#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (152): Gundên “Qurta û Ebû Ke’ibê” yên dagîrkirî, revandin û girtinên bêsûcane, bêserûberî û serberdayetî.
Agahî û nûçeyên ku di pir raporan de li ser rewşên serwerkirî li Herêma Efrînê ya dagîrkirî têne belavkirin, tenê piçek ji kiryarên dibine, û ji ber rêgirtina ragîhandinî ya li ser herêmê ferzkirî û newêriya xelkê ji açiqkirinê re ji ber gefên milîseyan ên li ser wan, hîn pir hûrmûr û hûrgulî hene bincil dibin an jî gîhandina wan zehmet e; Û ji bilî alîgir û koleyên li ba Erdoxan û partiya wî, tu kes hebûna binpêkirin û tewanên di dermafê mirov, dar û keviran de înkar dike tune ye.
Vaye emê li jêr hin heyîn û bûyeran berçav bikin:
= G. “Qurta”:
“G.”Qurta” – N.Bilbilê ji berî dagîrkirinê.”
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye û /10/KM ji navenda wê dûr e, berî dagîrkeriyê /60 malbat=350 nişte/ji nişteciyên Kurd ên resen tê de hebûn, tev di dema talanê de penaber bûn, tenê ji wan /20 malbat = 40 nişte/ vegerîn, û /45 malbat = 250 nişte/ ji anîndeyên gundewarên “Humsê” lê hatin niştecîkirin.
Wexta êrişkeriyê sê mal ên van hemwelatiyan “Mistefa Qoce, Mihemed Ezet Silêman, Cemîl Me’imik” û vêla “Ehmed Qoce” bi tevahî hatin roxandin, û herweha jî roxandina vêla dilovanber “Cemîlê Qurta” û guvêşgeha wî ya li ser çateriya gund hatin roxandin û acet û hesinê avahiya wê hatin dizîn, bi ser de jî bi piçekî /22/mal hatin wêrankirin.
Û evên li gund mane “Ehmed Reşîd Horo, Şêx Me’imo Koçer, Mehmûd Umer Horo, Ehmed Mihemed Reşîd, Mistefa Horo, Mihemed Elî Ebdo Qoce, Sariye Mihemed Henan Qoce, Sultan Kekec ” bi sedema desteserkirina li ser malên wan û neradestkirina çekdar û anîndeyan ji wan re, neçar bûn ku li ba merivên xwe rûnin.
Milîseyên ku gund desteser dikin ên “Firqit Elsultan Mûrad” e (ya ku mala hemwelatî “Mihemed Şukrî Me’imo” yê koçberkirî ji xwe re kiriye bargeheke leşkerî).
Ji ber pevçûnên tund li gund di dema êrişkeriyê de, di nav refên şervanên Kurd e hin şehîd ketin, termên heftan ji wan demeke dirêj di nav kolanên gund de man, li pêş çavên xelkê gund ên vegerîne bîn vêketin û heliyan, û milîseyan veşartina wan qedexe dikirin.
Û milîseyan piraniya heyînên malan ji xwarinvexwarinê, alavên baqirî, amûr û tiştên din û ta derî, herweha hemî kebil(kêbil) û stûnên toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, sê makîne yên “Se’îd Henan Sîdo, Cemal Ebdo Qoce, Mehmûd Ezet Silêman”, pîkaba honday a “Mihemed Ibrahîm Kalo” û dora /10/matorên dutekerî dizîn, û herweha jî dest danî ser bêtirî /30/hezar darên zêtûnê ji reseniya /40/hezar dar ên xelkê gund, û /15%/ vêrgî li ser serencama werzên zêtûna yên malbatên mane ferz kir, û bi ser de jî dizîna werzên simaq, tirî, behîv û hejîran, û çêrandina keriyên pêz û dewaran bi rengekî hovane di nav erd û zeviyên çandiniyê de.
Hemwelatiyên li gund mane rastî tonbiton zordarî, kêmrûmetkirin û îşkencekirinê hatin, jê:/18/ hemwelatî di destpêka Gulana 2018an de hatin girtin, mekin hatin işkencekirin û di hepsê de ew neçar kirin ku rojiyê bigrin û rojane bi dirûmekê (sendewîşekê) fitara xwe vekin, di heman dema ku piraniya çekdaran jî ne bi rojî bûn.
Û milîse bê pere xwediyên tirektor û makînan neçar dikin ku xizmet wan bikin.
