#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (249): Tewaneke hovane ye hevdudanî, Gundê “Se’irîncekê” – koçberkirin û desteserkirineke fere, destdanîna li ser erdine kenara Çemê Efrînê, binpêkirinine virdewêde
Geregoşî û serberdayetî û tewan bi hemî rengên xwe ve, li herêmên di bin Dagîrkeriya Turkiyê de, navnîşanine berz û berdewam in, lê Erdoxan li ser Bakurê Nexşeya Sûriyê wê wêne dike û di Neteweyên Yekgirtî de hildide, û bi derewîn dibêje ku ew herêmine aram û hêmin û tebat in! Nemaze li Efrînê kuştin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, peresitandin, dizîn, destanîna li ser malmewdanan, guhertina demografî, dizîna malmewdanên çandî û qirkirina jîngehê û yên din –tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê– bi şêwakî rêbazkirî û berdewam pêk tên.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Tewaneke hovane:
Li dora kat nehan sibehê, û di tewaneke hovane ye hevdudanî de, çekdarekî/çekdarina mala Hemwelatî “Henîf Henan Xelîl” ji xelkê Gundê “Qîbarê” bi zorê basmîş kir, li nêzîk Gergeha “Maratê” li orta Bajarê Efrînê, piştî çûndina wî bo karê xwe, û bi awakî mebestkirî bi çend derbên kêran û şerjêkirinê hevjîna wî “Ofê Şêx Ehmed keça Ze’îm /37/sal” ji xelkê Gundê “Şêx” – Navça Reco kuşt, /300/G zêr û tibabine diravî ji mal dizîn û agir jî bi malê xistin, ta ku termê wê bo “Nexweşxana Efrînê ya Leşkerî” hate guhestin, û agir ji aliyê “Berevaniya Sivîl” ve hate vemirandin.
“Kuştiya vêguneh “Ofê Şêx Ehmed”.”
Divê were zanîn jî ku li dor Gergeha “Maratê” pênc biryargehên leşkerî yên Milîseyên “Feyleq El’mecid, El’mu’itesêm Bîlah, Mihemed El’fatêh, El’sultan Mûrad û Ehrar El’şerqiyê” hene.
Tu zarok herdu hevjînan çênebibûn;
Û di nav xemgînî û şêtmayîn û şermazarkirina girseyek ji xelkê û hezkiriyan de, termê wê di Goristana “Qîbarê” de hate binaxkirin, û ta niha Destlatên Dagîrkeriyê hûrgiliyên tewanê û nasnama tewankaran açiq û bêlî nekirine.
= Gundê “Se’irîncekê”:
Bi Navça Şera ve girêdayî ye û /30/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /130/malî pêkhatî ye, dora /900/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, li dema dijberiya li ser herêmê li 2018an. Z tev penaber bûn, jê tenê /8 malbat = 35 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /75 malbat = 525 nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di encama topebarankirina Turkiyê de mal û dîkanek ên “Mihemed Izedîn” bi awakî mezin hilweşîn û bi piçekî ziyan gihîştin du malên din.
Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” gund desteser dikin, Mala – Vêla “Luqman Ereb” ji xwe re kirin mîvangeh û biryargeheke leşkerî, û piştî destdanîna wan li ser gund, tiştmiştên hundir malan talan kirin û dizîn, mîna: xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û raxistok û mobîliya û yên din, û herweha jî kebil û guheztoka toreya elektirîkê ya giştî, jimarokên elektirîkê û ava vexwarinê, lûleya ava vexwarinê ya serekîn a ku avê dide gund, aliyet (Vana “Semîr Ereb”, Bagir û tirektora çandiniyê yên “Tel’et Ne’isan”, teksiya “Mihemed Isma’îl”, û /3/ tirektorên çandiniyê), (giropeke zayenda elektirîkê, perçeguhêzokên makînan bi dora/100/ hezar Dolar) ên “Nebî Îsma’îl” û giropa zayenda elektirîkê (ampêran) a “Heyder Ereb”; Û li Bajarê Efrînê jî (du giropên zayenda elektirîkê, perçeguhêzên makînan bi buhaya/50/hezar Dolar) ên “Mihemed Isma’îl” dizîn.
Û wan aletên guvêşgeha zeytûna ya “Mihemed Izedîn” guhestin û avahiya wê ji rêbenda çekdar re kirin embar, û vêrgiyeke mezin li guvêşgeha “Mistefa Mistefa” xist ji bo rêdana karanîna wê û digel wê jî ferzkirina vêrgiyeke salane li ser.
