Navçeya Mukriyan û eşîra Mukrî di serketin û binketinên dîrokî de – Beşa 1em
Leyla Zemanî
Peyva #Mukrî# cara yekem di serdema Tirkên Sefewî de û ji aliyê dîroknivîsên wekî “Esknder Begê Tirkemen” yê xwediyê pirtûka “Alem Arayê Ebasî” û “Xandemîr” yê nivîserê pirtûkên “Kurteya Nûçeyan” û “Hebî El-esîr” ku ji dîroknivîsên mezin ên wê demê ne, hate nav çavkaniyên dîrokî. Di çavkaniyên serdema Sefewiyan de ji bo cara yekem ew çavkaniyên ku behsa bûyerên dewra desthilatdariya “Şah Simayîlê Yekem” ê Sefewiyan dikin, behsa Kurdên Mukriyanê jî kirine. Wan çavkaniyan îşare bi navê “Sarim Begê Mukriyanî” ku ew jî kurê “Seyfedîn Xan” bûye, kirine. Piştî wan herdukan, nifşên piştî wan bûne hakimên Mukriyanê ku em ê behsa wan bikin.
Ew pirtûkên dîrokî piştî wê ku behsa eşîra Mukrî kirine, ew eşîre wek eşîreyek Kurd binav kirine. Paşê û her di serdema Sefewiyan de dîroknasekî Kurd ê bi navê “Şeref Xanê Bedlîsî” di pirtûka xwe ya “Şerefname”yê de behsa Kurdên Mukriyanê kiriye. Di Şerefnameyê de jiyan, erdnîgarî û berfirehiya hakimên Mukriyanî bi hûrî hatiye vegotin.
Derbarê çawahî û asta desthilata hakim û mîrên wê jî, agahiyên hûr hene. Weke ku tê zanîn hakim û mîrên serdema Sefewiyan, hemû mezinahî, rûmet û şiyana wan bi qasî yek nebûye. Hin ji wan hêz, leşker, şiyan û dahata wan zêdetir bûye, hin jî di hember yên dinê de desthilata wan, şiyana leşker û dahata wan kêm bûye. Di vê navberê de wekî ku Şerefname behs dike, mîrên Mukrî hevmilê mîrên navçeyên “Soran” û “Baban”an bûne.
Ewa ku “Eskender Begê Turkman” wek dîroknasekî dîwanxaneyê, di pirtûka xwe ya bi navê “Alem Arayê Ebasî” de berdewam behsa Mukriyan dike, nîşan dide ku ew Kurdane di serdema Sefewiyan de xwedî bandoreke mezin bûne û pêgeh û şiyan û aboriya baş hebûne ku dîroknivîsê dîwanxaneya Sefewiyan ji wan bêhay nîne û berdewam navê Kurdên Mukrî tîne û bandora wan li ser bûyerên serdema Sefewiyan behs dike.
Ew dîroknivîse hemû ew Kurdên ku li başûrê “gola Urmiyê” dijîn wek Kurdên Mukrî dihesibîne. Hem ew û hem jî kesên mîna “Mîrza Beg” ê kurê “Hesen”, naskirî bi “Cenabezî”, di pirtûka xwe ya bi navê “Rewzet El-Sefewiye” de, ku behsa dîroka malbata Sefewiyan ji destpêkê heta sala çilemîn a paşayetiya Şah Ebas dike, wilayeta Mukrî bi wilayeta wan kesan dizane ku Kurd in û desthilata wan ji xwarê gola “Rizayiye” ve li xwe digire. Pêwendiyên wan bi şahên Sefewî re di daketin û bilindbûnê de bûye. Carnan pêwendiya wan a siyasî herî baş bûye û carinan jî pêwendiya wan bi paşayên Sefewî re baş nebûye û di nava nakokiyên kûr de bûne.
Ew navçeye her ji çavkaniyên serdema Sefewiyan ve bigire heta çavkaniyên serdema Qacariyan gelek nav hebûne. Paşgir û pêşgir jê hatine zêdekirin, lê Mukrî di hemû navan de her weke xwe maye. Bo mînak jê re Wîlayeta Mukrî, Kurdistana Mukrî, Sablax Mukrî, Hikûmeta Sabilax, Mukriyan, Kurdistanê Şumalî hatiye gotin. Ev nave ji navê eşîrekê ve hatiye hildan ku hatine wê navçeyê. Wate xelkê Mukriyanê ji eşîreke bi navê eşîra Mukrî bûne. Lê divê em bo wê ku bizanin erdnîgariya siyasî ya ku ew eşîre tê de jiya ye li kuderê bûye, divê em çavkaniyên cuda mêze bikin.
