Efrîn di bin dagîrkeriyê de (78): Gulebarankirineke berdewam li ser gundên Şêrewa, Pakrewanbûna sivîlan… binçavkirin û cezakirinin ne mafdar, niştecîkirin û destdanîna li ser mal û milkên xelkê
Wergerandin ji Erebî
Quretî û pozbilindiya destalatên Anqerê gihîştiye asta xwe ya herî bilind, di dema ku gefguran li her kes û aliyê ku helwesta wî di derbreyî rewşa Sûriyê de ne wek ya wan be dikin, û di siyaset û bîr û boçûnên xwe ya ku şepêl û rêxistinên Islama siyasî diparêzin de- ta ku li ser lîsteyên terora cîhanî bin jî – eynat û bi rik in. Vaye xuya dibe ku çawa artêşa Turkiyê di meydanên Idlibê de, li kêlek milîsên (Heyit tehrîr el-şam- Nesra berê) û yên ji bilî wê teror re bokeliqiyan dike, û bi milîsên cîhadîst û tundrew li#Efrîn# ê re jî, binpêkirin û tewanbariyan di dermafê herêm û xelkê wê de berdewam dike.
Bi gurkirina şerê ku li gundewarê Başûr û Rojhilatî Idlibê û hin gûndewarê Rojavayê Helebê dibe re, hêzên Turkiya dagîrker û nandozên pêve girêdayî, hefta derbasbûyî bombebaranên xwe li ser gund û bajarokên bi ser gundewarê Bakurê Helebê ve, yên ku di bin destelatiya artêşa Sûriyê de û tijî xelkê Efrînê yê koçberbûyî, zêdekir. Jêderên xwecehî tekezkirin, ku bombaran ji aliyê Ezaz û gundê Tilif – Efrîn ve- ê ku bargehên leşkerî yên tirkî tê de – tê, û (Til-Rifet, Dêr -cimêl, Merenaz, Şewarxa, Aqûbê, Bênê, Soxanekê, Kalûtê, aşê – elfeysel, Zaretê, Kefernaye, Elqemiyê, Kefer-enton, Hirbil, Um-hoş, Şêx -îse, Nêrebiyê, Te’anê, Simoqê, Sed -elşehba, Til -elmedîq, Helîse, Elwerdiyê, Til-cîcan…) armanc bûn, û ziyanine şênberî (madî) û şehîd û birîndar encam dan.
Emone Mensor Omer
Li şeva 24 î Reşmehê, di encama bombebarana gundê Kalûtê- Şêrewa de, hemwelatiya bi navê (Emone Mensor Omer a 40 salî) şehîd ket, hemwelatiyê bi navê Xelîl Bekir Omer bi xedarî birîndar bû, û ziyanin şênberî jî gihîştin malan.
Li şeva Sêşemê, li 25 î Reşmehê, malek li gundê Aqûbê- Şêrewa ya ku koçberên Efrînê tê de rûdiniştin jî hate armanckirin, di encam de, mal hate roxandin, sê sivîl ji malekê ji gundê Kurzêlê (Esmet Hemo, Mufîde Remzî Hesen û zarokê bi navê Cemîl Hemo) birîndar bûn, û herdu hevjîn (Hesen Hec Ezet Mohemed 55sal, Fatîme Ehmed Elî 46sal, û Sirûşt Hesen Mohemed 12sal) jiyana xwe ji dest dan, û ji ber bombebarankirina berdewam ta sibê di bin bermaya hilweşînê de man. Û ji aliyê Saziya şehîdan – Rêvebiriya xweser a herêmên Şehba û Şêrewa- ve, li goristana pakrewanan- Fafîn, bi beşdariya cemawereke mezin û di gel qêrînên şermezariyê li dij tewanbariyên Turkiya dagîrker hatin oxirkirin û binaxkirin.
Binpêkirinên din:
Qutkirina bêtirî /100/ darên zeytûnê ya malbata Çerçî – xelkê bajarokê Bedîna, li deşta Kitix, û berdana keriyên pêz û dewaran li nav zeviyên zeytûnên wê deştê ji aliyê milîs û xelkên anîne ve, da ku ziyanê bighînin wan dar û beran.
Ji berî hefteyekê, herdu ciwan (Reşîd Riyad Fatê Sinî, Ebdo Mohemed Çerçî) ji gundê Bedîna, ji aliya asayişa turkî ve, li Istambolê – bi tuhmeta endamtiya wan ji asayişa Rêvebiriya Xweser a berê- hatin binçavkirin, û berî niha bi salekê, ciwanê bi navê (Nîdal Ehmed Yûsêf) ji heman gundî, bi tuhmeta têkliya wî bi Rêveberiya berê re, hate binçavkirin û bi deh sal zîndankirin hate cezakirin.
Di 23î Reşmehê de, du hemwelatî (Ibarahîm Mihemed Ibrahîm, Mustefa Ehmed Silêman) ji gundê Golîka – Mabeta, çar rojan hatin binçavkirin, yên ku carekê berê jî hatibûn girtin; di gel binçavkirina hemwelatiyekî din rojekê din bin sedema ku navê wî wek navê (Ibrahîm Mihemed Ibrahîm) ye.
