#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (262): Lezandina avakirina gundine niştecîkirinê bi alîkariyan û malmewedanên zekatê, revandina endezyarekî û girtinine bêsûcane, vêrgî û talankirina werzên/mûsimên zeytûna
Weke em îro dibînin ku çawa hovîtiyeke serberdakirî (ye ku derbasî asta terora dewletbûnê dibe) Turkiyê li dijî Herêmên Rêvebiriya Xweser (R.X) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, weha jî li 2018an. Z bi awakî serbaziyane Herêma Efrînê armanc kir, binevahî û çêgehên aborî û pêşesazî û jêderên enerciyê/taqetê û herwekî din lêdan/derb kir, û xelkê wê yê sivîl armanc kir…û ta niha, mîna: Kuştin, birîndarkirinên têvel, hilweşandina malan, koçberkirin, revandin, veşartina zorane, girtinên bêsûcane, dizîna malmewdanên wan, çirçayîkirina jêderên jiyankirina wan…û HWD ji tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê.
Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Gundine niştecîkirinê:
A- Li 11.1.2023an. Z, Saziya “Wefa’i El’muhsînîn El’xeyriyê – Ihveder” Gundê “Soz 2/El’wefa’i 2” ya niştecîkirinê (yê ku ji /80/malî pêk tê – her yekîneyek jî ji du odeyan, aşxane/pêjxane, serşok û gulïstaneke pêşeyî pêk tê, bi rûbereke /113/M2) vekir, û li Cotmeha 2022an. Z û bi “alîkariyekê ji Gelê Umanî” -li gor gotina saziyê- dest bi avakirina gund kir, li ser rûbereke dora /1.5/ hiktar ji erdekî Bakur Rojavayê Taxa Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê(yê Malbata “Berho” ji xelkê bajêr), bi sedan darên zeytûnê jî jê hatin hilkirin, û saziyê ciyê gund û navê deverê di navnîşanên xwe yên êliktironî de nanîn zimên.
Û berê jî heman saziyê li Tebaxa 2022. Z Gundê “El’ze’îm” ê niştecîkirinê li nêzîk Gundê “Dêrbelûtê” – Navça Cindirêsê vekiribû, yê ku ji /34/yekîneyan û /136/perçemalên rûniştinê -weke asteke yekê- pêk tê, û di avakirina /80/ yekîneyan de jî -weke asteke dudiyê- berdewam e.
Tê bîranîn jî ku “Wefa’i El’muhsînîn” di Turkiyê de li sala 2018an. Z hate damezrandin, û nivîsgeh û şaxine wê li hejmarek dewlet (Turkiyê, Felestîn, Sûryê, Libnan, Yemen, Borma, Borkîne Faso) hene, û serokê encûmena rêvebiriya wê “Ebdela Mihemed El’estel” e, yê ji Bajarê “Xan Yûnisê/Devera xeze ya Felestînî”.
B- Li 25.2.2023an. Z, bi behaneya “hewandin û bicîkirina ziyandîtiyên erdhejê”, “Saziya El’xeyêr – Nivîsgeha Rojhilata Navîn” lezand û kevirê bingehîn ji bo avakirina gundekî niştecîkirinê yî nû li cîgeha “Xewnan/El’ehlam” – nêzîk Gundê “Kîmarê” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn danî, û bi alîkariya “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê(Unsir)/El’hey’e El’alemiyê lî El’îxasê û El’tenmiyê – Turkiyê” (hevkara wê ya serekîn).
Û li 8.4.2023an. Z, Saziya “Xêrxwaz/El’xeyêr” di perçevîdyoke de (ye ku li ser rûpela xwe ya Fêsbokê belavkirî), berdewamiya kar û bi lez di avakirina hezar yekîneyên rûniştinê de (rûbera her yekê jê /50/ M2) açiq kir. Û bi navnîşana “Zekat dibe”, li ser cîgeha xwe ya êliktironî ya fermî, ta niha “Sazî” doza alîkariya vê pirojeyê dike, di bin têrma “malek ji dêvla konekî/çadirekê li Bakurê Sûriyê” de.
Were bîranîn jî ku herdu Sazî di asîman û çarçewa Rêxistina Birayên Misilman a Cîhanî/Ixwan El’mislimîn de kar dikin, bi navnîşanine xêrxwazî yen Islamî, û “Saziya El’xeyêr” li sala 2003an. Z hate damezrandin, û pirojeyin wê li /29/dewletan hene, lê “Unsir” jî li sala 2011an. Z bi rêdankirinekê li Turkiyê hate damezrandin, û nivîsgeheke wê ye serekîn li Bajarê “Entabê” heye.
