Çîroka temamkirina romana (#DÊRA ZAHFERAN# ) a #Nîzamettîn Akkurt# .
Hasîp Yanliç
Dost ne ku dema dikevin
Dema têne ji bîr kirin dimirin
Em dostên xwe ne ku wekî kulîlkên di nava pirtûkan yên ku toz girtine de,
Em wan wekî birînên evînê di dilê xwe de vedişêrin.
M.Mungan
'Ew ku di bin dara mêwê de dirêjkirî bû, ji nişke ve şiyar bû. Êşa lingê wî ew qas dijwar bû ku êdî nikaribû xwe ragire. Wî destê xwe bi ser devê birîna ku bi paçê şûtikê ji bo seknandina xwînê girê dabû bir û anî. Devê birînê şil bû. Ew di cî de veceniqî û ji ber derbûna xwînê xemgîn bû, terpiniyek ji dilê wî hat, hejandineke mîna qerastinê ji serî heta binî bi laşê wî ve girt û paşê jî ji nişke ve lerz pê ket. Laşê wî wekî hebanê radibû û dadiket. Wî hêz da xwe û bi destê xwe bi çiqlê dara mêwê bigire, lê dîsa jî cirifandina laşê wî nesekinî…’
$NASÎNA MIN Û VÊ ROMANÊ$
Romana ku em ê li ser çend gotinan bikin bi vê paragrafê destpêdike û pêve diajo… Ev roman ji weşanxaneya KurdPedê di sala 2023'an de li Stockholmê hatiye weşandin. Nasîna min û ya vê romanê gelekî balkêş e. Ez 2019’an de ji welatê bav û kalan hatim sirgûnkirin. Qederê berê min da Skandinaviyayê û welatê Swêdê. Ez bawerim serê sala di 2020’î de nasîna min bi Mamoste Hakki Balta re çêbû. Piştî hinekî dostaniya me û hevnasîna zêdetir, rojekê Mamoste ji min re got xebatek li ber min heye û ez dixwazim berî mirinê vê berhemê xilas bikim, hema niha tenduristiya min rê nade ku ez vê xebatê xilas bikim. (Mamoste Hakki Balta gelek caran ji dilê xwe emeliyat bûye) Bi rastî jî gelek rêza min ji mamoste re heye ku wî 40 salî li Swêdê dersên kurmancî dane zarokên kurdan ji bo ji asîmlasyonê/helandinê xilas bibe. Ji ber wê jî heta ku ji destê min bê ez gotina Mamoste Hakki Balta li erdê nahêlim…
$ROMANA BÊ BEŞA DAWÎ$
Ez vegerim ser çîroka romanê, ji min re ev got; Dostekî min hebû nivîskar bû. Em bi hev re gelek xebitîne. Gelek pirtûkên kurdî nivîsandiye. Mixabin di ciwaniya xwe de ji ber ku berê Şervanê Azadiyê bû û di şikeftan de mabû (gotina doktoran) bi pençeşêrê (qancerê) ketiye. Heta ku êdî rojên wî yê dawî û radizînin nexweşxaneyê jî haya malbata jî pênexistibû. Ji bo ji kesî re nebe bar. Berî koça dawî bike hevsara wî telefonî min kir û got 'Sele (Nîzamettîn Akkurt) gelek nexweş e û li nexweşxanê ye û dixwaze te bibîne...' Rojek an jî du roj paşê xebera nexweş hat û gotin 'Nîzamettîn koça dawî kiriye…' Ji hevsera xwe re gotiye xebata min a dawî di komputira min de ye, wê xebata min, bide Mamoste Hakki bila vê romana min biweşîne… Min roman hemû nivîsên wî girt hema beşa dawî/an jî beşên dawî tune bû. Her çiqas em lêgeriyan jî me ew beşên dawî nedî. Em çar-pênc kes rûniştin û bi hev re şêwirîn encama şêwra me beşên dawî bi destûra malbata wî ji nû ve bê nivîsandin. Û em vê ya jî ji te dixwazin. Tu dikarî biceribîne…”
$ROMANEKE GELEKÎ XURT E$
Min ji xwe kêm û zêde jiyana gorbihuşt Nîzamettîn Akkurt dizanî bû. Her çiqas ew nivîskarek bû jî ewilî şoreşgerek bû. Li ser rêhevaltiya şoreşgeriyê min ev peywir qebûl kir. Şoreşgerî al dewir kirin e; her yek tê gavekê bi pêş ve dibe, min jî li ser vê esasê ala nivîsandinê berdewa beşên dawî yê romanê girt ser milên xwe…
Îcar em derbasî romanê bibin; Roman ji aliyê mamosteyekî zimanê kurdî ve hatiye nivîsandin ji ber ku pirtûka Nîzamettîn Akkurt Rast Nivîsa Zimanê Kurdî heye. Zimanekî gelekî xurt hatiye nivîsandin. Roman wekî jubîleya xwe nivîsandiye. Bi salan e, ku li ser edebiyatê û wêjeyê xebitiye. Ji xwe li Stenbolê Zanîngeha Medyayê xwendiye, ev jî nîşaneya wî ya xurtbûna nivîsan e, gotina min roman gelekî xurt hatiye nivîsandin. Min li ser gelek pirtûkan nivîsên nirxandinê nivîsandine. Piraniya romana li ser du beşan dimeşin. Hema ev romana ku em li ser diaxifin li ser çar beşan dimeşe wekî flashbelekê li hev digere. Ev jî gelek bi hostatî kiriye.
