#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (243): Pirojeyeke niştecîbûnê ye nû, dorpêçkirina koçberên Efrînê li Şehba’ê, qirkirina daristanina, geregoşî û vêrgî û gefdana kuştinê.
Kiriyar û siyasetên dijayetiyê li dijî herêmê û xelkê wê di siya dagîrkeriya Turkiyê de berdewam in -ji ber ku rêbazkirî ne- û ji milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Ixwanî” re bûne xû û karên rojane yên normal, bê redkirineke sincî yan mirovî yan yasayî û yan jî siyasî; “El’emşat” ji dêvla ku li ser riswabûnên wê bê sezakirin, her dere fere dibe û çapqiniyê dike û vêrgiyên nû ferz dike, hin din jî gefê kuştinê li sivîlina dikin an jî daristanan qir dikin û malmewdanên taybet û giştî didizin; Û zincîra avakirina gundên niştecîbûnê û niştecîkirina bi sedhezaran anîndeyan ji bo kûrkirin û ferekirina guhertina demografî li dijî Kurdan û herêma wan berdewam e, ta hinên din ji binpêkirin û tewanên têvel, û emê jê van bi bîr wînin:
= pirojeyeke niştecîbûnê ye nû:
Li vê dawiyê beşek ji erdên bêderên Bajaroka “Mabeta” – Malmewdanên taybet ên xelkê wê – hate dûzkirin û odeyek tê de (ye “Hesen Xoce”) hate hilweşandin û hin konên anîndeyan jê hatin hilanîn, weke rêdûzkirinekê ji cîbicîkirina pirojeya avakirina gundekî niştecîbûnê yî nû re, ji bo niştecîkirina anîndeyina ji hundir Sûriyê û kûrkirina guhertina demografî ya ku li herêmê ji dema dagîrkirina wê ve (2018an. Z) bi awakî fere tê meşandin; Û ew jî bi hevkariya Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ên ku bajarokê desteser dikin) û erêkirina “Encûmena Mabeta ya Xwecihî” (ya ku ji aliyê dagîkeriyê ve hatiye binavkirin) tê meşandin; Rûbera giştî ya wan erdan a dora çar hiktar û çarêkekê ye(4.25 hktar), û berê têde dora /150/ çadirî ji anîndeyan re hatibûn venandin; Û ta niha em nizanin ka herdu aliyên peredandinê û yê cîbcîkirinê kî ne, û herweha jî hûremûrên din li ser pirojeyê.
“Erdên bêderên B. Mabeta, cîgeha pirojeya avakirina gundekî niştecîbûnê ye nû, Gogel Ers – Avdara 2022an. Z.”
= Koçberên Efrînê li Şehba’i:
Koçberên ku li herêmên Şehba’ê û bajarên (Niblê, Zehra’i, Tilrif’et û Dêrcimêlê) û hin gund û bajarokên Çiyayê Lêlûn – Bakurê Heleb (ên di bin desteserkirina Artêşa Sûriyê û di çarçewa bandoriya Rûsî de) rûdinin, jiyaneke perîşan û ne baş dijîn; Hejmara wan dora /60/ hezarî ye, jê dora /9/ hezaran di pênc çadirgehan de rûdinin, ji pirogramên Neteweya Yekgirtî ya fîxanî û mirovahiyê bêpar in, tenê hin alîkarî ji bal rêkxirawa Heyva Sor a Sûrî ve li ser wan têne belavkirin, zehmetiyan ji daketina derfetên kar û xizmetguzariyên mîna elektirîkê û ava vexwarinê û tenduristî û hînkirinê û hin tiştên din dikşînin, û daxwaza wan a serke jî vegara bo cî û warên wan e; Nemaze “Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehiyê ya Efrîn û Şehba’ê” pêdivî û hewcedariyên girîng pêk tîne, lê bi ser ku Hikometa Şamê pişta xwe di wan yal dike de, hêzên wê yên leşkerî û ewlekariyê dorpêçê li ser wan ferz dike û wan ji guhestina bo hundir Sûriyê qedexe dike, û carcaran rêvebiriyê dihurhutîne û vêrigiyan li ser ferz dike û hin paran ji sûtemenî û alikariyên ku ji wan re peyda dike bi zorê distîne; Ji du rojan ve ew di şevreşiyê de dijîn, û rêvebirî neçar bû ku piraniya zayendokên elektirîkê û alet û makînên Karguzariyê bi sedema qutbûna Mazotê rawestîne – li gor daxuyaneke wê di 27.4.2023an. Z de.
