#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (165): Gundê “Husê/Mîrka” û binpêkirinên birûbet, destdanîna ser dora/36/hezar darên zeytûnê li Bajaroka “Kefirsefrê”, pevçûn û danserhevdana hêzan.
Piştî sernektina wî ji hevdîtina Serok Co Baydin re, û vegera bixem ji Mosko û di bin gelek zext û fişaran de, Serokê Turkiyê Erdoxan dev ji quretî û pozbilindiya xwe ya dijî Kurdan -çi li vir an li wir- bernade, di şerê hebûn û rola wan de berdewam e, bi ser de jî serpereştiya nandoz û terorê û terorîstan li Idlibê û herêmên ku li Bakurê Sûriyê di bin dagîrkeriya welatê wî de dike.
Vaye li jêr hejmarek ji binpêkirin û tewanên ku li Herêma Efrînê pêk tên:
= G.”Husê/Mîrka“:
Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /7/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /400/mal pêk tê, dora /2000/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, li dema êrişkeriyê bi aliyê B.Efrînê ve penaber bûn, jê dora /360malbat=1800nişte/ vegerîn, û /40malbat=250nişte/ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Elecebhe Elşamiyê” (ya ku “Ehmed Eslan Misto – yê ku bav ji gund û dê Turkmen û bi talanê re gihîştiyê” li gund serkêşiyê dike) gund desteser dikin, û mala koçberê zorane “Nûrî Hemo – Ebû Delîl” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî; Li destpêkê “Misto” bi xelkê re li mizgeftê civiya û ew vehesandin û aram kirin, lê pir dirêj nekir hema wî û endamên xwe piraniya malên koçberan dizîn û dest danîn ser malan û malmewalên wan, û hi werzên meywe û zeytûna dizîn; Bi ser de jî ji bo êzingkirinê darên biber bêwijdan qut kirin, û keriyên pêz bêwijdan di nav erd û zeviyên çandiniyê de diçêrînin, bê ku yek ji xwediyan kanibe qedexe bike yan giliyekî li dijî şivanan veke.
Û berî xelk vegere, milîseyan piraniya amûr û alavên malan dizîn, û di dû re jî kebil û stûnên darî yên herdu toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, ji Bajaroka “Mabeta” ve ta orta gund.
Di dema şer de gund çend caran hate topebarankirin, dora deh malan bi piçekî hatin ziyankirin; Û ji xelkê sivîl ev şehîd ketin:
“Hin ziyanên şênberî yên dîkanên G.”Husê/Mîrka”, 7.3.2018an Z.”
– Zarok “Lewend Mistefa Ednan/2/sal”, li 11.2.2018an, ji ber birîna di serî de.
– Ciwan “Zên Elabdîn Hemalîko kurê Hisên zayend /1987/”, li 24.2.2018 Z.
– Serkomînê gund ê temenmezin “Şêx Mihemed Elûş/75/sal”, li 6.3.2018an Z, dema ku vedigeriya gund bi mûşekekê hate armanckirin, bi ser de jî kurê wî “Kemal Mihemed Elûş”.
– “Mihemed Osman Ne’iso/40/sal”, di teqîna makînak Van de li hundir Bazara Keskahiyê li Efrînê, li 16.12.2018an Z.
– Ciwanê hişnelicî “Neş’et Silêman Dawod/33/sal”, li 31.12.2018an, di encama qurşînkirina wî ji aliyê “Elşamiyê” ve, li 8.4.2018an, ji ber ku wî şelwarekî Kurdî li xwe kiribû.
– Zarok “Ebdo Ebid Elfetah Elîko/3/sal”, li 2.12.2019an, di komkujiya ku Artêşa Turkiyê û nandozên wê li Bajaroka Tilrif’etê – Bakurê Heleb pêkanine de, ya ji koçberên Efrînê mişt.
– “Henan Ebdo/53/sal” û kurê wî yê tekane “Ebid Elrehman Henan Ebdo/13/sal” û “Cangîn Mihemed Ebdo/32/sal”, di encama teqîna otombîleke sîtêrê mazotê de, li 10.2.2020an, li orta B.Efrînê – Kolana Reco, li pêş “Feta’êr Mîlano”.