C – Li 27.09.2023an. Z, Ajansa “Nors pirês” nûçeyek li ser avakirina “Niştecîgeha Ebayêr (ya li ser erdê hirşeke nêzîk Gundê “Qurtqilaqê” li Navça “Şera”, û ji /250/malî pêk tê) belav kir, û piştî dûdan û şopandinê me wêneyek ji qarmak nîşandeya pirojeyê bi dest xist, ku ji bilî “Gundê Ebayêr… bi alîkerieyeke comerd ji xwîşka Ebayêr – Bakurê Sûriyê” tiştekî din li ser nehatiye nivîsandin, û bê ku zanyariyin bingehîn li ser pirojeyê û aliyê cibicîker û aliyê ku peran pêşkêş dike were hewaldan; Û rûpeleke fermî yan zanyariyin belavkirî jî li ser toreyên êliktironî ji pirojeyê re tune ne; Lê jêdereke xwecihî tekez kir, ku piroje bi serpereştiya “Erabe Idrîs” (serkêşekî Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” û biraziyê “Selîm Idrîs – Şalyarê berevaniya Hikometa Hemahengiyê ya Demkî yê berê” û ji Bajaroka “El’mubarkiye” – Gundewarê “Humsê”) tê cîbicîkirin; Ewê ku berê tevahiya hirşeke îhracê bi rûbereke dora /18/hiktaran li derbasgeha Rojhilat a G. “Qurtqilaqê” û bi ser de jî hirşine mezin en din li dor herdu Gundên “Qurtqilaqê, Keferomê” yên hevcîwar qut kirine, û li ser perçak ji wî erdî ev pirojeya niştecîkirinê tê avakirin.
= Revandinek û girtinine bêsûcane:
– Di raporên me yên berê de me revandina Hemwelatî “Ekrem Henîf Bekir” ji xelkê Gundê “Bilêlko” – Navça Reco dabû nîşankirin, piştî ku li Reşmeha 2018an. Z gund ji aliyê Artêşa Turkiyê û milîseyên wê yên Sûrî ve hatiye basmîşkirin û veşartina wî ya zorane ta niha; Û jêdereke jê ve nêzîk li ser qutbûna têkeliyê pê re û nepişikdariya wî di kiryarên şer de tekez kir, û herweha ew sivîl e û navê wî yê rast “Ekrem Umer kurê Mihemed” e, ji zayîna sala 1961an. Z ye, ta niha çerenûsa wî nediyar e, û malbata wî zorane li Herêma “Şehba’i”/Bakurê Heleb koçberkirî ye.
– Li 12.9.2023an. Z, Hemwelatî “Nezîre Hemîd Mistefa/50/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Mabeta ve hate girtin, bi tuhmeta mamostatiya wê li ba (R.X) a berê, û bo navenda Bajarê Efrînê hate birin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li navîna Tebaxa borî, Hemwelatî “Mihemed Fehmî Şêxo/45/sal” ji xelkê Bajaroka Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Bilbilê ve hate girtin, piştî gihîştina wî bajarokê ji ciyê penaberiyê – Heleb, bi tuhmeta kar li ba rijîmê/dewletê, û ta niha bêsûcane bendkirî ye, û ji bo berdanê pere ji merivên wî têne xwestin.
– Ji dora bîst rojan ve, û piştî vegera wî ji penaberiyê – Heleb bo warê xwe, Hemwelatî “Cemîl Hikmet Ce’ifer/31/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – N. Reco, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl” ve hate girtin, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û bo Hepsa Maratê ya navendî li Efrînê hate rêkirin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 21.9.2023an. Z, Hemwelatî “Luqman Mihemed Hesen/34/sal, Ehmed Elî El’îse/33/sal” ji xelkê Gundê “Dêrbelûtê” hatin girtin, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (R.X) a berê re, û piştî sê roj hepis û ferzkirina baceyeke diravî li ser wan hatin berdan.
– Li 23.9.2023an. Z, Hemwelatî “Hisên Zehir El’dîn Dalo/30/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (R.X) a berê re, û bo Hepsa Maratê ya navendî li Efrînê hate birin, û ta niha bêsûcane girtî ye.
– Ji du heftan ve, Hemwelatî “Mihemed Xelîl Îbiş/43/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” hate girtin, ji aliyê Asayêşa Cindirêsê ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 29.9.2023an. Z – piştî nîvro, Hemwelatî “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade – Zayîn 1964” ji xelkê Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera hate girtin, ji aliyê giropeke çekdar ve, li ser Riya Reco (riya çûndina wî ji Efrînê ta gundê wî), li dor Gundê “Gemrûkê”, û makîna wî li rex coya ava avdanê hate dîtin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e; Û ew endezyar e, li ba Encûmena Bilbilê ya Xwecihî kar dikir û berî salkê berdaye.
– Li 1.10.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Se’îd Şêx Sîdî/28/sal” ji xelkê G. “Şêxûtka” hate girtin, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Mabeta ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hate birin.
