Girê dîrokî yê Hesenlû, yadîgara şaristaniyeta Maniyan
Şino Resûlî
Girê Hesenlû girek dîrokî ye ku li bajarê Nexedê yê ser bi parêzgeha #Urmiyê# li Rojhilatê #Kurdistan#ê hilkeftî ye. Gundê ku di vî girê de piştî peydabûna komek şûnwarên dîrokî, navûbanga cîhanî peyda kir. Şûnwarnas dibêjin di Kurdistanê de ew keleh û şûnên ku navê Hesen tê de ye, wek “Hesenava”ya Sine yan balkêşandin li ser navê Sine yan jî Hesenkêf li Bakurê Kurdistanê, di bingehê de navê wan vedigere bo ser “Sin, Sein, Sen yan San” ku navê Sîmirx ê balindeyê efsaneyî ye û balindeyê taybet ê Xwedayê Ba yê Mîtrayî ye. Xwedayê Ba Xwedayek parêzer e.
Dîroka girê Hesenlû vedigere bo serdema Maniyan ku navendek girîng a desthilata wan bûye. Du kes di nav gorekê de ku dibêjî qey yekdu maç dikin ku bi navê “Evîndarên Hesenlû” navûbangiya cîhanî wergirtine, li Hesenlûyê hatine peydakirin. Herwisa odeyek hatiye peydakirin ku tê de komek ji hestiyên keçên nûgihayî, hejmarek ji kelûpelên bi nirx ên dîrokî ji herî û hesin, birozn û zêr tê de hatine peydakirin ku bûne sedema wê ku ev gire navûbanga cîhanî peyda bike. Girîngirîn û bi nirxtirîn şûnwarên ku di vê girê de hatine peydakirin, her ew defir yan cama zêrîn e ku bi “Cama Hesenlû” hatiye naskirin.
Ew cam li dema kolandin û vekolîna girê Hesenlû di sala 1958an de, ji aliyê şûnwarnasê Amerîkayî “Robêrt Dayson” ve hate peydakirin. Cam ketibû bin peykerê ew zilamê ku di dema veguhastinê de bi ser de ketibû. Bi wê sedemê jî hinekî pan bûye û heta van salên dawîn jî her bi çemiyayî di mozexaneya Urmiyê de hatibû hilgirtin. Cam ku kêşa wê 950 girem e, bilindahiya wê 21 santîmetre û panatiya wê jî 25 santîmetre ye. Dîroka 1200 sal beriya zayînê ji bo vê camê hatiye tomarkirin; Bi vî rengî zêdetirî 3,500 sal pêşîne heye.
Ev came, camek Mîtrayî ye ku pêka bawera kevn a xelkê navçeyê hatiye xemilandin. Her li ser bingeha Mîtrayîzmê jî tê xwendin; Ew sê siwarên ji serweyê wêneya camê ne, Mîtra, Îndira û Warûna ne. Di ola wan de ew Xwedayê esman in.
Ji serweyê camê sê erebanesiwar ku erebaneya du kes ji wan bi ajelek wek hêstir yan ker tê rakêşan û kesê pêşî jî erebaneya wî bi gayekê ve hatiye girêdan, tê dîtin. Sê kes ku hatine pêşwaziya wan sê siwaran, kesê yekê piyaleke av yan şerab aniye û du kesên din jî her yek ji wan pez an beranek bi wan re ye. Ji xwarê wan, balindeyk tê dîtin ku wek teyr yan sîsarek bi esman ve ye û jinek li ser pêşta wê ye. Sê xencer, zilamek rêdînî ku camek av yan şerab di destê wî de ye li nêzî textek vala rawesta ye, zilamek ku tiştek wek lepik yan parçe hesinek di destê wî de ye û ber bi candarekê ve diçe ku peykerê wê bi qasî masî yan mar ku sê serê wek se û gur lê wek mar dixize heye û mirovek heta sîng di wê peykerê de ye û rûbirûyê keseke êrîşber dibe. Ji xwartir du kesan mirovek wek dêw binçav kirine, jinek zarokekî radestî mêrekê dike ku li ser textekê rûniştiye û tiştek piçûk wek kêr yan tevşî pê ye. Şêrek ku razaye, jinek ku li ser pişta beranekê rawesta ye û laşê xwe aniye derê û zilamek kevandar ku rengê hindê dide parêzerê wê jinê be, rawesta ye. Di bin camê de çarşoveyeke xanexane û şetrencî ye ku li ser her yek ji kuncikên wê çarçoveyê, beranek mijûl e ber bi aliyê rastê ve hereket dike.
Ger heta niha lêkoleran şiroveyên cur bi cur li ser wêneyên camê kirine, lê ne bi xwe ji şirova xwe alxahîn in û ne bi şiroveyek wekhev û standar gihîştine. Bi vî rengî dibe ku em bêjin ku nîgar û nexşên li ser vê camê heta niha bi nexwendevarî mane. Lê ewa ku girîng e ew came behsa dîroka kevn a Kurdistanê dike ku xelkê Kurdistanê di wê demê de çawa jiyan kirine û kevneşopî û adetên wan e ku di niha de ji bo me bi mîrat maye.
[1]