Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,026
Wêne
  124,099
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,870
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (270): /26.5/ miliyon Dolar vêrgiyên “Ebû Emşe”, lêxistin û girtina sivîlina
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (270): /26.5/ miliyon Dolar vêrgiyên “Ebû Emşe”, lêxistin û girtina sivîlina
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (270): /26.5/ miliyon Dolar vêrgiyên “Ebû Emşe”, lêxistin û girtina sivîlina
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (270): /26.5/ miliyon Dolar vêrgiyên “Ebû Emşe”, lêxistin û girtina sivîlina, qutkirina darên zeytûnê, tewaneke kuştinê û teqandina matorekê

Bi ser cersiyên ku didin dû “Mihemed El’casêm/Ebú Emşe” (ji dema ku destlatî û zordariya xwe li ser Bajaroka “Şiyê” û bajarok û gundine din di siya Dagîrkeriya Turkiyê de – sala 2018an. Z ferz kiriye ve), doseya wî ya tijî binpêkirin û tewanên tonbiton û cezakirina wî ji aliyê Amrîka ve…Ew hîna di kiryarên xwe de berdewam e, û qirêjiyên xwe zêde jî dike; Wî barê Kurdan -xelkê wan gund û bajaran- bi bace û vêrgiyan giran kiriye, di heman dema ku ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve tê parastin û şîretkirin, û ji aliyê “Hemahengiya Sûrî” – Ixwanî û Hikometa wê ya Demkî ve jî tê nixumandin.
Ev jî hin heyîn û bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Vêrgiyên “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe”:
“”Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û birayê wî “Welîd El’casêm/Sêf”.”
Naskiriye ku “Mihemed Hisên El’casêm/Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi zorê çekan (Navça “Şiyê” û gundên pê ve girêdayî) û ( Gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin û Hêkiçê” – Navça Cindirêsê) û (Bajarokên “Kaxrê, Birîmce, Mabeta” û gundên derdorê) destlat dike, û vêrgiyên bilind û pireng li ser werza zeytûna ferz dike; Û bi têkildariyê bi pisporên di hundir de û li gor jimariyên/bîrkariyên derdorane, tibabên pereyên li vê werzê ji xelkê standine weha ne:
– Berhema dora /30/guvêşgehên ku di çarçewa bandoriya wî de dora /600/hezar tenke zêt e (her yek 16 KG sade), û vêrgiya 5% (bê dandina kirê guvêşgehê û nirxa tenekê boş/vala) = /30/hezar teneke × /100/Dolar = /3/milyon Dolar Emrîkî.
– Hejmara darên zeytûna li wan bajarok û gundan dora /4.5/milyon dar e, xwediyên 35% jê ne li wir in = /1575000/ dar, jê 60% deştî ne= /945000/ dar × /20/Dolar = /18900000/Dolar Emrîkî, û 40% çiyayî ne= /630000/dar × /3.5/Dolar = /2205000/Dolar.
– Xwediyên 65% ji daran li wir in = /4.5/milyon dar × 65%= /2925000/ dar, jê 60% deştî ne = /1755000/dar× /1/Dolarî = /1755000/Dolar, û 40% jî çiyayî = /1170000/ dar × /0.25/Dolarî = /292500/Dolar Emrîkî.
– Bi behaneya payandinê dora /1000/teneke zêt ji wan gund û bajarokan werdigire = /100/hezar Dolar Emrîkî.
– Vêrgiya li ser guvêşgehan ferzkirî = /30/ × /10/hezar Dolar = /300/hezar Dolar Emrîkî.
– Tevahiya vêrgiyan = /26.5/milyon Dolar Emrîkî (dora bîst û şeş milyon û pêncsed hezar Dolar Emrîkî).
Û bi rengekî din agahiyin ji me re hatin: Vêrgiyên next ên li ser hin gundan ferz bûne ev bûn: (Anqelê /600/hezar Dolar, Senarê /700/hezar Dolar, Hêkiçê /550/hezar Dolar, Merwaniyê Jêrin û Jorin /400/ hezar Dolar).
Û “El’emşat” ji bo wergirtina vêrgiyan û dûdana yê dereng bimîne gefan dide xelkê, û ji ber nekanîna dandinê hin neçar dibin ku birevin, bi taybetî jî yên ku darên wan îsal negirtibûn.