Û cîgeheke kevneşopî “Gelî Me’iserê” ye ku di nav malmewalên van hemwelatiyan de “Çîlo Sîdo, Fewzî Ibrahîm Umik” rastî kolan û tevdanê hat, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan, û bi serde jî roxandina hin tirbeyên gund.
Û rêbendeke çekdar li derbasgeha gund heye liv û tevgera xelkê -ketin û derketinê- û herweha jî seredanên malbatî yên Kurdên mane, bend dike.
= G.”Ebû Ke’ibê”:
“G.”Ebû Ke’ibê” – N.Cindirêsê.”
Li Rohilatê Bajarê Cindirêsê bi /5/KM dûr dikeve, li ser kenarê Çemê Efrînê ye, çandiniyên avî û darên biber ji meywe û zêtûnan lê pir in; Ji dora /45 mal = 275 nişte/ pêk tê – jê 50% ji pêkhateya Ereb in (yên ku piştî cîbicîkirina “zagona çakirina çandiniyê – Qanûn Elîslah Elzîra’î” ya di navêna dawiya dehsalên pêncî û destpêka şêstî ji sedsala borî de li gund hatine bicîkirin); Di dema êrişkeriyê de /5/malbat jê hatin koçberkirin, û berê jî di navboriya salên şer de yên berî talanê dora /100/nişteyî koçber bûn; Li gund dora /35 malbat = 125 nişte/ man, û dora /10 malbat = 100 nişte/ ji anîndeyan di malên ên ne li gund de hatin niştecîkirin.
Di dema ku Milîseyên “Ketîba 23” derbas gund bûne de hin heyînên hejmarek ji malan dizîn, û herweha jî dizîna şaxeke toreya elektirîkê ya giştî ye ku ji faz û nitrê pêk tê û ye bi dirêjiya /1/KM û di gel du jimarokên elektirîkî yên du malên çandiniyê.
“Kortek bi kûraniya /3/M li goristana G.”Ebû Ke’ibê” – N.Cindirêsê, dizîna kevneşopan, dawiya Buhara 2019an Z.”
Û xelkê gund rastî hin binpêkirinan hat, jê: Berî du salan ciwan “Ebdo Silêman Bakîr” ji aliyê rêbenda leşkerî ve (ya li ser riya Cindirêsê – Efrîn) hate girtin, û piştî salekê ji bendkirinê di Hepsa “Maratê” de hate berdan, lê girtina du ciwanan ji pêkhateya Ereb dirêj nekir û di cî de hatin berdan; Û milîse di wextê berefkirina zêtûnan de ji her maleke li gund tenekak zêt vêrgî distînin û du tenekan jî ji her malbatek ne li gund, ji bilî dizînên pir di hemî werzan de û ji hemî berhemdayînan re; Û herweha jî milîseyan /25/ avreşkên (bexax) avdanê yên hemwelatî “Ehmed Şefîq” û /30/ jî yên “Silêman Bakîr” dizîn; Û nişteciyên gund ên Kurd bi cudahiya danûstandina milîseyan di navêna wan û Ereban de dihesin û pê dêşin.
“Pirojeyên kolandin û tarûmarkirinê li goristan û zaretgeha G.”Ebû Ke’ibê” – N. Cindirêsê, û dizîna kevneşopan jê.”
Weha jî milîseyan li dawiya Buhara 2019an Z ji bo lêgerîna li zêr, entîke û kevneşopên nirxbuha û dizîna wan, nav goristana gund û zaretgeha wê (Zaretgeha Ebû Ke’ibê ya Êzdî – Islamî) kolan, û hejmarek ji gorên miriyan û hin beş ji dorhêla zaretgehê roxandin, û bi tenê govdeya avahiya wê ma.
Û milîseyan /8/darên zêtûnê yên hemwelatî “Umer Bakîr” ê ne li wir, û nîvê darên tûyê û biyê yên li rex Çemê Efrînê ji aliyê gund ve, qut kirin.
“Darên rex Çemê Efrînê ji aliyê G.”Ebû Ke’ibê” ve – N.Cindirêsê, berî qutkirinê.”
= Revandin û girtinên bêsûcane:
Piştî vegera hin xelkê Gundê “Qestelê Miqdêd” – N.Bilbilê li Buhara 2018an bo cî û warên xwe û li dawiya heman salê, hemwelatî “Mihemed Hesen Hesen/55/sal” – yê ku him mamosteyê bîrkariyê “mesmetîkê” û him jî di warê guheztina peran de kar dikir, hate revandin/girtin, zorane hate veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e, û divê bê zanîn ku wê hîngê ji hevjîna wî vêrgiyeke mezin e diravî ji bo berdanê hate xwestin, lê wê nikanî xwesteka wan bi cî baniya, û ji wê hîngê ve nûçeyên mêr yekcar qut bûn.