= Werza/mûsima zeytûna:
Bi nêzîkbûna werza zeytûna re (jêdera serkîn a jiyankirina xelkê Herêmê), û weke salên berê ji dema Dagîrkirina Turkiyê li sala 2018an. Z ve -ji bilî giropên dizan ji çekdaran û yên nêzîk jê ve ji anîndeyên sivîl ên ku berhema zeytûna bi awakî fere didizin- serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” şêwe û fêlbaziyên têvel bi kar tînin, ta ku dest dînin ser berhemeke bêtir, mîna: Destdanîna ser zeviyên hemwelatiyên ne beşdar, an nepejrandina rêdankên hene, yan ferzkirina vêrgiyan /10-50%/ li ser berhemê, û yan jî neçarkirina cotariyan li ser guvaştina zeytûnan di guvêşgehên taybet wan de. Emê jê van bînin zimên:
– Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” li Bajaroka Reco û gundên ku desteser dike, xelkê wan agahdar dikirin ku gerek tenê zeytûnên xwe di hejmarek guvêşgehan de (Se’îd Omî/Memala, Ebid Kor/kevana Reco, Umer/Kûra, Emîn/Çateriya Qenterê, Bavê Reşïd/Çateriya Qenterê) biguvêşin, da ku vêrgiyan kontirol bikin, nemaze ku ew 50% li ser berhema zeviyên ên ne li wir ferz dikin, û ji /5-10%/ jî li ser berhema zeviyên hemwrlatiyên li wir.
– Beşek ji zeviyên zeytûnên Gundên “Zerka” – N. Reco di bin desteseriya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” de ye, yên ku ji nû ve daxwaz kirine ku hemwelatî belgeyên malmewdanî (yên ku bidestxistin û anîndina wan ji Heleb zehmet e) peyda bikin, û li ba nivîsgeha wan a abortiyê li Reco bisepînin/belge bikin, yan jî wê dest dînin ser wan zeviyan.
– “Ednan El’xuweylêd/Ebû Welîd El’ize” (berpirsiyarê “Abortiya Firqit El’sultan Mûrad”) biryarek derxist, tê de çinîna zeytûna û vekirina guvêşgehan li Navça Reco ji berî 1.11.2023an. Z qedexe kirin, û yê pê pabend nebe dê mekin bê sezakirin, û weke tê zanîn jî dema normal a çinîn û vekirinê 15.10.2023an e; Ev yeka jî ta ku ew guvêşgeha taybet bi xwe li Gundê “Qestelê Miqdêd” hazir bike û piraniya mûsimê bişîniyê, di heman demê de jî dizan ji dizînê qedexe nake.
– Bi behaneya payandina zeviyên zeytûna ji dizînê, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” (ên ku Gundê “Gemrûkê” – N. Mabeta desteser dikin) vêrgiya /50/Dolar Emrîkî li ser her zeviyeke zeytûna (ye ku hejmara darên wê ne zêdetirî /100/darî) ferz dikin, û bi zêdebûna hejmara daran re ew jî zêde dibe.
= Binpêkirinine din:
Piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Turkiyê bo cî û warê xwe bi du heyvan, Hemwelatî “Qaziqlî Ekreme/60/sal” nikanî mala xwe li Gundê “Miskê Jêrin” – N.Cindirêsê vegeranda, ta ku /1500/Dolar Emrîkî da çekdarê ku ji milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” (yê ku ji sala 2018an. Z ve dest daniye ser malê), bi ser dizîna berê ji tişmiştên malê re, û hewcedariya wê ji çaksakirinê re jî; Û wî çekdarî Hemwelatî “Hisên Mihemed Şêxo Betal Seydo/43/sal” û malbata wî bi zorê ji mala xwîşka wî û mêrê wê “Isma’îl Betal Seydo” (yên zorane koçberkirî) qewitandin, da ku dest dîne ser û tê de rûne. Vêca “Hisên” neçar bû ku malbata xwe di odak mala bavê xwe de li gund bide rûnişkandin, tevlî malbatên birayên xwe.
Bêdengiyeke bi seyr û gûman derbarî dijayetî û êrişkeriyên Turkiyê yên hovane li ser Sûriyê û ji binpêkirin û tewanên têvel (ên li dijî Efrînê û xelkê wê têne kirin) heye, bi taybetî ku Dagîrkeriya Turkiyê pilana kûrkirin û çespandina guhertina demografî li dijî Kurdan di Efrînê de cîbicî dike, anîndeyên ji parêzgehên din ên Sûriyê, bi malên çementoyî yên avakirî malmewdankirin dike, da ku rûniştvanên wan malan ji bîrkirin bide ku rojekê vegerin cî û warên xwe yên resen.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]