Keleha Zêwiye ya dîrokî li Seqizê
Aso Esedî
Keleha dîrokî ya Zêwiye ku dîroka wê vedigere zêdetirî 3 hezar û 500 sal beriya niha, 55 kîlometreyan ji başûrê rojhilatê bajarê Seqizê û li bakurê gundê Zêwiye û li ser girekî hilkeftî ye.
Keleha Zêwiye yek ji şûnwarên herî binirx ên Kurdistanê ye di dîroka 700 sal berî zayînê de li devera Zêwiye ya bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî lêkolîna şûnwaran di dilê girekî de serî hilda.
Rûbera kelehê zêdetirî 16 donim e û bilindahiya wê ji asta zeviyên derdora wê nêzî 110 metre dibe. Xuya ye ku ev şûna keleh li ser bi mebesta çavdêrîkirina navçeyê hatiye hilbijartin. Her ew bilindahî bûye sedem ku keleh bikare bi ser çar aliyên xwe de çavdêriyê bike û agehdarê navçeyê be û di heman demê de dîmenek bedew hebe.
Keleh ji çend eywan, hewş, çendîn odeyên du qatî, embar û deriyê kelehê pêk hatiye.
Deriyê sereke yê kelehê li aliyê rojhilatê ye ku bi bîst û yek pîlekanên kevirî hatiye çêkirin û her wiha du deriyên din li aliyê bakur û başûrê kelehê hene.
Avahiya kelehê sê qat e, qata yekê ku hê jî beşek ji dîwarên wê mane, bi egera zêde ve perestgehek bûbe, qata duyemîn ku çendîn odeyan li xwe digire bi rengên şîn, sor û reş hatine xemilandin û wê qatê ji yên din cudatir dike. Hin tîrûkevan li wir hatine peydakirin ku wê diçe ew der cihê hêzên leşkerî bûbe û qata sêyem jî ku ji ber rojên dijwar û dorpêçkirinê embara genim tê de bûye, cihê fermanrewayê bûye.
Herwisa bîreke avê di hewşa kelehê de hebûye ku ava baranê tê de kom bûye da ku pêdiviya ava rûniştiyan dabîn bike. Bi boriyan ava kaniyên derdorê bo nav kelehê hatiye veguhastin û averoya kelehê jî hatiye dabînkirin ku di wê serdemê de tiştek baş bûye.
Peydakirina kelehê vedigere bo sala 1947an, dema ku ji ber baran û lehiyê beşek ji kelehê tê herifîn, şûnwar û kelûpelên kevn têne xuyakirin û zarokek şivan bi hilkeft wan dibîne. Paşê kesek cihû yê bi navê Eyûb Rebno îzna deranîn û geriyan li pey şûnwarên wê kelehê ji xanê gund û desthilatdarên rejîma Paşayetî werdigire û di heyama 8 salan de bi berdewamî keleh û zeviyên derdorên wê û zêdetirî %80 a girikê bi giştî vekolîn dike.
Gelek mixabin ku piştî 8 salan Eyûb û destûpêwendiyên wî xisarek qerebûnekirî bi kelehê xistin û gelek kelûpelên bêhempa yên dîrokî, ji wan komek xezîneyên bêmînak di nav meytek bronzî de ku şahek dîrokî ye peyda kirin û firotine mozexaneyên navdar ên cîhanê.
Piraniya wan şûnwarên dîrokî di niha de, li mozexanên cîhanî yên wek mozexaneya Louvre li Parîsê, mozexaneya Londonê, mozexaneya Armitage li Leningradê û herwiha mozexaneyên welatên Amerîka û Îsraîlê û dehan welatên din li ber çavê geştiyaran in.
Tenê beşek kêm ji wan kelûpelên dîrokî di mozexaneya netewî ya Îranê de ne.
Di berdewamiya vê lêkolînê de li sala 1975 û 1994an lêkolîneke dîrokî li Zêwiyeyê hate kirin ku di encamê de şûnwarên keleha dîrokî, koşkeke hikûmetî û salonek ku 16 stûnên mezin tê de hebûn û herwisa komek parçeyên zêr û zîv di bin axê de hatine peydakirin.
Keleha Zêwiye milkê Maniyan bû, herwisa navê Zêwiye yekem car di salnameya Aşûrî û desthilata Sargêniyê Duyem de li dema êrîşa ser kelehê hatiye tomarkirin.
Sargêniyê Duyem piştî êrîşkirina bo ser navçeya bin desthilata Maniyan û piştî wê ku paytexta Maniyan dagîr kir û paşayê wan ê bi navê Îranzû rastî şikestê anîn, du kelehên girîng ên navenda herêma Maniyan bi navên Zêye yan Êziye ku divê her heman keleha Zêwiye be, û Armaît ku di niha de gundê Qeplantû ye, dagîr kir.
Piştî Maniyan keleha Zêwiye bo sedan sal paytexta Medan û Sekakan bû.
Piraniya lêkoleran li ser wê bawerê ne ku keleha Zêwiye, kelehek girîng û hikûmetî bûye. Her di vê derbarê de profesor Girtness, lêkoler û şûnwarnasê navdar ê fransî û nivîserê pirtûka “Hunera Îranê Di Serdema Med û Hexamenişîn” de, li ser wê baweriyê ye ku keleha Zêwiye, keleheke hukimranî bûye, herwisa navbirî tev ew şûnwarên giranbuha û binirx ên vê kelehê peyda kirine û bi mîrata paşayê Sekakan dide zanîn ku bi wî re hatine çalkirin.
Gelek mixabin di salên bor de keleha Zêwiye bi awayê hewce nehatiye parastin û ew keleha dîrokî û balkêş ber bi jinavçûna yekcarî ve diçe, çalakiyên şûnwarnasî bi tavahî li wir hatine sekînandin.
Hêjayê behskirinê ye ku komek kes li ser wê bawerê ne ku eger lêkolînek zanistî û hûr li ser vê kelehê bê kirin, dîroka şaristaniyeta Seqizê vedigere bo 6 heta 7 hezar sal berî niha, lê wê planê hewcehî bi bûdceyek zêde heye û heta niha ji aliyê hikûmeta Îranê ve girîngî pê nehatiye dan.
[1]