Şerefxan Bidlîsî çawa mezin bû û çi demekê Şerefname nivîsiye?
Solîn Urmiye
Di sala 1533an de, bi planekê û paldana hinek kesan, Şemsedîn Beg yê bavê #Şerefxanê Bidlîsî# ji bo koşka Sultan Silêmanê Yekem ê împratoriya Osmaniyan tê gazîkirin. Mebest ji gazîkirina Şemsedîn Beg jî ew bû ku, daxawaza desthilatdariya Bedlîsê jê dike û jê re dibêje, ez ê şûna wê desthilatdariyê, deverên Melatiya û Mereşê bidime te; Şemsedîn Beg jî wê daxwazê qebûl nake û ew ji aliyê împratoriya Osmaniyan ve bo devereke Îranê di navbera Qum û Hemedanê tê dûrxistin.
Hem desthilatdariya Bidlîsê ji destê mîrê Bidlîsê hate derxistin û hem jî ji warê xwe hate dûrxistin û wî bi neçarî ve bera xwe da koşka Şah Tehmasibî li Îranê.
Ew li wir tê pêşwazîkirin û piştî midehekê ew keça yek ji mezinê Qizilbaşan ku fermanrewayê Xorasanê bû dixwaze. Piştî wê zewacê di sala 1534an de, li devera Girîhrûd ya ser bi Qumê zarokek wan çê dibe û navê wî dikin “Şeref”. Şeref di zarotiyê de dayka xwe ji dest dide û piştî wê bûyerê li Girîhrûdê li cem dadweran perwerdehiya xwe dibîne.
Şeref her ji zarotiyê ve fêrê xwendin û nivîsînê dibe û li gor adetên wê serdemê, diviya ew bi zarokên şah û kesên mezin re li koşka şah bihatiba perwerde û xwedîkirin. Her li wê derê baş fêrê zanist û şerîetê dibe.
Şerefxan di serpêhatiya xwe de gotiye ku: “Şah Tehmasbî hewl dida wî fêrê hunera nîgarkêşiyê bike û ji wan re gotiye ku ev hunere mirovahiyê dixemilîne.” Ev gotina Şerefxan wê yekê nîşan dide ku ew di koşka şah de hatiye perwerdekirin.
Dema ku Şemsedîn Begê bavê Şerefxan kal dibe, li ser daxwaza wî û Şah Tehmasbî, Şerefxan dibe cihgirê bavê xwe û dibe hakimê hin deveran.
Di sala 1559an de, kurê Sultanê Osmanî yê bi navê Sultan Bayezîd, bi hin sedeman ji dewleta Osmanî dilgiran dibe û ber bi Îranê ve diçe. Şerefxanê Bidlîsî yek ji wan kesan bû ku li civîna bi wî şazadeyê Osmanî re amade bû. Wê demê hin neyarên Şerefxan dibêjine Şahê Îranê ku Şerefxan piranî aliyê dewleta Osmanî digirt. Ji ber wê yekê şah li Şerefxan dilgiran dibe û wî bo devera Gîlanê dûr dixe û her di heman demê de ew dibe berpirsê jinavbirina serhildana “Xan Ehmed Xanê Biye Pîş” li Gîlanê; Şerefxan wê serhildanê ji nav dibe û dibe hakimdarê wê deverê. Bi vî awayî ji bo heyama 15 salan hakimê çend deveran li Îranê bû û heyamekê jî li koşka şahê Îranê kar kiriye.
Piştî mirina Şah Tehmasbî û hatina Şah Îsmaîlê Duyem bo ser desthilatê, dijayetî dikeve nav mezinên Qizilbaşan. Şerefxan ku demekê zûtir seh bi metirsiyê kiribû.
Piştî midehekê Şah Îsmayîl ji bo bidestvegirtina hikûmeta Nexcewanê, fermanê dide Şerefxan ku di vî şerî de beşdariyê bike. Şerefxan wê yekê bi derfetek baş dizane ku ber bi welatê xwe ve here.
Li sala 1578an, piştî salekê û çend mehan digel çarsed kesan ji hevalên xwe, derbasî sînorê bin desthilatiya Osmaniyan dibe û ji wir ve jî diçe Bidlîsê. Karbidestên dewleta Osmanî pêşwaziyek baş li wî kirine û hakimdariya ji bav û kalan ve jê re mayî ji wî re wekî xelat pêşkêş dikin.
Şerefxan di sala 1586an de, dest bi nivîsandina Şerefnameyê dike. Xwediyê Şerefnameyê piştî nivîsandina berhema xwe gelek jiyan nekiriye.
Pêka gotina Zêya Şerefxan, Şerefxanê Bidlîsî di sala 1603an yan 1604an de çûye ser dilovaniya Xwedê û her di bajarê Bidlîsê de bi axa pîroz a Kurdistanê hatiye spartin û navê wî bo hertimî li ser Şerefnamê û di dîroka gelê Kurd de hatiye tomarkirin.
Şerefname:
Şerefnama ku Şerefxanê Bidlîsî nivîsiye li du bergan pêk hatiye. Berga Yekem: Dabeş kiriye li ser çar beş û terxan kiriye bo behskirina dîroka malbata fermanrewayên Kurdistanê di sedeyên naverast de.
Di bergeya duhem de: Behsa dîroka fermanrewayên Îran û Osmaniyan heta serdema mîrê Şerefxan wate xwe kiriye.
Şerefxan di dawiya cilda yekem de wiha nivîsiye: Ev di dawiya meha Zilhece ya sala 1005ê ya piştî hicreta Pêxemberê mezin de bi destê nivîskarê hêjar û musenifê feqîr ê muhtacê rehmeta Xwedê, Şerefê kurê Şemsedînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji şewitandin û şaşiyan biparêze”.
Nisxe hemû ji 247 rûpelan pêk tê. Cilda yekê heta rûpela 155an e, û cilda duyem jî, ji vê rûpelê ve tê destpêkirin. Cilda yekê li ser dîroka Kurdan hatiye nivîsîn û cilda duyem jî li ser dîroka paşayên osmanî û şahên Îran û Tûranê hatiye nivîsîn.
Cilda yekem di 14ê Tebaxa 1597an, dawî pê hatiye. Lê Rêkefta bi dawîhatina cilda duyem diyar nîne. Çimkî Şerefxan her heman rêketa dawîpêhatina cilda yekê li dawiya cilda duyem jî danîye.
[1]