#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (214): Gundê “Dîkê” – binpêkirin û tewanin di dermafê sivîlan de, revandina keçekê, qutkirin û şewtandina daristanan, destdanîna ser erdekî çandiniyê.
Hin çalakvan û alavên ragîhandinê yên rikberiyê û jê ve nêzîk, belavkirina wêne û vîdyoyine qutkirina daristanên ihracê li Efrînê berdewam dikin; De ka “Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ya ji bo Sûriyê ” dê ji xilmaşbûn û bêdengiya xwe li ser tewana “qirkirina jîngehê” hişyar bibe?! Ew tewana ku li Efrînê ji aliyê Artêşa Turkiyê û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – El’ceyş El’wetenî El’sûrî” ya pêve girêdayî ve, ji roja yekê ji êriş û talana herêmê ve 20.1.2018an. Z, bi rengekî fere û rêbazkirî di dermafê nuxumiya geyayî û daristanan de hatiye kirin û ta niha berdewam e; Nemaze jî piştî qutkirina daran ew milîs kokan jî ji erdê hildikin, da ku cîgehên daristanên qutkirî kêl û rût -weke beriyê- bibin, û bê zanîn jî ku jiholêrakirina kokan rê li pêş derfetên zîldanê digre, û bi taybetî jî daristanên pêşesazkirî ji xweberê û bê şitilçandinê ji nû ve zîl(şîn)nadin.
“Qutkirina daristanan û hilkirina kokên daran di navbera herdu gundên “Elkê” û “Keferomê” de – N. Şera.Jêder: Rûpela Çalakvan “Ehmed El’berho”.”
Ev jî hin binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Dîkê”:
Bi Navça Bilbilê ve – Efrîn girêdayî ye, /24/K.M ji navenda wê dûr e, ji dora/80/malî pêkhatî ye, dora /500/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, tev li dema dijberiya ser herêmê penaber bûn, jê dora /36 malbat = 125 nişte/ vegerîn û yên mane jî zorane koçber bûn, û /30 malbat = 200 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
” G. “Dîkê” – N. Reco.”
Di encama topebarandina gund de /3/ mal ên “Ne’isan Hemîd Bîlal, Bekir Elî, Seydo Xelîl Kulik” bi tevahî hatin hilweşandin, û malên “Henan Me’imo, Xelîl Bilo, Seydo Reşîd, Fewzî Bîlal” jî bi piçekî.
Milîseyên “Feyleq El’şam” -ên ku mala “Esmet Horîk Şêxo” ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî- gund desteser dikin, û wan hemî heyînên hundir /44/ malên hemwelatiyên ne li gund -hin jê ta niha vala ne- dizîn, û weha jî xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hinên din ji malên ên vegerîne, û /3/ giropên zayendkirina elektirîkê yên malane yên “Reşîd Arêf, Hemîd Bîlal, Mihemed Şêxo”, du makîne yên “Selah Mihemed Hebeş, Menan Bîlal Hemo”, /6/makînên dirûnê ji kargeha “Zaroyên Nûrî Şêxo”, û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî.
Û herweha jî ew dest dîdinin ser hezaran darên biber “zeytûn, tirî, behîv…”, jê: “/500/darên zeytûnê û rezên tirî yên Reşîd Arêf, /600/darên zeytûnê û rezekî tirî û baxçakî kîraza yên Seydo Arêf, /1500/darên zeytûnê yên malbata Şêxo, /300/darên zeytûnê yên Seydo Xelîl Kulik, /400/darên zeytûnê yên Hemîd Bîlal, /200/darên zeytûnê yên Mihemed Hemo, /250/darên zeytûnê yên Şukrî Xoce, /50/darên zeytûnê yên Fexrî Bîlal, /100/darên zeytûnê yên Xelîl Elî, /100/darên zeytûnê yên Mihemed Dawod, /150/darên zeytûnê û baxçakî behîva yên Osman Elî, /100/darên zeytûnê û rezekî tirî yên Se’îd Cemîl, û rezekî tirî yî Henan Elî”.
Û ew 50% vêrgî li ser berhema werzên (zeytûn, tirî, simaq, kîraz û behîvê) yên hemwelatiyên ne li gund û hin merivên wan ji ber ve malmewadanên wan bi rêve dibin ferz dikin, û herweha jî salane /2-5/teneke zeytê zeytûna (16 K.G sade) li ser her malbateke li gund.
Û wan milîseyan piraniya daristanên xwezayî yên derdora gund – çiyayên (Qişla Alîça, Geliyê Kaniyê, Kurkê Elîcarê, Reşîd Axa, Êsê), û tevaya daristana temenmezin li zaretgeha ku li Başûrê gund dike, û bisedan darên zeytûnê û behîvê, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê qut kirin; Tevlî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re, di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, bê ku yek wêribe li pêşiya wan bisekine û bibêje na.