= El’emşat li Gundê “Hêkiçê”:
“El’emşat” li ser darên zeytûnê -girtî yan negirtî- yên xelkê Gundê “Hêkiçê” (42 malbatên mane) – Navça Cindirêsê vêrgiya /550/hezar Dolar ferz kir, birayê serkêşê “Firqê” “Welîd Hisên El’casêm (ê bi Sêf tê navdan”) di civtekê de li gel hin xelkê gund şidand ku tevahiya vêrgiyê bidin û bi sezakirinê gef kirin, bê ku guh bide nerazîbûna wan an çetiniya dandinê, û bi taybetî jî ku beşek ji zeviyan îsal negirtibûn; Û bi rastî hin çekdaran ji “Firqê” mekin li hejmarek mêr xistin, ji wan jî Hemwelatî “Fereh El’dîn Hesen Îbrahîm /40/sal” ê ku di biryargeha “El’emşat” de li gund rastî daxdana elektirîkê hatî, çimkî nikanîbû vêrgiya /14/hezar Dolar ên li ser malmewdanên wî û birayên wî yên ne li wir ferzkirî bide, ji ber wê jî bi seknexwînê ketî, û niha jî di nexweşxanak Efrînê de û di rewşkeke ne tendurist de raketî ye.
= Li Gundê “Mistika”:
Li Navça “Şiyê” “El’emşat” /18/hezar Dolar Emrîkî = /20/Dolar × /900/darî zeytûnê li ser Hemwelatî “Mihemed Mistefa Mihemed” (yê ku wan darên koçberbûyê zorane “Elî Qere Elî” bi rêdankê bi rêve dibe) ferz kir, bi ser ku wan daran îsal negirtibûn, û ew neçar kir ku bide.
= Qutkirina darên zeytûne:
– Me di rapora xwe ya borî de çêra qutkirina /40/darî zeytûnê yên Parêzer “Ebid El’qadêr Ebid El’rehman” li Rojavayê Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera kiribû, lê piştî çaksazkirin û dûzankirina daran, ji nû ve çekdaran piraniya bermayên wan daran qut kirin, û bi ser de jî qutkirina /60/ darî din bi piçekî; Herweha wan dora /100/darî zeytûnê yên “Malbata Sebrî Îbo” li cîgeheke nêzîk rêbenda çekdar a Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li derbasgeha Rojavayê bajarokê qut kirin.
“Qutkirina darên zeytûnê li Bajaroka “Meydankê”, ji du perçeyên vîdiyo, wênekirina çalakvanê ragîhandinî “Ehmed El’berho”, 13.12.2023. Z.”
– “Mihemed Hisên El’casêm” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” avahiya ku li derbasgeha Bajaroka “Şiyê” bi behaneya vekirina nexweşxanakê hatiye vekirin guhestin biryargeheke ewlehî – leşkerî, ye ku kevirê wê yê bingehîn li 17.2.2021an. Z û bi beşdariya “Nesir El’herîrî – serokê Hemahengiya Sûrî Ixwanî” û “Selîm Idrîs – wezîrê bergiriya Hikometa Demkî ya Kiwalisyonê” û li ser zeviyeke zeytûna ye Malbata “Silêman Sofî” û jineke jinebî hatiye danîn, bê ku buhayê wê were dandin; Herweha li vê dawiyê meydanên/kastînên avahiyê fere kirin û erdên hevcîwar li aliyê Başûr dûz kirin, dora /200/darî zeytûnê yên mezin (ên kurên herdu birayên dilovanber “Mistefa û Elî Bozîk“) ji tamaran ve hilkirin, bi ser de jî hilweşandina herdu malên “Mistefê” û kurê wî yê zorane koçberbûyî û mala “Ferîd kurê Elî Bozîk” – ê li bajarokê; Û darên hilkirî û êzing jî guhestin meydana avahiyeke guvêşgeha zeytûna (ya ji aletan valakirî û ji 2018an. Z ve desteserkirî) li Bakurê “Şiyê” û li ser riya Gundê “Çeqela”.
“Avahiyeke nexweşxanê/biryargeheke ewlehî – leşkerî ye “El’emşat”, hilkirina darên zeytûnê û hilweşandina sê malan li derbasgeha Bajaroka “Şiyê”.”
= Vekirina du gundên niştecîkirinê:
Li 20.12.2023an. Z, du gundên “Destê Alîkariyê/Yed El’ewin” (yê yekem “HHRD 1” li nêzîk Gundê Keferomê – N. Şera û yê diwem jî “HHRD 2” li nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn) yê niştecîkirinê hatin vekirin, di her yekê de /250/ perçemal/yekîniyên nişteyî digel binevahiyên xizmetguzariyê û dibistan û mezgeftekê û dîkanan, bi palpiştiyekê/piştgieiyekê ji Rêkxirawa “Destê Alîkariyê ji bo Fîxanê û Geşepêdanê – HHRD” a Emrîkî; Û me di rapora xwe ya (259) an de – dîrok 9.9.2023an. Z çêrê kiribû.
“Vekirina du gundên “Destê Alîkariyê/Yed El’ewin – yekem û diwem” ên niştecîkirinê.”
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Ehmed Mihemed Elî Elîko /35/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.
