#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (241): Bajaroka “Şera” – dizîn û guhertineke demografî, girtina jinekê û herçar zaroyên wê, dijîkirina ser temenmezinina û dizîna wan, komelgehên niştecîkirinê li şûna zeviyine zeytûna.
Erdheja /6/ê Reşmehê, tewana Newroza Cindirêsê ya bi robet, û cersandinên ku rastiya siyasetên Turkiyê yên li dijî Kurdan aşkere dikin, ji binpêkirin û tewanên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”/ Hemahengiya Sûrî – Ixwanî re li herêmê nebûn rêgir, ji ber ku ew di bingeh de ji cîbicîkirina siyasetên Hikometa Dad û Geşepêdanê bi serokatiya Erdoxan re destik û nandoz in; Evên jêr jî hinde bûneyên ku wê tekez dikin in:
= B. “Şera”:
Ew navenda navçê ye, /16/KM ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /250/malî pêkhatî ye, dora /1300/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piraniya wan di dijberiya ser herêmê de li destpêka sala 2018an. Z penaber bûn, jê dora /130 malbatî = 400 nişte/ vegerîn û yên mane zorane koçber bûn, û dora /160 malbatî = 800 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Di encama topebarankirina bajarokê de ji aliyê Artêşa Turkiyê û nandozên wî ve li dema dijberiyê, ziyanên piçekî û tonbiton gihîştin heft malan, û kevana derbasgeha bajarokê hate roxandin; Û piştî desteserkirinê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” ve, mala/vêla “Ebdo Şe’ibo” yê zorane koçberbûyî ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî, avahiya guvêşgeha zeytûna ya herdu ortaqan koçberê zorane “Rehman Qehreman” û dilovanber “Rif’et Hemîd Hemdoş” ji xwe re kirin biryargeh û hepseke taybet, piştî ku tevahiya acet û aletên wê dizîn; Û weha jî dizîna xwarinvexwarin û firaxên baqirî û cerên gazê û alav û amûrên malane û yên din ji malan, hemî heyînên dora /120/ malên dest danîne ser, destdanîna ser heyînên hejmarek dîkanên pêdiviyên malan, aletên nanpêjgeha otomatîk a Rêvebiriya Xweser a berê (a ji nû ve ji bo serkêşên Melekşah bi aletin din hate amedekirin), dora /25/ makîne û tirektorên çandiniyê, dora /30/ avkêşekên/xetas bîrên irtiwazî yên malan, giropeke zayenda elektirîkê ye mezin (ampêrat) e “Rehman Qehreman”, jimarokên avê û yên elektirîkê yên malan, giropeke hilkişandina ava vexwarinê ji bîreke taybet e sê gundan (Şera, Xirabê Şera, Sînka) ye ku paşê bi aletine din hate amedekirin û bikaranîn, amûrên toreyeke enternêtê ye taybet, heyînên sê dibistanan û guhestina avahiya dibistana navîn bo biryargehekê ji “Asayêşa Sivîl” re, hin heyînên mizgeftê, guheztok û kebil û beşek ji dîrakên toreya elektirîkê ya giştî (ya ku ji nû ve ji aliyê fabrîkeyeke Turkî ve hatiye çaksazkirin û bikaranîn), û kebil û stûn û amûrên navenda telîfûna zemînî.
“Şûnewarê topebarandin, roxandin û dizînê li B. “Şera”.”
Û “Melekşah” vêrgiyeke mezin li ser xwediyên du guvêşgehên zeytûna li beramberî ku aletên wan neyêne dizîn ferz kir, û weha jî vêrgiya /10-20/% li ser berhema werzên zeytûna, bi taybetî li ser malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û destdanîna tevahî li ser beşekî jê.
Û wê ji bo êzingkirin û bazirganiyê darên îhracê yên temenmezin li dor gund û dora sed darî zeytûnê qut kirin; Û ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, cîgehine dîrokî kolan û tevdan, mîna Zaretgeha “Ebid El’mewlane” li Rojhilatê bajarokê, bi ser de jî darên wê yên temenmezin qut kirin.
“Qutkirina dareke sindiyanê ye temenmezin li B. “Şera”, ye Malbata “Qehreman”.”