– “Mihemed Ehmed Tahêr Hemalîko/33/sal”, li 24.6.2020an Z, di encama teqîna bombeyeke zemînî di bermîlek gilgemarê de, li Taxa Mehmûdiyê – Efrîn.
– Herweha ciwan “Mistefa Mihemed Yûsêf kurê Menên” jî ji xelkê Gundê “Hecqasma”, yê ku li G.”Husê” rûniştî, li 1.7.2020an Z, bi dareke gûzê ye nêzîk ciyê rûniştina wî darvekirî hate dîtin, û berê jî çekdaran xwediyên wî ji gund qewitandibûn.
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, jê kêmrûmetkirin, peresitandin, û revandin û girtinên bêsûcane û vêre jî işkencekirin û ferzkirina vêrgiyên diravî, û piraniya yên vegerîne bêtirî carekê hatin girtin -di nav de jî jin- mîna: Revandina temenmezina nezewicî “Fatme Mihemed Qadêr/60/sal” li 7.7.2018an û tûşîkirina işkencekirinên govdeyî û derûnî yên mekin û piştî dandina vêrgiyeke diravî ye mezin serbest hate berdan, û herweha jî temenmezin “Elya Hemdî” piştî biservebirina malê de, bi şev ji aliyê giropeke çekdar ve, û piştî dandina vêrgiyeke diravî ye mezin hate berdan.
Û piştî teqandina makîna serkêşekî Milîseyên “Elşamiyê” li orta Bajaroka “Mabeta” bi bombeyeke teqîner, li Roja Înê 18.12.2020an Z, û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, “Elşamiyê” bajarok û gundên derdorê dorpêç kirin, û kirin behane da ku xelkê bêşînin; Mîna G.”Husê” di navêna 20-22.12.2020an de dorpêç kirin, avêtin ser malan û dora/150/kesî -di nav de jî jin- girtin, vêre jî kêmrûmet kirin, mekin işkence kirin, û vêrgiyên diravî li ser wan ferz kirin, mîna hemwelatî “Xelîl Hisnî Hemdî” ji qirtikê de li dû makînakê girêdan û li ser riyeke ziftkirî xuşandin, û weha jî li pêş hevjîna wî “Şîrîn Resûl/23/sal- a ducanî û wê hîngê di heyvên xwe yên dawiyê de” bi awakî mekin li ciwan “Ebdo Ezet Gênc Xemîs/25/sal” xistin, û ji ber wê “Şîrîn” bîrve çû, bo nexweşxaneyek Turkiyê hate rêkirin û neştegêriyeke zandiniya newext jêre hate çêkirin, lê mixabin ji jiyanê barkir û li 15.2.2021an li gund hate binaxkirin; Û “Elşamiyê” hemwelatî “Leyle Mehmûd Ce’ifer û kurê wê yê negîhayî Mihemed” jî li 29.12.2020an girtin, û piştî dandina vêrgiyeke diravî mezin serbest hatin berdan, herweha berî were girtin bi çend rojan hevjînê wê jî girtin. Û li Buhara îsal çekdarekî “Elşamiyê” hemwelatî “Kemal Mihemed kurê Silêmên /45/sal – Xwediyê dirûtingehekê” bi stûneke elektirîkê li orta gund bi benekî ji ber lingan de ta qirêkê girêda, û bi sedemeke pîsik û vala li pêş xelkê mekin lêxist, bê ku kesek wêribe li pêşiyê bisekine, ta ku şêx bavê “Kemêl” agahdar kir, bav hat û li ber çekdêr gerî lawê xwe ji dest rizgar kir, û ew bêtirî sê rojan ji ber lêdanê di nav nivînan de dirêjkirî ma.
“”Şîrîn Resûl” hevjîna “Ebdo Ezet Kenc” – G.”Husê” ya bêsûc û guneh.”
