Panorama 2023-2
Bûyerên li Sûriyeyê
YEHYA EL HEBÎB
Xwepêşandanên li Siwêdayê, hewldanên normalîzekirina di navbera Şam û dewleta Tirk de, dîsa têkiliyên Şamê bi dewletên Ereban re, erdheja ku aloziya mirovî li welat girantir kir, her wiha aloziya aborî û debarê ya li herêmên hikumeta Şamê… Bûyerên girîng ên ku di sala 2023′yan de li Sûriyeyê rû dan…
Saleke din derbas bû, lê aloziya Sûriyeyê dewam dike, bêyî ku pêşketineke siyasî yan jî aborî pêk were.
6′ê Sibatê li herêma sînorî ya di navbera Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de erdhejeke dijwar pêk hat ku bandor li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Laziqiye û Idlibê kir. Di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da.
14′ê Adarê Beşar Esed li Moskovê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re civiya.
19′ê Adarê Beşar Esed û hevjîna xwe serdana Ebû Dabiyê kir.
12′ê Nîsanê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad serdana Erebistana Siûdî kir.
16′ê Nîsanê wezîrê karên derve yê Şamê serdana Cazaîr û Tûnisê kir.
1′ê Gulanê li Omanê civîna şêwirî ya nû ya der barê Sûriyeyê de li dar ket.
3′yê Gulanê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Şamê kir.
9′ê Gulanê têkiliyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî û Şamê ji nû ve dest pê kirin.
10′ê Gulanê wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Şamê li Moskovê civiyan.
18′ê Gulanê Beşar Esed çû bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî.
19′ê Gulanê piştî ku hikumeta Şamê li Komkara Erebî hat vegerandin, lûtkeya 32′yan a komkarê bi amadebûna Beşar Esed hat lidarxistin.
21′ê Hezîranê tora 20′an a dan û standinên li Astanayê yên bi mijara Sûriyeyê bi dawî bû.
3′yê Tîrmehê Beşar Esed li Şamê bi wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî re civiya.
15′ê Tebaxê hikumeta Şamê di sala 2023′yan de cara sêyemîn sotemenî biha kir.
17′ê Tebaxê li bajarê Siwêdayê xwepêşandanên gel dest pê kirin.
20′ê Tebaxê xelkê Siwêdayê banga hilweşandina hikumeta Esed kir.
24′ê Tebaxê li Dera, Laziqiyê, Tertûs, Dêrazor, Hesekê û Humisê xwepêşandan li dijî hikumeta Şamê li dar ketin. 25′ê Tebaxê xwepêşandan belavî Heleb û Şamê bûn.
31′ê Tebaxê Beşar Esed got divê dewleta Tirk a dagirker ji bakurê Sûriyeyê vekişe.
21′ê Îlonê Beşar Esed di serdana yekemîn a fermî de çû Çînê.
30′ê Îlonê berpirsê DAIŞ′ê Memdûh Îbrahîm El Hacî hat girtin.
30′ê Îlonê balyozxaneya hikumeta Şamê li Riyadê hat vekirin.
5′ê Cotmehê li dijî fakulteya leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li Humisê êriş hat kirin.
22′yê Cotmehê ji ber êrişên Îsraîlê keştiyên hewayî yên li balafirgeha Şamê sekinîn.
25′ê Cotmehê hikumeta Şamê heqê ragihandinê (telefonên destan, telefonên sabit û înternet) bilind kir.
7′ê Cotmehê hikumeta Şamê buhayê turbeyeke nan ji sedî sed bilind kir.
8′ê Mijdarê di êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser bejahiya Sûriyeyê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
10′ê Mijdarê Îsraîlê êrişê Sûriyeyê kir.
13′ê Mijdarê di êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li dijî baregehên wan ên li Idlibê de 34 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û zêdetirî 60 çete jî birîndar bûn.
26′ê Mijdarê balafirgeha navneteweyî ya Şamê ji ber êrişên Îsraîlê careke din ji xizmetê derket.
4′ê Kanûnê Meclisa Gel a hikumeta Şamê bi biryara dadgehê pêşnûmeya qanûneke têkildarî rêvebirin û veberhênana pereyên biyanî pejirand.
7′ê Kanûnê, Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê derman ji sedî 70-100 derman biha kirin.
11′ê Kanûnê Wezareta Bazirganiya Hundirin û Parastina Mezêxeran a hikumeta Şamê buhayê lîtreyeke benzîna oktan derxist 500 lîreyên Sûriyeyê.
25′ê Kanûnê berpirsekî çeteyên DAIŞ′ê bi navê Ebû Helîl El Fedanî hat kuştin.[1]