Efrîn di bin dagîrkeriyê de (85): Girtinên bêsûcane dighêje akadîmiyekî û temenmezinan… Dadkirineke zorane ji hişneliciyekî re, vêrgî û destdanînser, û bombebarankirinên berdewam li ser bakurî Heleb
Ala Turkiyê li ser pesarê çiyayê “Gir”- Bilbil
Destlatên dagîrkeriya Turkiyê li herêmên, ku li bakurî Sûriyê destlat kirine – bi taybetî li herêmên kurdî – ji mandineke demdirêj re dadimezrînin. Ew guhertineke bingehîn di civakên xwecehî de çêdikin, piştgiriya kes û aliyên pêve girêdayî dikin, berve nandozî û tewanbariyê ve têve didin û cîwaziyê di nav wan de çêdikin, guhertina demografî ya rêkûpêkirî pêk tînin, herweha çanda osmanî- olî ya tundrew û nijadperest belav dikin, û nîşan û simbolên xwe li ser dezgeh, avahî, kastîn û yên bilî wan ferz dikin, û ya dawiyê wênekirina ala Turkiyê – ya bi rûbera /600/m2 – û li ser pesarê çiyayê “Gir” a bi ser bajaroka Bilbilê ve bû.
Girtinên bêsûcane:
Gundê “Keferzîtê” – #Efrîn# , ji /150/malî pêk tê, piraniya malbatên wê yên resen vegeriyan, lê, dora /40/malbat ji yên bi anîndindane lê bi cî kirin. Û li /5/Avdarê, milîsên “Firqit Elhemzat” hemwelatî “Muhemed Subhî” ji mal qewitandin, çar rojan girtin, û piştî merivên wî /1000/dolar dan wan; Ew serbest hate berdan û mal lêvegerî.
Li destpêka Avdara borî, hemwelatiyê temenmezin “Şe’iban Cuma Elî” /66/sal ji gundê “Kurzêlê”, ji aliyê milîseke çekdar ve – piştî ku wî daxwaza valakirin û vegerandina mala xwe ya li Efrînê kir – hate revandin. Û niha ew milîsa ji bo serbestberdanê diraveke mezin jê dixwaze, û hîn jî çarenûsa wî ne xuya ye.
Dr. Fehmî Ebdo
Li Sêşemê – piştî nîvro – /7/ ê Nîsanê, Dr. endezyar ê avaker “Fehmî Ebdo”, ji gundê “Xirabê Şera”, li bajarê Efrînê, ji aliyê (asayişa rêzanî) ve hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Li bajaroka “Be’idîna”, li /6/Nîsanê hemwelatî (Mustefa Muhemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş, Muhemed Xelîl Şe’iban ê ku piştî çend katan hatiye berdan) hatin girtin. Li /9/Nîsanê jî hemwelatî (Muhemed Bêrem Elo yê ku piştî çend katan hatî berdan, Adil Xelîl Sîdo Hemetko, Hebeş Reşîd Hebeş), ji aliyê asayiş ve û bi alîkariya milîsên “Lîwa’i 112”, li navenda navça Reco, hatin girtin, û ta vê kêlîkê çarenûsa herçarên din ne zelal e.
Li destpêka vê heyvê, milîsa ” Elcebhe Elşamiyê”, hemwelatiyê Kurd ê temenmezin “Elî Ebdo Heyder” – ê bi “Heydo” tê nasîn û ji xelkê bajaroka Cindirêsê û berê ajovan di şarederiya dewletê de – , bi tuhmeta dizîna (3kg zêr û 3 hezar perên Turkiyê ji mala endamekî xwe) hate tewanbarkirin û hate girtin. Û piştî heftakê ji girtin û işkencê, ji bo serbestberdanê, nîvê buhaya tiştên, ku hatine dizîn ji xisimên wî hate xwestin, û heya niha rewşa wî ne diyar e.
