#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (232): Gundê “Şêxorzê” – roxandina mizgeftekê û koçberkirineke fere, girtinine bêsûcane, qutkirineke fere ji darên zeytûnê re, “Ebû Emşe” vêrgiyine nû li ser “Mabeta” ferz dike, geregoşî û hebûneke ji “Desteya Tehrîr El’şam” re.
Di van herdu heftên borî de “Desteya Tehrîr El’şam” ya terorîst bi rengekî açiq dest bi diyarkirina xwe kiriye, û ketiye şeş biryargehên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” -bê ku simbolên xwe li ser hilde- li orta Bajarê Efînê yê kevin; Ew herşeş biryargeh ev in: (Avahiyên Xercgeha Destgirtina Diravî ya Gelêrî “Mesref El’teslîf El’şe’ibî”, Diravî/Malî”, Dibistana Kevin û sê malan), yên ku li Bakurê Avahiya “Sera Kevin” bi rengekî yekser dikevin – biryargeha Waliyê Turkiyê, û hebûna endamên xwe têde li rex endamên “Mûrad” ên ku tevê bûne pir kir.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Şêxorzê”:
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, bi /8/K.M ji navenda wê dûr e, bi hersê perçên xwe ve dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /800/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, tev piştî dijberiyê li ser herêmê li 20.1.2018an. Z bi dora deh rojan penaber bûn, bi sedema topebarankirinê û ji ber ku gund ji sînor ve nêzîk e; Piraniya wan zorane koçber bûn, û tenê ji wan /14 malbat = 40 nişte/vegerîn gund, bi sedema qedexekirinê, niştecîkirina dora /100 malbatî = 600 nişte/ ji anîndeyan têde, û veguhestina “Şêxorzê jorin” bo bargeheke leşkerî ye Turkî.
“Hin wêneyên roxandin û wêrankirinê li G. “Şêxorze”.”
Di encama topebarankirinê de /15/mal li “Şêxorzê Jorin” bi temamî û dora /35/ malan jî bi piçekî li tevahiya gund hatin roxandin, ji bilî roxandina mizgefta gund bi tevahî (ya ku hejmarek ji “Qur’ana Pîroz” û pirtûkine olî di hundir de).
“Mizgefta “Şêxorzê” ya kevin li berî roxandin û dagîrkirinê.”
Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” (ên ku “Hesen Xeyriyê – zayîna Kensefre 1977. Z” serkêşiya wan dike, û berpirsiyarê wan li gund jî “Sarî El’reyan Ebû Telal” e – yê ku berê pêşengiya giropeke di “Rêxistina Da’işê” de dikir), û avahiya şaredariyê ji xwe re kirine biryargeheke leşkerî; Û piştî derbas gund bûn hemî heyînên malan dizîn, mîna: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, raxistok û mobîliya, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din, weha jî bihezaran tenekên zêtê zeytûna (heryek 16K.G sade) ji mal û guvêşgehan, sê giropên zayenda elektirîkê(belavkirina Ampêran), tirektorin çandiniyê tevî dûmahîkên wan û hin makîne, jimarokên ava vexwarinê û roxandina toreya wê, guheztok û kebil û beşek ji dîrakên toreya elektirîkê ya giştî, kebil û dîrakên toreya telîfûna zemînî (ya berê di cîbcîkirinê de bû), heyînê herdu avahiyên dibistan û şaredariyê, amorên toreya entirnêtê, û herwehajî hemî aletên guvêşgeha zeytûna ya “Aqûb Horo” (avahiya wê jî kirin nanpêjgeh), aletên Guvêşgeha “Dilovanber Henîf Arêf Henan” (ya ku ji aliyê zarokên wî ve ji nû ve hatiyê amedekirin), û aletên Guvêşgeha “Tahêr Betal Hesen” (a ku xwediyê wê vegerandiye piştî dandina vêrgiyeke mezin), û bi ser de jî du guvêşgeh li Bajaroka “Qestelê Miqdêd” (ya hevcîwar) û yên “Dawod Henan Eşo, Henîf Şêxo Kulik – ji xelkê Şêxorzê” bi tevahî hatin roxandin.
“Giropek ji “Lîwa’i Siqor El’şemal” li dema derbasbûna wan ji G. “Şêxorzê” re, 2018. Z.”
“Seredana “Salêm El’mislet- serokê Hemahengiya Sûrî ya Rikber” ji biryargehên Milîseyên “Lîwa’i Soqor El’şemal” re, Rezbera 2022. Z.”
