be.. Kesê sêyem Mîtradat e ku di vê nivîsê de bi nasnavê “Pîpîs Tumînus” ango Emîn Şah hatiye nasîn. Kesê çaremîn jî navê wî Kufasats e.
Ev nexşe kevira han ji bilî ku bi derbasbûna demê re zirareke mezin dîtiye, li serdemê Şêx Elî Xanê Zengene ku Serokwezîrê Şa Sulêmanê Sefewî bûye, beşek bi mebesta çêkirina nivîsa kevirê Şêx Elî Xan, ji nav çûye.
[1]