“Çadirgeheke/Kampeke koçberên Efrînê li Herêma Şehba’i – Bakurê Heleb, Reşmeha 2023an. Z.”
= Qutkirina daristan û daran:
– Piştî qutkirina hejmarek ji daristanên ihracê li çiyayên gundine di bin desteseriya wan de li navboriya pênc salên borî, Milîseyên “Lîwa’i Semerqend û Artêşa El’şerqiyê” ji dawiya sala 2022an. Z ve dest bi qutkirina herdu hirşên “Şêxo /16/hiktar, Ehmed Hembaso /6/hiktar” yên hîracî kirin, bi ser de jî bi sedan darên merxê û sindiyanê û guvîjê û qetlebê -hin jê jî yên temenmezin- di gelî û taximên hevcîwar bi wan re, li cîgeheke asê li orta gundên (Rûta Bakur, Miskê Jorin Başûr, Xalta Rojhilat, Gorda Rojava), û ji ber çetiniya cih rabû rêkin demkî vekirin û alet û acetin taybet ji bo guhestina text û êzing û qurman amedekirin, û piroseyên qutkirinê lezandin ta gihîşte asta ku herdu hirş werin qirkirin.
“Qutkirina herdu Hirşên “Şêxo” û “Ehmed Hembaso” – Navça Cindirêsê.”
– Li gor jêderine xwecihî û perçevîdyûke belavkirî li 28.1.2023an. Z û weha jî wêneyine Gogel Ers, Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” daristaneke îhracê “Hirşê Şewitî – rûbera wê dora bêtirî /60/hiktarî li Başûrê Zaretgeha Qaziqlî, Navça Cindirêsê” bi rengekî fere qut kir û bazirganî bi text û êzingê wê kirin ta ku qir kir, û guheste erdekî rûtrepalî, û pişt re avakirina gundekî niştecîbûnê ji anîndeyan re li ser perçakî ji erdên wê.
“Qutkirina Hirşê “Şewitî” – Başûrê Zaretgeha Qaziqlî, N. Cindirêsê.”
= Revandin:
– Li 15.4.2023an. Z, Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” mala Hemwelatî “Aryan Mehmûd Xelîl /40/sal” li Gundê “Me’ireskê – Navça Şera” basmîş kir, û bêsûcane ew revand û bend kir û di gel dizîna tibabeke diravî û makîna wî, ji ber qedexekirina wî ji hin dijberên ser erdê wî re; Divê were bîranîn jî ku “Aryan” berê jî bêtirî carekê tûşî girtinê bûye û vêrgiyin diravî li ser hatine ferzkirin.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 19.4.2023an. Z, “Desteya Tehrîr El’şam” pênc sûtemenge li nêzîk Gundê “Xezîwê – Şêrewa” û yên di bin desteserkirina Milîseyên “Feyleq El’şam” de û ji xeta hevgîhanê ve nêzîk – Bajaroka”Darazê” li Başûr a di bin deserkirina Desteyê de ji holê rakirin û ji hev vekirin, da ku berve Gundê “Bircebdalo” – /5/KM bi Bakur ve bêne guhestin; Ew jî di çarçoveya qedexekirin û şerkirina “Desteyê” ji piroseyên qaçaxîkirina sûtemeniyê re ji Efrînê bo Idlibê.