= Destdanîna ser zeviyên zeytûna li B.”Kefirsefrê“:
Bi nêzîkbûna werza zeytûna li Herêma Efrînê re, dîsa çekdaran dest bi dizîna berê zetûna kirin, û milîse di destdanîna ser hejmarek bêtir ji zeviyên zeytûna yan ferzkirina vêrgiyên bilind li ser berhemdanan di bin behaneyên têkel de berdewam in; Li B.”Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Ketîba Semerqend – Lîwa’i Elweqas” li vê dawiyê biryara xwe ya destdanîna ser zeviyên zeytûnên hin hemwelatiyan gîhande wan û ew ji çinînê qedexe kirin, û ew jî ev in:
– /450/ dar ên koçeberê zorane “Hisên Mihemed Teremûş” in, divê were zanîn ku hevjîna wî “Zêneb Ebdo” li bajarokê rûniştiye.
– /300 /dar ên herpênc kurên dilovanber “Reşîd Îbiş” ên ne li gund in, hêjaye bê zanîn ku diya wan a jinebî “Meqbûle” li bajarokê ye.
– /650/ dar ên kurên dilovanber “Michum Hac Ebdo” yên ne li gund in, hêjaye bê zanîn ku diya wan a jinebî “Emîne Reşîd Îbiş” li bajarokê rûniştiye.
– /1800/ dar ên kurên dilovanber “Henan Hesen kurê Mihemed Birîm” ên ne li gund in, divê were zanîn jî ku diya wan a jinebî “Berîhan Hesen” li bajarokê ye.
Divê bê bîranîn ku jerkî Milîseyên “Semerqend” bajarok li Avdara 2018an desteser kirine, dest danîne ser dora /36/hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir, jê ((/3700/dar ên “Reşîd Xorşîd Îbiş” piştî mirina wî bi heftakê û tenê ji hevjîna wî ya temenmezin re /50/dar ma, /1200/ ên “Mûrad Reşîd Xorşîd”, /1700/ ên “Fîdan Hac Ebdo hevjîna parêzer Xelîl”, /850/ ên “Mihemed Henan Muchim”, “/1050/ ên Reşîd, /900/ ên Mihemed, /1350/ ên Ebid ElHenan” kurên Mûrad Axa Hac Ebdo, /4000/ ên Duktor “Xelîl Hisên Hac Ebdo”, /1050/ ên “Cemal Mihemed Hac Ebdo”, /1200/ ên “Mihemed Xelîl Polo”, /700/ ên “Xelîl Ehmed Hacî”, /1000/ên “Hacî Ehmed Hacî”, /500/ ên “Ezîz Xilo”, /1425/ ên “Hisên Ebdela Hac Ebdo”, /1300/ ên “Ebdo Esmet Mûrad û birayên wî”, /1800/ ên “Nebî Mûrad kurê Xelîl Nebî”, /350/ ên “Abdîn Hac Ebdo”, /500/ ên “Celal Mihemed Mûrad”, /8000/ ên malbata Gedro “Mihemed û Hisên û Cemîl Gedro, Xelîl Îbo û hin din”, û /150/ ên “Mihemed Hisên Caso” ne)); Û piştî dandina /5/hezar dolar vêrgî, zeviyên “Berzanî Xelîl Mûrad” lê hatin vegerandin.
= Geregoşî û serberdayetî:
Li 29.9.2021an, piştî girtina hêzên ewlehiyê li Bajarê Ezazê ji du jinan re, di nav giropên çekdar ji Êla “Elmewalî” û bi piştgiriya Milîseyên “Firqit Elhemzat” û hin din ji aliyekî ve, û Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û hevalbendên wê di Oda “Ezim” de li aliyekî din, pevçûnina rûdan, û bi ser de jî amedebaşî û danserhevkirina hêzan û avêtina qurşînan bi rengekî tewşankî ji herdu aliyan ve, û gol veda ta gihîşte riya Ezazê – Efrîn û hin gundên Navça Şera yên sînordar bi “Ezazê” re, û vêre jî hin rê hatin qutkirin.
Li hember dijayetiya Turkiyê ya berdewam ji Kurdan re, berevaniyek rewa ji ber derûnê ve bi hemî şêweyan heye, û bi ser birînên kûr di derûna Kurdan de, ew bi zimanê aştiyê û guftûgoyê û çaresekirina pirsgirêkan bi şêweya siyasî di’axêvin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]