Beşek wê wekî ku min di serî de jî parve kiriye karektera sereke û bûyera sereke ya romanê Şervanekî birindar e bûyer li der û dora wê dizîvire.
$PAQIJIYA DÊRAN $
Beşa din jî li Dêra Zahferan derbas dibe, ew jî di romanê de gelek beşek zindî ye; yekî/a ku di nava dêrê de ne jiya be nikare ew qas bi zelalî jiyana di dêrê de bîne ziman.
…Di destpêka salên 90’î de pênc-şeş dêr ji hêla leşkerên tirk ve hatine valakirin. Tenê Dêra Gabrîel, Dêra Xirabê û Dêra Zahferan saxlem mane. Sal duwazdeh heyv carek an du caran çend kes tên û paqijiya van dêran dikin û pişt re jî diçin. Ew ên ku ji bo paqijiyê tên jî nikarin bimînin ji ber ku ewlekeriya canê wan tune ye…
$ÇERMÊ DORA ÇAVÊN WÊ DEQDEQÎ BÛYE$
Beşa din jî mêvanên ku ji Ewropayê hatine;
’…Ew bi mêrê xwe re ji bajarekî Ewropayê hatibû, ku ew çend sal bûn bi hev re lê dijiyan. Di hatina xwe ya dêrê de wekî her carê Mîxoîl û Pero xanimê jî anîbûn.
Ferîdeyê jî Pero xanim û Viyolet xanim hembêz kir şûn de bi xêr hatina Mîxoîl û Circîs kir. Ferîdeyê di dilê xwe de gerand û got, xweha min qet neguheriye, tenê çermê dora çavên wê deqdeqî bûye. Wê bi nerîneke tijî hezin li xwişka xwe mêze kir… ’
Beşa din jî di sala 1979'an de wekî flashbelek bûyerên li gund derbas dibe wekî zarokatiya lêheng diçe û tê. Sala ku tevgerên kurd li Kurdistanê û li Tirkiyeyê xwe birêxistin dikirin, ji bo Kurdistanê hema hema hemû ciwanên kurdan di nava van tevgeran de cihê xwe bi awayekî digirt...
…Circis bi mêvanî tê mala Menîceyê. (Menîce jê re dibêje ku Meryemê jê re qala emanetekê kiriye, lê cih negotiye)… Aydîn fam kiribû ku ew tiştê ku lê digere li ba Circîs tune bû, lewma zêde pêdivî bi xwe re nedît ku axaftinê dirêj bike. Li ser rêya dibistanê xwe tevî nav koma gundiyan kir û paşê jî xwe di nav kolanên teng ên gund de wenda kir…
$ENCAMEKE BI DILÊ NIVÎSKAR$
Îjar ev çar mijar pêwîst bû min bigihanda hev û ji wan encamek derxînim û şûna nivîskar encamekek kin û ’bi dilê nivîskar ’ binivîsim. Zêde dirêj nekim, min û Mamoste Hakki li ser sê çar encaman nîqaş kir û encamek me peşirand û li ser wê encamê ji rûpela 135'an heta dawiya pirtûkê ku 159 rûpel e li gorî zanebûna xwe, bi qasî ji min dihat û zêde jî mudaxelaya pirtûkê nekim herî kin û kurtasî min roman bi encamek ku ez bawerim ew ê bi dilê nivîskar ba jî dawî kir.
Dostê wî yê li ber dilê me gelekê biqedr û qîmet e, Mamoste Hakki Balta dostaniya xwe pêk anî û min jî pênûsa nivîskarekî şoreşger li erdê nehişt..
[1]