– Piştî seredana Tîpa Netewên Yekgirtî ji Navça Reco re li 17.4 2023an. Z, û guhdarkirina wê ji dîtdayînên/şehadtên hin endamên Encûmena Xwecihî re (ya ku ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve hatiye binavkirin) li ser rewşên serwerkirî, ewlekariya Milîşeyên “Ehrar El’şerqiyê” biryargeha encûmenê basmîş kir, û “Ebû Ela’i Xalêd” berpirsê amedekirina dose û lêkolînan di dema kar a fermî de bi rû “Ebid El’qadêr Osman – ji xelkê Gundê Hecxelîl û endamê encûmenê” ket û li ber çavên karmendên din gef bi kuştinê dayê; Û li 26.4 2023an. Z jî, li dû wan dîtdayînan ên li ser binpêkirinên giropên çekdar, Milîseyên “Asayêşa Reco – Ewlekariya rêzanî/siyasî” rabû endamê encûmenê “Mihemed Elî Şêxo – ji Xelkên G. Hecxelîl û berpirsiyarê beşê tenduristiyê” ji biryargeha wî girt, bi katan lêkolîn vê re kir, ew bi nebaşkirina “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” tewanbar kir, û paşê jî bi mercê beşdarbûnê kînga bê xwestin ew serbest berda.
“Herdu endamên encûmena xwecihî li Reco yên ku hatine gefkirin.”
– Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” li Bajaroka “Mabeta” /6/malbat ji anîndyên “Xota Şamê” ji malên ku wan dest danîne ser qewitandin, bi behaneyên têvel – yek jê jî biservebûna wan ji “El’cebhe/Eniya El’şamiyê” ya ku li Cotmeha 2022an. Z ji bakarokê hatiye qewtandin; Û bi mebesta ku ji nû ve destan dînin ser ew mal kilît kirin, bê ku radestî xwediyan yan merivên wan bikin.
– Piştî nîvê şeva borî, di Avahiya/Vêla “Mihemedî Gorda” de -ya ku ji aliyê Milîseyên “Ceyş Elşerqiyê”ve desteserkirî- li “Deşta Henara” li ser riya di navêna herdu gundên “Miskê û Sindiyankê” – Navça Cindirêsê de teqînek çêbû, û di encamê de hate roxandin, lê me nikanî sedem û encam zanîbana, çimkî bi riya odeyên Wats Apê xelk hate agahdarkirin ku ji malên xwe dernekevin.
= Binpêkirinine din:
– Piştî despêkirina werza/mûsima çiloyê reza/tirî, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” yekser dest bi ferzkirina vêrgiya 10% ji berhema wê li Navça Şiyê û gund û bajarokine din ên di bin desteseriya xwe de kir.
– Li Gundê “Etmana” – N.Reco, “Ehmed” û “Uqbe” bav û birayê “Yezîd El’bîşkawî” – berpirsê ewlekariyê ya Milîseyên “Firqit El’hemze” li Navça Reco nahêlin xwediyên zeviyên zeytûn û meywan ên li derdora gund bajon, da ku ji keriyên pez û dewarên wan re (dora/250/serî) weke çêrgeh bimîne û ta ku ziyanek mezin bighêje daran jî, û bê ku yek wêribe qedexe bike yan jî li ser binpêkirinê baxive; Û tenê wêneyek ji çêrandina pêz re di nav zeviyeke hermûtan de (ye nêzîk Çateriya G. “Etmana” û ye Dilovanber “Umer Yûsêf” – ê ku ji aliyê dagîrkeriyê ve zorane jê hatiye koçberkirin) bi dest me ket.
“”Uqbe Bîşkawî” û çêrandina bêwijdan û hovane di nav zeviyê Hermûta de li G. “Etmana” – N. Reco, Avrêla 2023an. Z.”
Vegera Artêşa Turkiyê bo sînorê xwe yê navdewletî û dawîkirina dagîrkirina wê ji herêmên Sûriyê re, û herweha jî dawîkirina hebûna wan milîseyên nandoz û terorîst, dibin pêngavine bingehîn ji destpêkirina dawîkirina kirîza Efrînê û rewşa xelkê wê ya kambax, û di dû re jî ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê bi giştî re.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]