#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (229): Gundê “Ecnadîn” ê niştecîkirinê, girtinine bêsûcane, geregoşî û qutkirina darên zeytûnê, vêrgiyên El’emşat û El’şerqiyê.
Piştî ku Anqerê bi Şamê re dest bi lihevhatin û lihevkirinê kir, û destpêkirina hevdîtinên siyasî li ser asteke dîplomatîk ragîhand, nevehesî û xurcilandin kete nav refên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û bi ser de jî nav Hemahengiya Sûrî – Ixwanî, bi taybetî jî çarenûsa wan berve nediyariyê ve diçe; Bi ser wê giştî de, ew rojekê ji binpêkirin û tewankariyên xwe di dermafê Herêma Efrînê û nişteciyên wê yên resen de namînin.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= Gundekî niştecîkirinê:
Di çarçewa pilana guhertina demografî ya ku Destlatên Turkiyê rêbaz dikin de, li /4/î Rêbendana 2023an. Z, Gundê “Ecnadîn” ê niştecîkirinê yê nû li Navça Cindirêsê hate vekirin; Ew ji /40/ yekîneyên niştecîbûnê, amojgeheke lezberkirina “Qur’anê”, mizgeft û gulîstanekê pêkhatî ye, û piroje li ber ferekirinê ye; Û ew bi destê “Tîpa Idlib El’weten” û “Ebdo Zemzem” – serkêşekî Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî” û bi pereyên “Komela Ecnadîn a Felestînî” tê cîbicîkirin.
“G. “Ecnadîn” ê niştecîkirinê, Cindirês.”
Divê were bîranîn jî ku gund li ser erdekî çandiniyê -/24/ donim bi darên çefteliyê hatibû çandin û tev ji aliyê “Zenkî” ve hatibû hilkirin- hatiye avakirin, dikeve navêna herdu gundên “Hemêlkê” û “Qîlê Jêrin” – Rojhilatê B. Cindirêsê, û ew ê koçberine zorane ye (zaroyên herdu dilovanberên bira “Mecîd û Mûrad kurên Menan Mihemed”) ji xelkê Gundê “Şîtka” ye, û piştî dagîrkirina herêmê li 2018an. Z ve, ji aliyê milîseyan ve hatiye desteserkirin.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 24.12.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Bajarê Efrînê” Hemwelatî “Hemze Isma’îl Hec Hemze /40/ sal” ji xelkê Gundê “Xirabî Şera” û li bajêr rûdine, bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girt, û piştî heftakê -piştî standina baceyeke diravî- ew berda, bi taybetî jî “Hemze” halxweş e û dîkaneke wî ya firotina hêsin jî li Herêma Pêşesaziyê heye.
– Li 1.1.2023an. Z, Milîseyên “Feyleq El’şam” xort “Hisên Mihemed Şêxo /25/ sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” – Reco girt, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Piştî biservebirina hin malên ku anîndeyên Êla “El’begare” li B. Cindirêsê têde rûdinin û girtina yekî daxwazkirî ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, li şeva 3.1.2023an. Z giropeke çekdar ji êlê êrişî ser navenda asayêşê kir, makîneyine wan şikandin û di navbera herdu aliyan de qurşîn hatin avêtin; Û redkirin ji wê re, li siba roja din, Istîxbaratên Turkiyê û bi hevaltiya milîseyan hejmarek ji yên êriş kirine girt.
“Êrişa li ser Navenda “Asayêşa Leşkerî” li Cindirêsê ji aliyê anîndeyên “El’begara” ve, li Şeva Sêşemê /3/î Rêbendana 2023an. Z.”
– Li şeva 4.1.2023an. Z, li Taxa Eşrefiyê – B. Efrînê, bi sedema belavkirina xisteyên alîkariyên xwariniyê yên mehane, pevçûnek di navbera anîndeyan de çêbû, qurşîn hatin avêtin, Milîseyên “Asayêşa Sivîl” destêwerdan kir, û di encamê de hin pevçûnker birîndar bûn.