Û di çarçewa tevgereke olî ye tund û çalak de li herêmê, mizgefteke nû ji aliyê herdu komeleyên “Jiyankirina bi Rûmet/El’eyş bî Keramê, û Destên Sipî/El’eyadî El’beyda’i” ve hate avakirin, bi ser de jî hejmarek korsên olî hatin lidarxistin, û ezmûnkirinên zimanî û olî jî ji mamosteyên dibistanan re ji aliyê kargêriya fetwan li Şera ve (ya ku “Umer El’faroq” miftiyê Wîlayeta “Hetay” a Turkiyê li 3.3.2021an. Z ji bo serpereştiya rêvebirina kar û şîretkirinê seredana wê kiriyê) hatin çêkirin; Û herweha jî vekirina “Gulîstana Gupikên Buhiştê/ Rewdit Bera’êm El’cene” li 22.3.2021an. Z ji aliyê “Hisên Baş” – miftiyê Fatêh Istanbûl û li ser serê şandeke serokatiya kar û barên olî ye Turkî ve.
“Çalakiyine olî bi serpereştiyeke Turkî li B. “Şera”.”
Weha, xelkên mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna revandin, girtina bêsûcane, îşkencekirin û peresitandin û yên din hatin, û bi dehan jî bi demên têvel hatin hepiskirin û digel ferzkirina sezayine diravî, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.
Bi bîr were jî ku serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” “Mehmûd El’baz” e, cîgirê wî “Fadî El’Mûse El’salêh/Fadî El’dêrî” ye û serokerkanê wê jî “Ehmed Elî El’îse/Ebû Bîlal Hinêş” e, yên bi destdanîna ser pir malmewdanên Navça Şera û zordariya xwe li ser ademîzadiyê navdayî.
“Serkêşên Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah”.”
= Girtinine bêsûcane:
– Li 23.3.2023an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” hemwelatî “Şêxo Luqman Hemo /27/sal, Mihemed Luqman Hemo /16/sal, Şêxo Ferhad Hemo /17/sal” ji xelkê Gundê “Dîkê” – Navça Bilbilê û “Xelîl Idrîs /17/sal” ji xelkê Gundê “Hecxelîl” – N. Reco bi tuhmetên çêkirî girtin.
– Li vê dawiyê di hevdîtinên wênekirî û belavkirî de, Hemwelatî “Idrîs Mihemed Mûse /40/sal” ji xelkê G. “Çeqmaqê biçûk” – N.Reco -ji dawiya sala 2022an. Z ve penaber e û li Welatê “Nemsa” rûdine- tekez dike ku hevjîna wî “Dicle Cemal Bekir /30/sal” û herçar mendalên wan /2-12/sal ji çend heyvan ve di Hepsa “Hewar Kilis – Ezaz” de (ya ku Milîseyên Firqit El’sultan Mûrad û Istîxbaratên Turkiyê bi rêve dibin) dûrî cîhana derve bendkirî ne, piştî girtina wan li 5.1 2013an. Z û barkirina wan ji Istanbûlê – Turkiyê (ya ku di bin sîstema parastina demkî de lê rûdiniştin, û li benda lihevkombûnê û çûndina Nemsa bûn), li dû nerazîbûna “Idrîs” ku danûsitandinê bi Istîxbaratên Turkiyê re bike, û bi ser girtina wî ji parêzerekî Turk re ji bo lêgerîna li endamên malbata xwe.
“”Dicle Cemal Bekir” ya girtî û herçar zaroyên wê.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li şeva 25.3.2023an. Z, li Gundê “Îska” – Şêrewa yê ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin, çekdarina mala temenmezinê nexweş “Yihye Şukrî Hemo” -yê di nav nivînan de û tevî hevjîna xwe bi tenê rûniştî- basmîş kir, mekin lêxistin û di encamê de destê jinikê şikest, û tibabeke diravî û du amûrên xilyewî jî ji wan dizîn.
“”Yihye Şukrî Hemo” û hevjîna wî yên ku dijîtî li ser hatiye kirin.”
– Li 1.4 2023an. Z, li G. “Xezîwê” – Şêrewa yê ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dike, çekdarina bi şev mala Hemwelatî “Rif’et Elî” basmîş kir, bi behaneya lêgerîn û şopandina hin kesên daxwazkirî, û endamên malbatê di odeyek tenê de bend kirin, û jê hin tişt dizîn.