Li Navça Bilbilê, “dadkarê niyabê”- hemwelatiyine ku berê gunehbarbibûn û bi berdêline diravî hatibûn berdan- vedixwîne dadgehekirinê, da ku bi biryarine zordarane di dermafê wan de rûbirû bibin. Herweha, serkêşên milîsên “Siqor elşam” li gundên Qizilbaş û Bêlê jî, xwediyên tirektoran qedexe kirin ku erdên xwe bajon, ji berî ku ji wan re zeviyên ku dest danîne ser dajon û ji bermayên kesxandina darên zeytûn û mêwan ji kîsî xwe paqij dikin.
Niştecîkirin û destdanînser:
Deşta kaniya Batmanê û gundê şediya
Şediya /25/ mal, Xirabê Simaqê /30/ mal û Sorkê /70 /mal e, ev gund nêzîkî sînora Turkiyê ne, li Rojavayî navenda navça Reco dikevin, xelkê wan gundan di çandinî û çêrevaniyê de kar dikin, piraniya nişteciyên xelkê Şediya yên resen û dora nîvê xelkê Sorkê vegerîn ser cî û warên xwe, yên Xirabê Simaqê jî venegerîn, û yên venegerî ne, ji neçariyê mişexte bûn, li şûna wan bi sedan ji malbatên anînindane bi cî kirin, li gel wê jî dora nîvê mal û milkên wan gundan û yên deşta Betmanê yê jê ve nêzîk dest danîn ser, rûberin fere ji dar û berên çiyayên “Sarsîn” û “Kerê” yên jê ve nêzîk qutkirin, birandina darên gêlberiyê yên temenmezin (dara Hebeşê kalo wek nimûne), di gel hin malên wan gundan û dibistana “Sindirê” di dema êrişkeriyê de hatin bombekirin û tarûmarkirin, û dibistana “Sorkê” jî, ji milîseyên “elfirqe eltasî,e” re kirin navendeke leşkerî.
Çadirên li Reco
Li gel vê, pirojeyên niştecîkirinê li Efrînê bi pirbûna hejmara yên ji alafên şer û dogişên gundewarên Idlib û Helebê direvin re berdewam dibe, vê re jî siyaseta tengasîkirinê li ser ên mane ji Kurdan- nişteciyên resen- tê meşandin, da ku wan neçar bike ku barkin, û guhertinek demografî mezin li herêmê çêbike. Di vê çarçewê de, bi sedhezaran biyanî bi darê zorê di nav mal milkên xelkê herêmê de cîbicîkirin, kon û çadir bi şêweyên komelgeh û tewşankî hatin belavkirin û ta hinek li ser piştên mal û avahiyan jî- weke Cindirês û gundê Kora yê bi ser ve girêdayî- hatin venandin. Herweha şerên navxweyî di nav milîseyan de, li ser parvekirina mal û ciyan û kirêdan wan mal û ciyan bi buhayên bilind bo wan anîndeyênan derdikevin holê. Şerê ku di nav milîseyên “Sultan Mûrad” û “Asayişa leşkerî” li navenda Efrînê derketî holê û hin endamên wan jî hatine kuştin û brîndarkirin nimûneyek e. Û di berçevîdiyoyeke li ser rûpelên têkeliyên civakî belavkirî de, yê ku bi navê “Ebû elfehid” tekez dike ku çawa milîs dest dîdinin ser malên xelkê Efrînê û bi kirê yan firotaneke ne arzînekirî ji 1 ta 3 hezar dolar didin ewên bi anînindane.
Li hêleke din, xoce û îmamên mizgeftan li Efrînê yên bi ser rêxistina Ixwan elmuslimîn û Hikometa Eledalê Weltenmiyê El-turkiyê ve, li roja Înê vexwendin hildan, da ku nimêja elxa’êb di mizgeft û li kastînan, li ser giyanên kuştiyên artêşa Turkiyê li Idlibê bikin, û wan wek Pakrewan diyar bikin, weke çawa li herêmên din ên dagîrkirî mîna Idlib, Girê Sipî, Ezaz, Bab, Cerablus û Serê Kaniyê hatî rûdan. Herweha hin milîsên bi ser Turkiyê ve girêdayî, hin xwepêşandan li Efrînê, bi hildana alên Turkiyê û ji bo piştgiriya artêşa wê, meşandin.
Bi dawîkirina Dagîrkeriya Turkiyê ji hemî herêmên ku li Sûriyê hatine dagîrkirin ve, û jiholêrakirina rêxistinên terorîst, rê li pêş çareseriyeke rêzanî li Sûriyê dûz dike, herweha rê ji vegera xelkê Efrînê yên koçberbûyî re vedike, û ciyê Efrînê yê xwezayî, aştiyane û normal, ku di bin serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê de be, û bermayên dagîrbûnê û encamên guherîna demografî ya birêkûpêkirî ji ser rabin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]