Û herweha wan dest danîn ser bêtirî /15/ hezar darî zeytûnê, jê (/3/ hezar dar ên Malbata Mixtêr in, /2/hezar ên malbata Elo ne, /1400/dar ên Malbata Isma’îl in, /1000/ jî yên Malbata Ereb e), û 50% li ser berhemdana malmewdanên ên ne li wir (ên ku hin ji ber xwe ve danîne ku lê sekin) weke vêrgî ferz dikin, û 10% jî li ser berhemdana werzên/ mûsimên hemwelatiyên li gund mane.
Û wan piraniya darên îhracê li çiyayê Bakurê gund û girên Başûr Rojhilatê gund qut kirin, jê: Dora/2/hiktarî li Cîgeha “Bîra Şadiya” û dareke tûyê ye temenmezin li Cîgeha “Bira Tûyê”, û herweha jî qutkirina bêwijdan ji hezaran darên zeytûnê re, ji bo êzingkirin û bazirganiyê; Ji bilî wê jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zevî û erdên çandiniyê de.
“Cîgeha “Bîra Şadiya” – G. “Se’irîncekê” (24.2.2018an. Z berî dagîrkirin û qutkirina darên ihracê, 20.3.2022an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogêl Êrs.”
“Cîgeha “Bîra Tûyê” – G. “Se’irîncekê” (9.11.2017an. Z berî dagîrkirinê û qutkirina daran, 20.3.2022an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê), Gogêl Êrs.”
Weha jî wan “Girê Edem” (ê li Başûr Rojhilatê gund bi /2/KM dikeve û rûbera wê /0.5/hiktar) ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan rêş kirin û kolandin, piştî hilkirina bi dehan darên zeytûnê (yên “Riyad Elo”) ji ser rûyê wê.
“Girê “Edem” ê kevneşopî – G. “Se’irîncekê” (29.1.2018an. Z berî dagîrkirin û kolandinê, 20.3.2022an. Z piştî dagîrkirin û kolandinê), Gogêl Êrs.”
Û hemwelatiyên li gund mane jî rastî têvel cûreyên binpêkirinan û tengasîkirinê hatin.
= Destdanîna ser erdan:
Ji ber kêmbûna baranê û daketina asta gencîneya Benda “Meydankê” îsal, bi taybetî jî piştî filtandina beşekî jê ji bo tijîkirina Benda “Rîhaniyê” li aliyê Turkiyê û digel destpêkirina avdana erdên çandiniyê, ava Çemê “Efrînê” pir kêm bû û mirov kane bibêje ku li destpêkê zuha bû, û bi sedan hiktar ji erdên kenara çêm (ên ku ji binyat ve yên xelkên Gundên “Şîlte’itê, Dêrsiwanê, Vêrganê, Zêtûnakê, Alciya, Dêrwîş, Naza, Qerqîniya, Be’irava û Bajaroka Meydankê ne” bi kêrî çandiniyê bûn, da ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî rabin destan dînin ser, ji xwe re biçînin an jî her hiktarekê bi dora /500/ Dolar bi kirê bidin, û qedexekirina yên ewldar ku sûdê jê bibînin.
= Binpêkirinine din:
– Li 11.6.2023an. Z, Hemwelatî “Kemal Hesen Menan /60/sal” ji xelkê Gundê “Şêx Mehmedlî – Meydana” – Navça Reco li ser destên çekdarin ji Milîseyên “Feyleq El’şam” rastî lêdaneke mekin hat, li dema payandina wî ji zeviyê genimê xwe re, û di encamê de birîndar bû û bi bîr ve çû, û ji aliyê xelkê ve ji bo dermankirinê hate şandin. Weha jî Hemwelatî “Şe’iban Hemîd Kîlîb /30/sal” ji heman gundî, li vê dawiyê ji aliyê şivanine pêz ve tûşî dijîkirinekê hat, ji ber qedexekirina wî ji çêrandina pezên wan re di nav zeviyên zeytûna de.
– Li vê dawiyê bi piştgiriya milîseyan, xoceyê/îmamê Mizgefta “Selah El’dîn” – Rojavayê Cindirêsê -û ew ji anîndeyan e- dest danî ser perçerdekî avahiyan (yî hemwelatiya Kurd “Necah Sîdo keça Ebid El’rehman/Ebdoyê şûfêr” û di nav erdê “Abdîn Erebo” de û li ser riya giştî ya Cindirêsê – Efrîn), û li ser stasyûna firotina sûtemeniyê ava kir.
Ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker û xwediyê desteseriya rastîn e li Efrînê, û li gor yasayên navdewletî di ber rewşên serwerkirî û binpêkirin û tewanên dibin de, tevaya berpirsiyartiyê hildigre.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]