– Li 3.4.2023an. Z, li dema belavkirina alîkariyan ji aliyê “Dezgeha Berzanî ya Xêrxwaziyê” ve li G. “Xirabê Şera”, di navbera çekdar û anîndeyin bi ser Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, bi sedema geregoşî û nelihevkirinê li ser xistan, devavêtin û şerek çêbû û qurşîn hatin avêtin, û hin kes birîndar bûn û hin din jî derizîn, û ji ber wê dezgehê nikanî karê xwe tewaw bikira.
– Li 3.4.2023an. Z, çekdarina ji endamên Milîseyên Nûr El’dîn Zenkî -li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî- “Falêh El’dîrawî/Ebû Zêd ê ji Şamê” û ji anîndeyên li çadirgeha “Dêrbelûtê” – N. Cindirêsê rûniştî -Ro li nîvro- bi qurşînê kuşt, li ser nelihevkirinine berê.
– Li 4.4.2023an. Z, li orta Kolana Reco ya qerebalix/qerebaliq li Bajarê Efrînê -ro li nîvro- tibabeke diravî (1400 Dolar Emrîkî û du hezar Turk) ji temenmezinê Kurd “Mihemed Elî Dehdo /72/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” girtin û bi matoreke duloqî revîn, piştî ku fêlbazî lê kirin da ku perên xwe ji berîka xwe derîne; Were zanîn jî ku ew pere buhayê pîkaba wî biçûk a ku li siba wê rojê firotiye bû.
= Komelgehên niştecîkirinê li şûna zeytûna:
Di çarçewa hewildanên Dagîrkeriya Turkiyê û alîgirên wê de, ji bo daqultandina bêtirîn erd û zeviyên çandiniyê û guheztina wan bo komelgehên niştecîkirinê, û hîştina anîndeyan li herêmê bi rengekî berdewam ev pêngav hatin kirin:
– “Ebû Elî Şerqiyê” ji Dêrezorê û yek ji serkêşên Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” zeviyeke zeytûna bi rûbera çar hiktar û nîvan a “Xelîl Erebo” ji xelkê Bajarê Cindirêsê bi navbênciya simsarekî ji Bajaroka Kefirsefrê kirî.
– Çadirgehek ji anîndeyan re li ser erdekî -piştî hilkirina /325/darên zeytûna jê- hate avakirin; Hêjaye were zanîn ku ew erd li Bakurê Riya gundên Baflor – Yalanqozê Bakurê Cindirêsê dikeve, yê “Nebîh Xelîl Mûrad” ji xelkê B. “Kefirsefrê” ye, û ji aliyê bazirganine ji Bajaroka “Encarê” – Gundewarê Heleb a Rojava ve hatiye kirîn.
“Çadirgehek li ser erdekî hatiye avakirin, berê zeviyeke zeytûna bû û ji aliyê xwediyê wê “Nebîh Xilîl Mûrad” ve hatibû firotan.”
= Binpêkirinine din:
– Ji dora pênc heyvan ve, “Kemal Mihyedîn El’eşqer/Ebû Hido” yê ku bi navê “Hatêm Ebû Şeqra” – serkêşê Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li N. Reco kar dike û dilive û bi zordariya xwe jî xwe vedine, û ew bi talankirina malmewdanên xelkê an ferzkirina vêrgiyan li ser navdar e, rabû Hemwelatî “Nûrî Bilo yê bi Xocê Bildînê tê naskirin – mamosteyê rewatiyê û berê îmamê mizgeftê” neçar kir ku /11/hezar Dolar bidiyê, beramberî gilîhilanînê ji ser û serbestberdana wî, piştî ku ji aliyê Asayêşa Reco ve hate girtin, bo Efrînê hate rêkirin û di mercên zor dijwar de /15/rojan bendkirî ma, li dû giliyê hemwelatiyekî li ser nelihevkirinine şênberî li dijî wî pêşkêş kiribû.
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’hemzê” dora /45/darên zeytûnê yên zaroyên “Şêx Ebid El’qadêr” ji xelkê Gundê “Bablîtê” – Efrînê bi rengekî bêwijdan qut kirin.
Girtin û bendkirina çar mendalan tevî diya wan û veşartina wan bi şêwakî zorane di mercên sert de û bê têkildarî bi derve yan bi xwediyan re tersiyeke mezin e ji yasaya/zagona mirovahî ya navdewletî re, û bi ser de jî barkirina wan a zorane ji welatê penaberbûnê(Turkiyê) ji bo xistina xwediyê malbatê bin zext û fişara pejirandina hin şert û mercan.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]