Herweha wan dest danîn ser guvêşgeha zeytûna ya Malbata “Horo” (ya di navêna herdu gundên “Se’irîncikê û Omersimo” yên hevcîwar de).
Û ji malmewdanên xelkê gund milîseyine din ev dizîn: Aletên çar kargehên biloka yên nûjen/alî ên “Nûrî Horo, Horîk Dewlet, Henîf Şêxo (yê ku ji nûve amede kiriye)” û li ser riya Kefircenê – Efrîn; Û li heman ciyî jî dest danîn ser çêgeha “Cûdî” (birîngeha keviran, kargeheke biloka ye nûjen/alî, kargeheke bilata) ya “Aqûb Horo”, û ser kargeheke biloka ye nûjen/alî ye “Betal Hesen” li nêzîk Gundê “Keferşîlê” – Rojavayê Bajarê Efrînê û ji xwe re bi kar tînin.
Û weha jî “El’lîwa’i” dest danî ser dora /15/ hezar darên zeytûna ji malmewdanên gund, û vêrgiyan jî li ser werzên/mûsimên xelkê li gund mane ferz dike; Û bi rengekî fere Daristana “Çiyayê Reş” li Rojhilatê gund qut kirin, û bihezaran darên zeytûnê bêwidan qut kirin, dora /50/ darî zeytûnê li ser Riya “Se’irîncekê” yên “Xelîl Horo” ji bo avakirina çadirgehekê ji anîndeyan re li ser erdê wê hilkirin.
Herweha jî “El’lîwa’i” “Girê Bîrê” li Bakurê gund kola û rêşkir, ji bo lêgerîna li kevneşop, kinzên binerd û dizîna wan.
Û di çarçewa tevgereke olî ye hişk û çalak ye herêm dibîne de, mizgefteke nû li gund ji aliyê “Komela Destên Sipî” ve û peredandin jî ji “Komela Jiyankirina birûmet/El’eyş bîkeramê” – ji “alîkariyên Bajaroka Qilinsiwe ya Felestînî” hate avakirin, û li Rêbendana 2022an. Z hate vekirin.
“Mizgefta “Şêxorzê” ya nû, Rêbendana 2022. Z.”
“Tarûmarkirina gorên miriyên “Şêxorzê” – N. Bilbilê, Havîna 2021an. Z.”
Û piştî derbasbûna gund li Reşmeha 2018an. Z, û berî “Cejna Qurbanê ya Pîroz” jî, çekdaran mebestkirî bidehan gorên miriyên gund tarûmar kirin û belawela kirin.
Weha, xelkê li gund mane jî rastî binpêkirinên tonbiton hatin, bi taybetî jî girtina hinan bi demên têvel digel îşkencekirinê, û ferzkirina sezayine diravî li ser wan; Û ji xelkê gund xort “Mihemed Farûq Bîro” û hevjîna wî “Tolîn Bîro” û zarokê wan “Can” pakrewan bûn, li 23.10.2018an. Z, bi sedema teqîna bombeyeke zemînî li ser Riya “Berad” – Niblê bi wan de, piştî neçarbûna revîna malbatê ji Efrînê, di encama fişarên ku tûşê hatine.
“Pakrewan “Mihemed û Tolîn Bîro” û zarokê wan “Can”.”
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrketiyê ev girtin:
– Hemwelatî (Es’ed Hemîd Mihemed /32/ sal li 30.12.2022 an. Z, Ehmed Mihemed Hemîd /38/ sal li 9.1.2023an. Z) û (Elî Ebid El’rehman Kalo /40/ sal, Bekir Hesen Xêro /35/ sal, Rêber Hesen Xêro /32/ sal, Ednan Ebdi Camo /40/ sal, Mihemed Ferîd Ce’ifer /28/ sal) li 17.1.2023an. Z, ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – B.Efrînê, bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.
– Hemwelatî “Komistan Ehmed Îbiş /35/ sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê li 9.1.2023an. Z, û li roja din hate berdan.
– Xort “Mehmûd Hesen Xelîl /22/ sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera, ji dora bîst rojan ve, di dema vegera wî bo gundê xwe ji ciyê penaberiyê – Herêma “El’şeba’i” Bakurê Heleb, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha li Hepsa “Maratê” ya navendî bendkirî ye, û xwîşka wî ya vêre hate vegerandin û bo Rojhilatê Ferêt hate qewtandin.
= Qutkirina darên zeytûnê:
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li Gundê “Be’irava” – N. Şera bêwijdan darên zeytûna (/12/ên Mihemed Fewzî Xelîl, /12/ên Mistefa Xekîl, /12/ên Ziyad Xelîl) qut kirin.
