Navê pirtûkê: MELAYÎKETA DÎL
Navê nivîskar: #Mem Bawer#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Zurafa
Sala çapê: 2014
bêhntengiyên min
di esra teng de, peyvên xwe yên şêr(în diesirînin.
di tora şerê felekê de hoste
di tora evînên serhişk de
daragûzeke pûç bû laşê min.
te nizanibû lê
her ku bawîşk dihatin devê te yê lîrîk û xayîs, min dixwest di tahma berfedimskê de ez bimijim
lêvikên te yên mijok.
dilê min dibijiya tendûra laşê te yê pêtî
pê tîna xwe min dişikand.
dişikiya şembelîkên şeva şikeva li qeraxa êvarên tetirxanî.
xwekuştin dibû meleqof û dişemitî wê gavê ji ser birînên me yên xewarî.
wê carê cot caran min ji te hez dikir.
[1]