Û li /8/ ê Nîsanê, asayişa xwecehî li navenda navça Bilbilê hemwelatî (Hemîd Şêxo Horo /80/sal – îmamê mizgeftê yê berê, Reşîd Mustefa Îbo /80/sal – îmamê mizgeftê yê niha, Mustefa Ehmed Ibrahîm/82/sal, Ebid Elrehman Mustefa Elo/35/sal- mamostê dibistanê, Arif Ebid Elreman Horo/57/sal, Samiye hevjîna Fethî Xelîl – mamosta dibistanê, Muhemed Menan Horo/61/sal) ji bajaroka “Kotana” girtin, û veguhestin rêvebiriya xwe ya li Efrînê, ya ku, ji aliyê xwe ve, /600/ perên Turkiyê -bo her yekî- , ji wan xwestî.
Dadkirinên zordarane li Turkiyê:
Li meha Gulanê sala 2018an, dema ku, istîxbaratên Turkiyê û milîsên “Feyleq Elşam” derbasî gundê “Celemê” bûn, ev hersê Ciwan girtin:
Kamîran Elî Xilo.
1- Kamîran Elî Xilo yê/30/salî, bi sedema dîtina perçevîdiyokê li ser pakrewan “Kemal Henan” di malê de.
Ciwan Mohemed Ereb.
2- Ciwan Muhemed Ereb ê /28/salî, bi sedema dîtina “aleke rengîn” di malê de.
3- Ebid Elqadir Misto yê /20/salî, ji gundê “Bihiyê”- Şêrewa, li mala xalê xwe bû.
Û ew birin wîlayeta “Hetay”- Turkiyê, bi çar sal zîndan hatin cezakirin, û derbas girtîgeha “Yêladaxê” ya heman wîlayetê kirin.
Muhemed Xelîl Me’imo di nav destên milîsa” Artêşa Elnuxbe” de, jêder Tora çalakvanên Efrînê “Şebekit Nûşeta’i Efrîn”.
Herweha dadgehên Turkiyê li “Kilisê” jî, /6/sal zîndan dan hemwelatî “Muhemed Xelîl Me’imo” ji gundê “Ebodanê” – navça Bilbilê, li gor tora çalakvanên Efrînê “Şebekit Nûşeta’i Efrîn”. Û jêdereke taybet ji me re tekez kir, ku “Me’imo” yê hişnelicî, ji aliyê milîsa “Ceyş Elnuxbe” ve, li dawiya heyva Rêbendanê sala 2018an hate girtin, di berîkê de wêneya şervanekî Kurd hate dîtin, û ji ber wê tûşî lêdan û işkenceyeke mekin hat.
Hêjaye bi bîr were, ger ku, istîxbarat û asayişa Turkiyê, di telîfona Kurdekî/kê de, wêneya şervanekî/kê an aleke kurdî bibînin, wî/wê digirin û kêmtirîn bi çar salan zînadan dikin.
Vêrgî û desteserdanîn:
Bazara keskahiyê “Sûq Elhal” li bajarê “Efrînê”, ji dora /73/ firoşxaneyên bazirganiya keskayî û fêkiyan pêk tê, milîsên “Elîwa’i 51- Elcebhe Elşamiyê” dest danîn ser yekê, û ji her firoşxaneyekê /20/ hezar perên sûrî mehane werdigire. Herweha, pêdiviyên sûkê ji derve, çend bazirganên nêzîk ji milîsan ve, bi dest xwe ve anîne.
Milîsên “Ehrar Elşerqiyê ” yên dest danîne ser navenda navça Reco û hin gundên wê, navendeke taybet bi keskahî û fêkiyan vekirin, û firoşkarên navçê neçar kirin, ku ji wir bikirin. Tenê du nûner ji ber wê navendê ve – çi gerekî hebin – ew ji Efrînê tînin, da ku, bazirganiya keskahiyê di destên wan tenê de be, û sûdeya pirtir a wan be.
Hêjaye em berbiçav bikin, ku firoşkarên keskahî û fêkiyan, xwarin û vexwarinê û şênberên paqijiyê yên Kurd – ji ber koçberî, binpêkirin, destdirêjiyên çekdaran û merivên wan- her derin kêm dibin.