– Û Milîseyên “Firqit El’hemzat” dora /30/ darî zeytûnê yên “Fewzî Ne’isan” û /35/ darên zeytûna yên “Mihemed Ne’isan Ehmed” li Gundê “Etmana” – Navça Reco jî qut kirin, û li wir (navendeke bazirganiya êzingan li kolana G. “Etmana” yê “Yezîd Beşkawî -serkêşekî El’hemzat- û bira û kuramên wî” yên ji Bajaroka “Me’erit Herme/Idlibê”) û (navendeke bazirganiya êzingan li hundir Bajaroka “Reco – Riya Gundê Hecxelîl”) û (birîngeheke êzingan ye serkêşekî Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” di avahiyeke koçberê zoranê “Mihemed Cemîl Reşîd Osman de li çateriya Gundê Mûskê de – Derbasgeha Reco”) û “makînen êzingan di rêbendên milîseyan û asayêşê re û li ber çavên Istîxbaratên diguhêsên” hene.
“Qutkirina darine zeytûnê yen “Fewzî Ne’isan”, G. “Etmana” û yen “Mihemed Ne’isan Ehmed”, G. “Etmana”.”
“Navendeke bazirganiya êzingan, li kastîna G. “Etmana”.”
“Navendeke bazirganiya êzingan, li orta Bajaroka Reco – riya G. “Hecxelîl”.”
“Birîngeheke êzingan, li avahiyeke di çateriya G. “Mûskê” – Derbasgeha Reco.
“Makînen êzingan ji G. “Etmana” bar dikin – N. Reco.”
– Li vê dawiyê, li Gundê “Tilifê” – B. Efrînê (yê ku di bin desteseriya Milîseyên “Firqit El’hemzat de” (/15/ darên zeytûnê yên “Ofê Sibhî” ya jinebî, û /5/ jî yên “Şêrzad Ne’isan”) hatin qutkirin, jê bi tevahî û hinek jî bi piçekî.
– Piştî dawîkirina qutkirina îhraşên/ îhracên li dor Gundê “Dêrsiwanê” – N.Şera, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” dest bi hilkirina kok û tamaran dikin, da ku rûtrepalî weke beriyê bibe, herweha jî qutkirina darên biber fere dike, jê dora /200/darên sinoberê, behîv û meywan di erdekî yî Kurdê zorane koçberkirî “Henan Simo Ebûdan”, û yî bi ser mala wî ve ya li gund.
– Piştî pirbarekirin û ferekirina qutkirina bêwijdan ji darên zeytûna û meywan re li herdu gundên “Kurzêlê û Endarê” – Şêrewa, bi taybetî qutkirina dora /300/ darî zeytûna û meywan ên “Mihemed Îbo, Mistefa Ce’ifer, Rêzan Ebdo, Mistefa Hec Misto” li vê dawiyê, hin hemwelatiyan gilîyin li ba Milîseyên “Firqit El’hemzat û Firqit El’sultan Silêman Şah” pêşkêş kirin, û li Roja Înê 20.1.2023an. Z li ba Rêbenda “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” (ya ku di heman rojê de hejmarek ji qutkarên daran di tewankirinê de girtine, lê berdan bê ku tu pêngavan di dermafê wan de bistîne), û ta niha giliyan tu sûd bi tiştekî nekiriye. Û bi sedema rewşeke weha bed, ji heftakê ve hemwelatiyê temenmezin “Mistefa Ce’ifo” ji xelkê G. “Kurzêlê” /100/darî zeytûnê ji mewdanên xwe – nêzîk Riya Basûtê- bi tevahî qut kirin, piştî ku ji du salan ve bêtirî carekê li ser destê çekdaran rastî qutkirineke bêwijdan hatin.
– Endamên parêzî û rêveboriya bargeha leşkerî ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li çateriya Bajeroka “Mabeta” qutkirina xwe ya bêwijdan ji sedan darên zeytûnê re li dor bargehê berdewam kirin, û herweha darên li dor birîngehek xelkê “Mabeta” li nêzîk Gundê “Kokanê” yê hevcîwar qut kirin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 15.1.2023an. Z, Milîseyên “Firqit El’hemzat” giropeke çekdar ji Êla “El’mewalî” û pêve girêdayî (Lîwa’i Umer El’farûq/Ebû Bekir) ji Çiyayê “El’ehlam” (ya bi ser Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Kîmarê”- Şêrewa) qewitand, pevçûnin di nav herdu aliyan de çêbûn, di encamê de gigizî çend rojan li hin cîgehên din kete nav wan, û tev jî li ser nakokiya qezencên ji riyên qaçaxiyê û dizîna malmewdanên giştî û taybet çêbû.
