$Çapemeniya kurdî: Rojnameya Kurdistanê (1898)$
Şêrko Janzêm
#Rojnameya Kurdistanê# ji roja ku dest bi weşanê kir û heta roja ku weşana wê rawestiya hertim zordarî û qedexeyên hikumeta osmanî û padîşahê wê Ebdilhemîd li ser bûn.
Gava yekem ya rojnamegeriya kurdî, rojnameya Kurdistanê di 22yê avrêla 1898an de li paytexta Misirê Qahîreyê ji hêla #Mîqdad Mîdhed Bedirxan# ve tê derxistin. Zimanê rojnameyê kurdî û tirkî bûye.
Bi tevahî 31 hejmarên Kurdistanê tên weşandin lê ev 31 hejmar hemî ne li Qahîreyê derdikevin, ji ber gelek sedeman Kurdistan derdikeve rêwîtiyekê. Sê hejmarên pêşî li çapxaneya El-Hîlalê, hejmarên 4-5an jî li çapxaneya Cerîdeyî Kurdistanê hatine derxistin. Piştî hejmara 6an Mîqdad Mîdhed ji ber hin sedeman (zextên padîşahê dewleta osmanî Evdilhemîd û nexweşiyê) dev ji berpirsiyariya rojnameyê berdide. Li dewsa wî birayê wî Evdirehman Bedirxan dibe berpirsê rojnameyê.
Evdirehman Bedirxan rojnameya Kurdistanê ji Qahîreyê dibe Cenevreya Swîsreyê. Rojname li wê derê di çapxaneya Cemiyeta Tefaq û Qenciya Musulmana de tê çapkirin, heta hejmara 19an li Cenevreyê tê çapkirin. Navenda rojnameyê ji hejmara 20an heta hejmara 23yan dîsa dibe Qahîre. Hejmara 24an rojname li Londona Îngîlistanê derdikeve. Hejmara 25an heta hejmara 29an li Îngîlistanê li bajarê Folkkestonê derdikeve. Dûvre rojnameya Kurdistanê dîsa vedigere Cenevreyê û hejmarên 30 û 31ê li wir derdikevin. Hejmara 31ê ku hejmara dawî ya li ber destan e, niha di 14ê avrêla 1902an de derketiye.
Wek ku li jorê jî diyar dibe, rojnameya Kurdistanê di nava çar salan de pênc ciih guhertine. Bi tevahî 31 hejmarên rojnameya Kurdistanê derketine, dibe ku ji 31ê zêdetir be jî lê ji ber ku hejmara herî dawî ya li ber destên me hejmara 31ê ye, em vê yekê qebûl dikin. Lê bi tevahî 30 hemar li ber destan e ji ber ku hejmara 19an wenda ye.
Evdirehman Bedirxan
Ji 30 hejmarên rojnameya Kurdistanê 26 hejmarên wê di sala 1972an de ji hêla Dr. Kemal Fûad ve li Bexdayê bi awayê orîjînal wek pirtûk tê çap kirin. Piştî Kemal Fûad, Mehmed Emîn Bozarslan transkrîbsiyona wan dike û di sala 1991ê de bi awayekî du cild wek pirtûk çap dike. Hejmarên 17 û 18an yên ku Kemal Fûad û Mehmed Emîn Bozarslan bi dest nexistibûn ji hêla Malmîsanij ve tên ditin û di sala 1992an de tên çapkirin. Piştî ku ev herdu hejmarên wenda tên ditin, hejmara 10 û 12an ji hêla Celîlê Celîl ve tê dîtin û ew wan teslîmî malbata Bedirxaniyan dike. Transkrîbsiyona herdu hejmaran ji hêla Kerem Soylu ve tê kirin û di kovara Zendê, hejmara bihara 2007an de tê weşandin.
Zîmanê rojnameya Kurdistanê tirkî û kurdî ye lê ji serî heta dawî ne wilo ye. Sê hejmarên pêşî xwerû bi kurdî ye. Di hejmarên 4, 5, 6 û 7an de kurdî û tirkî ye. Hejmarên 8, 9, 11, 12, 15 û 16an xwerû bi kurdî ye. Hejmara 10an û yên mayî bi kurdî û tirkî ne, ji bilî hejmara 19an ji ber ku ev wenda ye em nizanin xwerû bi kurdî ye yan bi kurdî û tirkî ye. Yek ji sedemên ku zimanê rojnameyê kurdî û tirkî ye, kêm xwendin û xwendeyên kurdan ya bi zimanê kurdî bûye.
Birayên Bedirxanî di hemî hejmarên rojnameya Kurdistanê de, di çarçoveyeke dînî-siyasî de rewşa kurdan nirxandine û li rêya çareseriyê geriyane. Hem ji ber vê yekê û hem jî ji ber ku Kurdistan diket sînorê ûrisan, di rojnameyê de hertim ûris wek xetereyekê hatiye dîtin.
Mîqdad Mîdhed, di hejmara 2an de dest bi weşandina beşên Mem û Zîna Ehmedê Xanî dike. Di hejmara duyem ya rojnameya Kurdistanê de ji bo weşandina Mem û Zînê wiha dibeje: “Her cerîdekê de ezê ji wê kitêbê hinê binivisînim, heta xelas bibe.”
Rojnameya Kurdistanê ji roja ku dest bi weşanê kir û heta roja ku weşana wê rawestiya hertim zordarî û qedexeyên hikumeta osmanî û padîşahê wê Ebdilhemîd li ser bûn. Ebdilhemîd zor dida hikumeta Misrê ji bo ku weşana rojnameyê rawestîne û Mîqdad Mîdhed vegere Stembolê. Lê van zext û zordariyan fêde nekir û rojnameya Kurdistanê weşana xwe ranewestand. Mîqdad Mîdhed li ser qedexeyên hikumeta osmanî di hejmara 4an de wiha dibêje; “Ji welatên ez cerîde rêdikim ji min re dinivîsin ku cerîdeyên ez rêdikim, memûrên hukûmetê nadin xweyiya. Çikû kurmancî nizanin, dibêjin qey min derheq wan de tiştek nivîsiye.”
Çavkanî:
Dilgeş F. Rojnameya Kurdî ya Herî Pêşîn Kurdistan, Weşanên Nûbiharê, Stembol, Çapa Duyem, 2017.
Kanî A. Kurdistan: Yekemîn Rojnameya bi Kurdî, Weşanên J&J, Amed, 2018.
Acar H. Ji Destpêkê Heta Îro Qonaxên Rojnamegeriya Kurmancî
Xisarnasiya “Êş û Ezmûnên” (Azar û Ezmûnekanî) Hatem Mînberî
Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 4em
Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa dawî
Komkujiya xelkê Mukriyanê di şikefta “Mukrî Qiran”ê de
Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa 1em
“Xurî” desthilatek xwedî şaristaniyet û zimanê taybet bi xwe bûye
Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jêkafê- Beşa 2yem
[1]