“Revanberê girtî û zorane veşartî hemwelatî “Mihemed Hesen Hesen” ji xelkê G.”Qestelê Miqdêd” – N.Bilbilê, dawiya 2018an Z.”
Û destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji bêtirî deh rojan ve herdu birayên negîhayî “Ciwan/15/sal û Ferhad/13/sal kurên Ebdela Şukrî Eslan” ji xelkê Gundê “Kurkê Jêrin” – Navça Mabeta, ji mala bavê wan li Bajarê Efrînê girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.
– Li 27.6.2021an, ev hemwelatî ” herdu bira Fehîm/51/sal û Cîhad/38/sal kurên Nezmî Bêrem, Ezet Hemîd Bêrem/52/sal, Sebrî Elî/65/sal” ji xelkê Gundê “Hesen” – N.Reco girtin, û birin navenda Asayişa Reco.
– Li 29.6.2021an, hemwelatî “Elî Ce’ifer kurê Mîrza” ji xelkê Gundê “Şadêrê” – Şêrewa girtin, birin navenda Asayişa Efrînê û H. Maratê, û piştî ferzkirina vêrgiyeke diravî /1000 PT/, ew li 1.7.2021an berdan.
– Li 30.6.2021an, hemwelatî “Ehmed Mihemed Hespîro/38/sal, Ciwan Hesen Mûse/30/sal, Osman Xelîl Çerçî /35/sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna girtin, birin navenda Asayişa Reco, û ta niha bendkirî ne.
– Li navîna Pûşbera borî, hemwelatî “Elî Mihemed Arêf Hemzê” ji xelkê Gundê “Goliya”, li navenda N.Reco girtin, dora /15/rojan li Hepsa Maratê bendkirî ma, û piştî berdana wî lawê wî “Mihemed/35/sal” li B. Efrînê girtin, û ew jî birin H.”Maratê”.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– “Berevaniya Sivîl – Eldîfa’i Elmedenî” li Efrînê tekez kir ku tîmên agirkujê li 29.6.2021an şewatek (ye bi daristaneke ihracê ye nêzîk Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê ketibû) vemirandin, û ji wêneyên ku belav kirine tê xuyakirin ku berê jî ji aliyê çekdaran ve hatine qutkirin.
“Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê, 29.6.2021 Z, û qutkirineke berê ji darên wê re.”
– Li 30.6.2021an, di navbera du giropên ji milîseyên “Ceyş Elnuxbe” û “Ehrar Elşerqiyê” de, li kolana vêlat a B.Efrînê, pevçûnina rûdan, di encamê de hin endamên wan birîndar bûn.
– Di carçewa geregoşiya (fewdalîzm) hilgirtina çekan û pirbûna kirina tewanan de, ji bêtirî heftakê ve, xortekî ji anîndeyan xwîşka xwe (ya bi kesekî ji anîndeyên gundewarê Idlibê re mêrkirî û li nêzîk G.”Şadêrê” – Şêrewa rûdinişt) kuşt -li gor jêdereke xwecihî kuştin ji bo “şeref û namûsê” bû, û herweha jî wî bi qurşînan êriş koneke sersaxiyê (ye miriyekî ji malbata zavê xwe) kir, sê kes din kuştin û şeş rengereng birîndar kirin.
– Li 3.7.2021an, bi sedema hevrikiya li ser çarçoveya bandorbûn û talana malmewalên giştiyane û taybet, li Bajaroka “Meydankê” û Gundê “Dêrwîş” ya hevcîwar ji N.Şera re, pevçûnin xwînî di navbera Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” – serkêşê wê “Hesen Hac Elî yê bi Hesen Xeyriyê tê nasîn” û “Ceyş Elnuxbê” – serkêşê wê “Elemîd Mu’itez Erselan” de derketin, li gor jêdereke xwecihî di encamê de ji herdu aliyan endamek hat kuştin û şeş din jî birîndar ketin.
Ji bo rûbirûbûn û lihemberderketina qedexekirina ragîhandinê ya ku destlatên Dagîrkeriya Turkiyê li ser Efrînê ferz dikin û herweha virûvûtên ku peyên wê berdidin, emê di açiqkirin, şopandin û riswakirina kiryar û siyasetên dijayetî yên ku di dermafê herêmê û xelkê wê de têne kirin berdewam bin, û tu vegereke aram ji hemî koçberên wê re çênabe ger dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê ji milîseyên Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ji holê ranebin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]