Xelkê ku li gund mane jî rastî têvel cûreyên binpêkirinan hatin, mîna: Kuştin, veşartina zorane, girtinên bêsûcane, işkencekirin, rûmetdaxistin û peresitandin û qirêjiyên din; Di vê warî de piraniya mêrên gund bi demên têvel hatin girtin û digel wê jî ferzkirina sezayên diravî li ser wan, û ta niha Hemwelatî “Mihemed Zekeriye Elî /28/ sal” zorane veşartî ye, ji dema ku li Pûşpera 2018an. Z li Bajarê Efrînê zorane hatiye girtin ve, piştî vegera wî ji herêma penaberbûnê “El’şehba’i” – Gundewarê Bakurê Heleb, û borandina dora du heyvan di ser jinanîna (zewaca) wî re.
“Girtyê zorane veşartî “Mihemed Zekeriye Elî”.”
Û ji hemwelatiyên gund xort “Selah Se’îd Cemîl /24/ sal” li dema xizmetguzariya wî di navendeke hêzên Asayêşa Hundirîn û di encama dijberiya ser herêmê de şehîd bû; Û hemwelatiyê Sivîl “Tahêr Mihemed Hebeş /39/ sal û hişnelicî” jî, li dema ku wî pezê xwe li rex gund diçêrand, û piştî sê rojan ji derbasbûna gund, li Avdara 2018an. Z, ji aliyê endamên “El’feyleq” ve hate kuştin, û birayên wî “Ferîd û Selah” jî li ba Artêşa Turkiyê gilî kirin, lê “El’feyleq” li benda wan bû, wê ew revandin, birin navenda xwe li “Ekbezmeydanê”, mekin işkenece kirin û meh û nîvekê jî bendkirî li ba xwe hîştin, û di wê karnavê de jî endamê wê tişmiştên malên herdiwan, pez û makîna Pîkab a Hunday – a ku piştî du salan û dandina vêrgiyeke diravî ye mezin hatiye vegerandin- hatin dizîn.
“Pakrewan “Selah Se’îd Cemîl”.” “Pakrewan “Tahêr Mihemed Hebeş”.”
= Revandina keçekê:
Ji bêtirî heyvekê ve, xortekî çekdar kurê birayê “Ramî Betran” -serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemzat” li Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Kîmarê”- keçeke ji bav de sêwî, ji xelkê “Basûtê” û di temenê bîstan de revand, û piştî du heftan ji jinanîneke (zewaceke) zorane li xwediyan vegerand, û vêre jî gefgurên “Betran” gîhande xwediyan, ji ber wê jî merivên keçikê neçar bûn ku wê derxin dervayî herêmê.
= Qutkirin û şewtandinên daristanan:
– Di berdewamiya qirkirina jîngehê de, hin agir bi daristanên Efrînê hatin xistin, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir, ku tîpên “tîmên” wê hin şewat li hirşeke nêzîk Bajaroka”Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê li 3.9.2022an. Z, û li 7.9.2022an. Z jî li îhraca derdora gundên “Firfikê, Heyder/Heyderiyê” – Navça Reco, vemirandin.
“Şewatek li hirşeke nêzîk B. “Kefirsefrê”.”
“Şewatek li daristana di navêna herdu gundên “Firfikê” û “Heyderiyê” de.”
– Bi ser riswabûnên ku nû li ser tewanên di dermafê daristanan de hatine belavkirin de, Milîseyên “Firqit El’hemzat” qutkirina hirşê li Başûrê Bajaroka “Basûtê” – nêzîk Havîngeha “Henarên Basûtê – Riman Basûta” û li rex rê – berdewam dikin, û îro li 10.9.2022an .Z riya serekîn a Basûtê bêtirî nîv katê hate qutkirin, da ku makînên bara yên bi êzingan barkirî ji cîgehê derkevin.
“Qutkirina daristaneke nêzîk B. “Basûtê”.”
= Binpêkirinine din:
– Ji du heftan ve, Milîseyên “Firqit El’hemzat” li ser xelkê hersê gundên “Keferzîtê, Kifêrê, Bircebdalo” – her malbetek /30/Dolar- ferzkirin, bi behaneya ku wan bermayên perçekevirên hilkiringehan li riyeke axî -ye di navbera “Keferzîtê” û “Kifêrê” de û bi dirêjiya dora kîlomitrekê- kirine.
– Ji heftakê ve, Milîseyên “Nûr El’dîn El’zenkî” dest danîne ser erdekî çandiniyê yî bi xêrûbêr û rûberiya xwe dora du hiktaran û yî herdu bira “Ednan û Ehmed Fayêq Mihemed”, li nêzîk Gundê “Dêwa” – N. Cindirêsê, û bi mebesta avakirina bargeheke leşkerî bi aletan ax rêşkirin, bi ser ku “Ednan” li gund de û piroje û firotana erdê red jî kiriye; Herweha du kon ji anîndeyan re, di nav zeviyeke zeytûna ye “Ehmed Fayêq” de hatin venandin, tevî çêrandina pêz têde.
Çavdamrana li ser binpêkirin û tewanên ku li Efrînê pêk hatine, tiştekî gûmankirî ye û bixwe jî teweneke din e, û di bin çi şert û mercî yan zext û berjewendiyên çi dewlet û hêzeke xwecihî de be, çênabe bêdengî li ser hebe.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]