= Binpêkirinine din:
– Li 23.12.2022an. Z, çekdarên Milîseyên “Feyleq El’şam” êriş mala temenmezina Kurd “Fatîme Cinêd/75/sal” (bi tenê li Gundê “Basûfanê”- Şêrewa rûniştiye) kir, lêdan lêkir, bi kêndirê girêda, û zêr û peren jê dizîn.
– Milîseyên “El’weqas” beşek mezin ji dareke sindiyanê ye Romî ye temenmezin di erdekî “Bijîşk Xelîl Hisên Axa” de li Bajaroka “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê qut kir.
“Dara sindiyanê ya temenmezin a “Bijîşk Xelîl Hisên Axa”, piştî qutkirina bêwijdan, Bajaroka Kefirsefrê – Cindirês.”
– Li vê dawiyê, milîseyan dora /30/ darî zeytûnê yên temenmezin -sisê jê ji kokê ve- yên “Nîdal Mistefa, Enwer Simo, Nûrî Miho, Henîf Miho” bêwijdan qut kirin, li herdu gundên “Me’imila û Umera” – Navça Reco.
– Piştî ku “Welîd Hisên El’casêm ê ku bi (Sêf) tê naskirin” birayê “Mihemed El’casêm – ebû Emşe” (serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ji Navça “Şiyê”) bi derxistina biryarekê ji komîtak sê’alî ve li destpêka sala borî hatiye bidûrxistin, careke din ew vegeriya ciyê xwe û vêrgiyên ji /1000-5000/Dolar Emrîkî li ser bidehan Malbatên Kurd (ên ku ji Turkiyê û Libnanê vegerîne Bajaroka Şiyê û gundine pêve girêdayî) ferz dike.
“”Welîd Hisên El’casêm ê bi (Sêf)tê navdan” birayê “Mihemed El’casêm- ebû Emşe” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah”.”
– Li vê dawiyê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” vêrgiyine nû /2-5/teneke zêtê zeytûna -heryek 16KG sade- li ser jinine jinebî yen Kurd li Bajaroka Reco û gundine di bin desteseriya wan de (Qêsim, Çêqilme, Kûra, Şediya, Firfirkê…) ferz kirin, bi behaneya ku tevahiya weresê li wan nakeve û tenê rêjeyek jê para wan e, û ji wan li Gundê “Kûra” ev hatin naskirin: Selwa Umer Mihemed, Ewaş Mistefa Îbo, Fatîme Mihemed Bekir, Henîfe Bîlal, salîhe Hesen keça Mihemed Elî.
– Wêneyeke nûjen ji Pira “Heredere/Heşargê” (ya ku dirêjahiya wê dighêje /450/ Metroyî, nêzîk Gundê “Maseka” – N. Reco, li sala 1912an. Z hatiye avakirin, û li herêmê weke zanînwerekê ye) ya xeta “Tirêna Rojhilata Lezgîn – El’şerq El’serî’i” gihîşte me, û bi beramberkirina wê bi wêneyine kevin re – berî dagîrkeriyê, bi zelalî girseya dizînên ku ji aliyê Milîseyên “Firqê Nehan(El’firqe El’tasî’e) – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve gihîştinê -text, stûnên bin xetê û hesinê xetê- diyar dibe; Û ew jî di çarçewa siyasetên rêbazkirî de yên ku Destlatên Dagîrkeriyê ji bo roxandin û tunekirina binevahiyan li herêmê -toreyên elektirîkê yê giştî û hevgîhanên zemînî û xilyewî û navend û bircên wan, xeta tirênê…û yên din- dimeşînin de ye.
“Pira “Heredere/Heşargê”, berî û piştî dizînên ku gihîştinê.”
Eger hestiyariyek netewparêziyê li ba yekî ji Sûriyên ku rih û simêlên xwe dane dest Turkiyê û dijmantiya Kurdan kirine mabe?!, Jê tê xwestin ku pirotestokirina xwe ji destêwerdana Turkiyê ya qebhet û nemafdar re di rewşa Sûriyê de û siyasetên wê yên li dijî Kurdan ragihîne, û binpêkirinan li dijî wan rawestîne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]