$Kela Dêrê: Keleheke kevin a aşûrî û mîrateke giring a paşmayên Mîrnişîna Baban$
Sîpan Sofîzade
Keleha Dêrê dikeve beşa rojavayê quntara çiyayê Pîrmam û 38 km dûrî navenda bajarê Hewlêrê ye û tenê 2 km li milê çepê yê rêya Hewlêr û Dare Bizmare û gundê Serûkanî ye.
Ev keleh li ser girekî bilind hatiye avakirin û sûreke bihêz û qahîm a leşkerî li çar dora gir hatiye kişandin û di nava burc û dîwaran de cihên berevaniyê weke çeper hatine avakirin.
Paşmayên wan dîwaran ji yek heta 6 metreyan bilind in, her di nava wê kelehê de 5 ode, holek û hewşeke mezin bi rûberê 23*21.7 m û bîreke avê hene.
Keleha Dêrê li #Hewlêr# ê serdemekê keleha mezin a parastina desthilata Mîrê Soran bû û niha bûye wêraneyek. Tevî ku #şûnwar# eke Mîrê Soranê ye, wêneyê kelehekê nade ku beşek be ji çand û şûnwarên Kurdistanê.
Hin arkeolog di vê baweriyê de ne ku dîroka vê kelehê gelek ji serdema desthilata Mîrên Soran kevintir e û di dema desthilata wan mîran de hatiye nûjenkirin.
Li gor çavkaniyên dîrokî avakirina keleha Dêrê vedigere bo hezarsaliya yekem a berî mîladê, wate serdema aşûriyan. Piştre di dema desthilata Mîr Sefa bavê Mîr Mihemed paşayê Riwandizê de hatiye avedankirin.
Ev keleh di dema xwe de, di navbera salên 1800 heta 1838an a mîladî de bo çavdêrîkirina rêya bazirganiyê ya navbera Mîrnişînên Soran li gel mîrnişînên cîranên wan welatê Îrana Qacarî û Tirkiya Osmanî hatiye bikaranîn. Li gor vegotinên xelkê navçeyê heta salên destpêka sedsaliya 20an jî xelk li wê kelehê jiyaye û weke hewşeke mezin bû. Piştre hatiye valakirin û bûye serbazgeha Iraqê û piştre ev wêraniya niha li pey wê maye.
Bîrek û xezaneke avê tê de maye û niha jî hatine tijîkirin, şeş burc bo çavdêrîkirina rêya bazirganiyê û xelkê di navbera Mûsil û Îran û Tirkiyê de hatine bikaranîn. Xelk û bazirgan ji bajarên Kerkûk û Hewlêrê bi riya gundên Behirke û Bersore re çûne û xwe gihandine vê kelehê.
Di nava tomara Rêveberatiya Giştî ya Şûnwarên Herêmê de bo nasandina şûnwarên Herêma Kurdistanê keleh bi vî awayî hatiye nasandin: “Ev keleh 40 km dûrî Hewlêrê ye, dikeve ser rêya Hewlêr- Dare Bizmare li nêzî gundê Dêrê ku keleh jî her bi navê wî gundî ye. Ev keleh li ser girekî destçêkirî hatiye avakirin û bilindahiya wê 39 metr e.
Ev keleh ji avahiyeke şeş alî ya ne bi rêk pêk hatiye û şeş burcên wê hene. Li milê başûrê rojhilatê kelehê şûnwarên mizgeftekê û hejmareke xaniyan hene. Ji ber wekheviya keresteyên keleh pê hatiye çêkirin û dîwaran, tê pêşbînîkirin ku temenê wan û kelehê wek hev be.
Bi giştî ev keleh ji kevirên ne wek hev û madeya qisil hatiye avakirin û ji bilî burcên wê, hejmareke odeyan hene ku berê xwe didin nav hewşeke mezin. Di orta kelehê de bîreke avê heye, ku ji kaniyên derdorê av jê re hatiye kişandin, heta salên 70yan ên sedsala borî jî her av li wê bîrê hebû.
Ev keleh hatiye paşguhxistin û pêdiviya wê bi nûjenkirin û nasandina zêdetir heye. Di demsala biharê de bi taybet di du mehên yekem ên vê demsalê de, gelek kesan serdana wê deverê dikin ku bûye ciheke geştiyarî.
Di salên borî de welatiyan ziyan gihandine vê kelehê û metirsiya jinavçûnê li ser heye. Tevî ku hikûmetê plan heye ku vê kelehê nûjen bike, lê ji ber krîza darayî heta niha nûjenkirina wê neketiye warê cîbicîkirinê de.
Li sînorê Hewlêrê, li gor nexşeya ku rêveberatiya şûnwarên Hewlêrê amade kiriye, bêhtir ji hezar cihên dîrokî hene û heta niha pişkinîn û topografiya wan navçeyan berdewam e.
Cihên herî diyar û navdar ên Hewlêrê, Keleha Xanzad, Diwên, Keleha Dêrê û Baneman in ku niha pêdiviya wan hemûyan bi nûjenkirinê heye.
[1]