Di çarçewa destdanîna ser mal û milkên giştiyane û taybet bi awakî berdewam, li vê dawiyê milîsên çekdar, li navbera herêma pêşesaziyê û dîwarê nanpêjgeha otomatîk “Elfirin Elalî” a nêzîk meydana “Kawa” li bajarê Efrînê, hin firoşgeh û dîkanok hilweşandin – bêyî ku were zanîn, ka çi piroje di serê wan de ye – , û yên nerazîbûna xwe diyar kirine jî girtin. Weke çawa milîsên “Lîwa’i 51” dest danîn ser avahiya kardêriya veguhesînê ya berê, û herweha avahiya pîvanoka zemînî, ya ku, hemî amûrên wê hatine dizîn û li şûnê, li ser kolana serekîn, li hember bazara keskahiyê, çar firoşgeh avakirin û firotin merivên xwe.
Bombebaran û teqîn:
Di navîna van sê rojên borîn de û îro jî, artêşa Turkiyê û milîsên pêve girêdayî, bombebarankirin li ser hin gund û bajarokên Şêrewa û Şehba – Bakurî Heleb (Bênê, Aqûbê, Dêr Cimêlê, Şêx Hîlal, Kefernaye, Soxanekê, Zaretê, Merenaz, Malkiyê, Kişte’ar, Tinib, Irşadiyê, Çadirgeha Elşehba- nêzîk Dêr Cimêlê, gundê Mezin û Firokgeha Miniqê) ên ji koçberên Efrînê mişt- bê ku serpêhatiya “korona” berçav bigire- berdewam kir. Di encam de, ziyan gihîşt mal û avahiyan, wek rawestgeha “Kermîn” a ava vexwarinê ya li derbasgeha bajarê “Tilrifadê”, û şewata oda kelûpelan; Herweha birîndarkirina hemwelatî “Muhemed Sîdo Sîdo” ji gundê “Aqûbê”, û ” Xalid Muhemed Oso” li nêzîk gundê” Şêx Hîlal”. Û ji ber ku, karkirên rawestgeha avê di bin metirsiyeke rasteqîn de bûn, rawestgeh hate valakirin, û nişteciyên Tilrifad, Dêr Cimêl û gundên derdorê ketin bin metirsiya tunebûna avê. Jêdereke xwecehî tekez kir, ku avêjtekin bi ser rêbendeke artêşa Sûriyê de, li derbasgeha bajaroka “Bênê” de ketin, di encam de leşkerek şehîd bû û dudu jî birîndar bûn.
Li /7/ê Nîsanê, çend avêjtek bi ser taxa” Zêdiyê” – Efrîn de ketin. Û Li /8/ê Nîsanê, xezanekî mazotê, li kolana servîsan, li taxa “Eşrefiyê”- Efrîn, bi bombeyekê teqiya, û me nikanî ziyan bi destbixistana.
Li /7/ ê Nîsanê, qurşîn bi ser bajaroka “Meydankê” de, ji aliyê bajaroka “Şera” ve barîn. Di encam de, hin dîwarên malan hatin kolandin, û du hemwelatî (Osman Cebir /29/sal, û Cemîl Yezdan Cebir/18/sal) birîndar ketin, û nûçe hene, ku hin hemwelatiyên din jî birîndar hene.
Zor û zordariya, ku Kurdên li Efrînê mane dibînin nema têne tehmûlkirin, ji ber ku bi biryardayîn û rikdariyeke pêşindeyî, û li gor siyasetên rêkûpêkirî, û bi awakî yekser di bin serpereştiya istîxbaratên Turkiyê de, û bi destikên wê yên curbecur têne cîbicîkirin.
Ji ber wê, tê xwestin, ku hemî hewildan û ked kom ser hev bibin, da ku, herêm ji dagîrkeriyê were rizgarkirin, û hebûna wan milîsên nandoz were tunekirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]