– Li 15.1.2023an. Z, li Navça “Bilbilê” ya sînorî, û di encama nelihevkirinên di nav serkêşên milîseyan de li ser qezencên derbaskirina qaçax ji mirovan re bo Turkiyê, “Ehmed Meşhedanî – yê bi Ebû Mehmûd El’esmer tê navdan, û serokê ewlehiyeta “Firqit El’sultan Mûrad” jin û keçin (ên hejmara wan dora sedî li gor kenalên ragîhandinî yên xwecihî) di hepsên xwe de bend kirin, û ji ber ku hin jê ji Bajaroka “Enedanê” bûn – Bakurê Heleb û Şamê û gundewarê wê bûn, xelkên wan deveran di rûyê wan de derketin û gigizî kete rewşa navçê, ta ku “Meşhedanî” ji wan re qix kir û bendker berdan.
– Li 24.1.2023an. Z, “Ehmed Mihemed El’casêm /22/ sal û ji Bajaroka Sencar/Me’erit El’nu’iman” -yek ji endamên “Firqit El’hemzat”- bavê xwe bi qurşînê kuşt, ji ber hilgirtina çekan û bikaranîna tewaşankî ji aliyê çekdar û anîndeyan ve, li kêlek çadirgehin ku anîndeyin ji Herêma “Me’erit El’nu’iman” – Idlib têde rûdinin, li cîgeha birîngeheke keviran (e koçberên zorane “Mihemed û Mistefa û Şukrî Çolo, Mihemed Ehmed Mistefa” – ji xelkê “Mabeta” û ye ku milîseyan tevahiya aletên wê li destpêka derbasbûna wan ji herêmê re dizîne) li nêzîk çateriya G. “Kokanê” – N. Mabeta.
= Binpêkirinine din:
– Li 23.1.2023an. Z, çekdarina çek kişandin ser şivanin negîhayî li çiyayê Gundê “Kîmarê” – Şêrewa, û miyin (/16/ ên “Mamo Hisên”, /2/ên Mamed Fewzî, /6/ên Umer Hesenkî) ji wan dizîn, û berê xwe dan Gundê “Xezîwiyê” bi aliyê Başûr ve (ye ku di bin desteserya “Feyleq El’şam” de).
– Di navboriya heyva em têde, li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê (yê ku di bin desteseriya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad û Firqit El’hemzat” de), deh mal û dîkaneke xwarinvexwarina malan li ser destê çekdarina rastî dizînê hatin, jê firaxên baqirî, cerên gazê, mûneta zeyta zeytûna û tibabine diravî, û hin xwediyên wan jî ev in: “Emîne” – jinebiya “Elî Mecîd Elî”, “Cemîle” – Jinebiya “Ehmed Cerbo”/du caran, “Hesen Eslan”, “Hisên Birîm”, “Mihemed Ismail Çawîş”, “Esed Henan/Mehel”.
– Li navîna heyva borî, giropeke serûgirtî bi çekan xwe avête ser dîkan mala Hemwelatî “Menan Ukaş Şêx Îsma’il Zade” li Gundê “Dêrsiwanê” – N. “Şera” (yê ku “Firqit El’hemzat” desteser dike), lêxist û (/1500/ Dolar, /5000/ pereyên Turk, /150/ gram zêr û xilyewin) jê dizîn, û herweha giropeke din jî avhilkêşeke/medaxak /10/ hespî tevî dûmahîkên wê ji bîra Hemwelatî “Wehîd Hec Ukaş Lutfî” ji heman gundî dizîn.
– Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” rêdandarên/wekîlên yên ne li herêmê ji xelkê Bajaroka “Mabeta” -hejmara wan dora /80/î- diwesîne cem xwe, û li ser her yekî ji wan /3-20/ teneke zêtê zeytûna (her tenekek /16/K.G sade) weke vêrgî li ser berhemdana zeviyên zeytûna yên ne li wir ferz dikin, piştî ku di heyva borî de /250/î teneke zêt ji xelkê bajarokê yên li wir mane ferz kirin û wergirtin.
Vegerandina ewlehî û hêminiyê li Herêma Efrînê û danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewnên ku di dermafê, mirov, dar û keviran de bi awakî berdewam dibin re, bi riya pêngavên wêneyî û jinûve jihevqetandin û hevgirêdana milîseyan ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ve pêk nayê, û tenê dawîkirina dagîrkeriyê û hebûna milîseyên nandoz û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê çareserî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]