“Jacques De Morgan”
Çimkî zanyarî ji çavkaniyekê ve bo çavkaniyek dinê cuda ne. Ew erdnîgariya siyasî guherinkariya zêde bi ser de hatiye. Sînorên Mukriyanê ji serdema Sefewiyan ve heta Qacariyan berdewam guherinkarî bi ser de tê. Wate carinan sînorê bin desthilata mîrên Mukirî berfirh dibin û heta nêzî “Dêhxariqan” ango “Azer Şehr” ê nêzî “Tewrêz”ê berfireh dibin û carinan jî ew sînorane têne biçûkkirin û heta nêzî bajarê “Miyanduaw”ê teng dibin. Pêka çavkaniyan, sînorê rojavayê wîlayeta Mukrî, sînorê niha yê Îran û Iraqê ye. Sînorê başûrê wê navçeyê di dîrokê de bi “Kurdistana Erdelan” hatiye naskirin an jî navçeya ku çemê “Cexetû”yê ji navçeyên wê yên jêrîn vediqetîne tê nasîn.
Sînorê Rojhilatê li gor nivîsên nivîskarên mezin ên weke “Dîmorgan” ku erdnîgarnasekî Feransî ye, di pirtûka xwe ya bi navê “Cugrafiyaya Dîrokî ya Rojavayê Îranê” de, çemê Cexetû weke sînorê wîlayeta Mukrî û Meraxê nas dike. Ev nivîsere ango “Dîmorgan” dibêje, wîlayeta Mukriyanê ji bakur ve heta dola Urmiye û navçeyên Sindûs û Şinoyê li xwe digire. Li gorî nivîsekê ku Dîmogran nivîsiye, ew bi awayekî rast radeya Mukriyanê diyarî dike û ji ber pêwendiyekê jî ku wî bi Serdar Ezîz Xanê Bokanê re bûye, dibe ku ew zanyarî ji wî wergirtibe ku bi xwe ji mîrên wê navçeyê bûye. Dîmorgan sînorên wîlayeta Mukrî wiha diyarî dike û dibêje: “Wîlayeta Mukrî navçeyên Sablax, Bokan, Serdeşt, Lacan, Pîranşar, Nexede, Sindûs, Şino, beşek ji Seqiz, Miyanduaw û Sayîn Qela an jî Şahîndêjê, ku dibe aliyê rastê yê çemê Cextûyê, li xwe digire. Eva wê demê ye ku erdnîgariya Mukryanê bi tevahî teng bûye; Wate serdema Qacariyan.
Serdar Ezîz Xanê Bokan û Mizeferedîn Şahê Qacar
Kesên ku li navçeya Mukriyanê dijîn, ango li erdnîgariya ku hate behskirin, bi yek ji zaravayên kurdî bi navê zaraveyê “Soranî” diaxivin. Zaravê Soranî li gorî nivîsa dîroknasê Mehabadê yê bi navê “Seyîd Mihemed Semedî” ku wî jî, ji destnivîseke dîrokî wergirtiye, dibêje:
“Ew zaraveye, zaraveya wan kurdan e ku li navçeyên Kerkûk, Silêmanî, Şarezûr, Koye, Herîr, Sablax û beşek ji Banê pê diaxivin. Ew zaraveya ku xelkê Mukriyanê pê diaxivin, bi sedema wê ku heta niha piraniya deqên kurdî û edebî pê hatine nivîsandin, bi şêweyekî nefermî wek zaraveyê standar ê nivîsa Kurdî jê hatiye”. Wekî ku “Dîmorgan” jî di pirtûka xwe de behs dike û dibêje: “di navbera yanizdeh binzarên Kurdî de, zaraveyê Mukrî paqijtirîn zaraveyê Kurdî ye û bi helsengandin digel zaraveyên dinê, kêmtir rastî bandora zimanên bîhanî hatiye. Sedema wê yekê jî vedigere ser wê ku çiyayên Mukriyanê bûne sedema paqijman û resentirmana hem zaraveyê Mukrî û hem ew resm û adetên ku li Mukriyanê bûne û taybet bi mirovê Kurd in”.
Navçeya Mukriyanê ji ber berfirehiya erdnîgariyê, hem deverên çiyayî û bilind û hem jî deverên deştayî li xwe digire. Yanî di herdu warê deştayîbûn û çiyayîbûn de xwediyê hin taybetmendiyan e ku ji navçeyên din ên Kurdistanê cuda dibe. Çiyayên herî bilind ên navçeya Mukriyanê çiyayê “Çîxîdere” ye ku 3 hezar û 611 metre bilind e.
Lê deşta Mukriyanê gelek girîng e û erdên wê navçeyê pir bi bereket in û îro yek ji baştirîn deverên çandiniyê yên Îranê pêk tîne. Ev deştane pêk hatine ji Lacan, Şarwêran, Kone Lacan, Şamat, Kalwê, Weznî, Sindûs, deştên Bokan û deşta çemê Mecîdxanê. Ev ji wan deştên girîng in ku di erdnîgariyê de bi Farsî jê re “Colge” dibêjin, ew deştane di bin bandora çemên ku ji çiyayan têne xwarê de ne û Mukriyan ji bo çandiniyê devereke gelek bi bereket e û bi xezîneya dan û genim a Îranê û parêzgeha Urmiyê hatiye naskirin.
[1]