Navê pirtûkê: XEWN JÎ QEDEXE NE
Navê nivîskar: #Sidqî Hirorî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Ankara
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2023
Sidqî Hirorî, bi çîrokên Xewn Jî Qedexe ne derbên tenik, lê bi bandor li çîroknûsîya Kurdî dixe. Hin caran serê pênûsa wî ber bi zimanê qerfokîyeke tenik û reş ve û hin caran jî serê pênûsa wî xwendevan ber bi melodiramayeke tenik ve dibe. Lê di her gerîyana serê pênûsa wî ya di nava çîrokan de xwendevan tûşî êş û azarên Kurdan kiriye, tûşî serpêhatîyeke sosret ya penaberên Kurd li Ewropayê pê re rûbirûyî bûne, tûşî cîhaneke dîtir ên ku di jîyana rojane de, di encama derblêdanan de vebûne kiriye û tavilê xwendevanan vedikişîne nava xwe.
Sidqî Hirorî, bi “Xewn Jî Qedexe ne”yê re xwendevanan derdixe rêwîtîyeke hem nasyar hem jî xerîb.
[1]