– Ji bêtirî bîst rojan ve, Hemwelatî “Mistefa Mihemed Miho /65/sal” û hevjîna wî “Ferîde /60/sal” û neviyê wí “Varîn Welîd Mistefa Miho /12/sal”, û weha jî kurê wî “Mihemed /23/sal” tevî hevjîna wî “Fîdan Ebid El’rehman Mistefa /18/ sal” û herdu zaroyên wan, ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, li ser riya vegerê ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve li Derbasgeha Efrînê, û herweha jî li roja din kurê wî “Rîfa’î Mistefa Mihemed Miho /32/sal” (ê ku ji berê de li gund); Û “Ferîde” û “Fîdan” û zaroyên herdiwan berdan, û ta niha yên din bêsûcane girtî ne.
– Li 22.12.2023an. Z, Hemwelatî “Sebrî Mistefa Şaşo /65/ sal, Ehmed Mihemed Mistefa /24/sal, Beşar Mihemed kurê Mihemed /22/sal” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça Mabeta, bi tuhmetên têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li siba 15.12.2023an. Z, termê mêrekî kuştî li nav zeviyeke zeytûna piştî çateriya Gundê “Tilifê” bi aliyê Cindirêsê ve hate dîtin, û li gor kenalên xwecihî ew term ê “Ehmed Qedûr” e ji anîndeyên Gundê “Me’arêt El’etarêb” – Gundewarê Heleb a Rojava ye, û li ser nelihevkirinê bi Milîseyên “Firqit El’hemze” re li ser diziyên êzingan hatiye kuştin.
– Li şeva 22.12.2023an. Z, matoreke dutekerî li orta kolanê li nêzîk Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê bi bombeyeke teqîner teqiya, û di encamê de ziyanin şênberî gihîştin makînan û avahiyan.
“Teqandina matoreke duloqî li nêzîk Gergeha “Newroz” – Bajarê Efrînê, li Şeva 22.12.2023an. Z.”
– Di navboriya heyva derbasbûyî de, Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên bi ser ve seferber bûn, çavdêriya xwe ji Derbasgeha Gundê “Xezîwiyê” û riyên di navbera wê û “Kefercenê û Ezazê” de mekin kirin, da ku liv û tevgera “Desteya Tehrîr El’şam – Ebû Mihemed El’colanî” kontirol bikin, a ku hêzin ji ewleya xwe ya giştî bi aliyê Bajarê “Ezazê” ve livandine, û bi hevkariya giropin pêve girêdayî li şeva Sêşemê 19.12.2023an. Z bi çekên orte û giran êriş ser mala ku “Cîhad Îse El’şêx/Ebû Ehmed Zekûr” û birayê wî û hin din xwe tê de veşartine kiriye, û “Ebû Ehmed Zekûr” û birayê wî revandiye û bi aliyê Idlibê ve guhestiye, lê hêzeke Turkî û milîseyin pêve girêdayî li nêzîk B. Efrînê destêwerdan têde kirine, ew ji nav lepan derxistine û vegerandine Gundê “Hewar Kilis” – Ezaz, li gor kenalin ragîhandinî yen xwecihî.
“Yê bi “Cîhad Îse El’şêx/Ebû Ehmed Zekûr” tê nasîn digel “Ebû Mihemed El’colanî”.”
Divê bê bîranîn ku “Ebû Ehmed Zekûr” di “Desteyê” de rêvebirekî berz bû, li 2.5.2023an. Z ji aliyê Emrîka ve hatibû cezakirin, û piştî nelihevkirin û nakokiyên di navêna wî û “El’colanî” de û derxistina biryara dûrxistina wî ji “Desteyê” li 3.12.2023an. Z, wî qetandina xwe li 14.12.2023an. Z ragîhand û ji “Idlibê” revî “Ezazê”, û “El’colanî” û “Desteyê” bi gendeliyê û tewanê tuhmet dike, û endamê êla xwe “El’begare” jî vexwend ku li dijî “Desteyê” derkevin, a ku daneserek/hemleyeke girtinê ye fere di nav wan de pêk aniye.
Bi ser berpirsiyartiya Dagîrkeriya Turkiyê di ber rewşên ku li Herêma “Efrînê” serwerkirî de, tiştekî xweza û normal e ku “Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî” – Ixwanî bi hemî pêkhateyên xwe ve di wê berpirsiyartiyê de ortaq/hevpar be, nemaze di ber binpêkirin û tewanên “Ebû Emşe” de.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Ev babet 716 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
Gotarên Girêdayî: 80
Pol, Kom: Belgename
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 24-12-2023 (2 Sal)
Bajêr: Efrîn
Cureya belgeyê: Werger
Şêweya belgeyê: Dîjîtal
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Zimanê eslî: Erebî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-02-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-02-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 05-02-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 716 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.391 çirke!