Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 2yem
#Zeynelabidin Zinar#
Şoreşa Agirî | Lehengê pêşî yê serhildanê
Di nava Kurdên Bakûrê Kurdistanê de vîna azadiyê bi şer û ceng, bi heytehol û dîlan û bi hêviya rojên azad didomand. Herweha bi daxwaza welatekî serbixwe, tekoşîna li himber koledaran û bi gelek hestên welatparêzî, li herêma Agiriyê bi serokatiya lehengê Kurd ”Biroyê Heskê Têlî” (1885-1931) dest pê bûye.
Broyê Heskê Têlî
Dem, roj û salên mêjoyî di qada dîrokê de cihê xwe girtibûn. Sala 1926an ji bo Kurdan bûbû wek destpêka çaxekî nû. Şoreşa Agiriyê her ku diçû, serkeftî dibû. Kurd pê dilşad, bextewer û şanaz dibûn. Ji Amedê, ji Wanê, ji Zaxoyê, ji Ormiyê, ji Qamişloyê û ji gelek herêmên din ên Kurdistanê şervan û mêrxasên Kurd li hespên xwe siwar dibûn û berê xwe didane Çiyayê Agiriyê.
Kesên wek ”Îhsan Nûrî Paşa”, ”Ferzende Begê Hesenî”, ”Siloyê Reşo”, ”Xalis Beg”, ”Kor Huseyn Paşa” bi çekên pirtexlît xwe xemilandibûn û ketibûne rê, ji bo alikariya Biroyê Heskê Têlî diçûn nava Şoreşê.
Kor Huseyn Paşa
Heta wê rojê Agiriyê ne mêrxasên wek wan şervanan, ne jî rojên ewqas xweş azad dîtibû. Li wirê Komarek bi navê ”Komara Kurd a Agiriyê” avabûbû. Alaya Komarê ya kesk û sor û zer bi pêlên bayê re azadiyê daxistibû qadê. Şervanên azadiyê yek bi yek navçe û gundên Kurdan ji bindestiyê rizgar dikirin.
Alaya Kurdistanê
Li Çiyayê Agiriyê, agirekî wisa xweş û geş hatibû pêxistin ku temirandin ne hêsan bû. Kelecaneke gur dest pê kiribû ku li dilê neteweperwerên Kurd şadan dikir. Eynî wisa dilê dijberan jî dişewitand. Bi wê yekê xulpoqên wê zincîra koletiyê ku di stûyê Neteweyê Kurd de bû, ji êkdû diqetiyan.
Komara Tirkiyê ji ber ku şaş û metel mabû, bi şev û roj civîn lidar dixist ka dê çewa wê Şoreşê jî birûxîne. Ji ber hindê nedisekinî û ketibû pey çareseriyê, ka dê çewa çare bibîne, lê nizanibû.
Sekinandina Kurda bi şer, normal nedixuya, tenê deka xapandina Kurdan mabû! Plana dewletê dîsa wek yên berê dê bibûna û wê Kurd xapandibûna. Lê rêveçûn weke ya Dewletê çênedibû. Kurdan her digot, yekitî, azadî û dîsa yekitî...
Ji ber ku Kurdan rind dizanibû heke yekîtî çênebûna, wê tev biçûna û yekîtî jî çêbû. Ji ber hindê Plana dewletê ya duyemîn jî, kulek ma.
Hikumeta Tirkiyê ev car bo plana sêyemîn dest bi civînan kiribû. Di encama wan civînan de weha biryar wergirtine:
- Divê Îran û Yekîtiya Sovyetan sînorên xwe li Kurdan bigirin, da rê nemîne ku ew ji Agiriyê derkevin.
- Alikariya Îngilistanê ji me re pêwist e. Balafirên şerî lazim in, divê ku em bajarê Mûsilê ji wan re bihêlin.
- Divê eşîr û gundiyên Kurd bi mal, milk û can bên tirsandin da ew piştgirî nedin Serhildara Agiriyê.
Dema Hikumeta Tirk ew biryar wergirtin, Kurdan jî civîn çêdikirin û biryarên cuda cuda werdigirtin. Lê Kurdan baş zanibû ku wê sînorê Îran û Sovyetê li wan werin girtin. Dîsa jî zanibûn ku wê Şoreş dorpêç bibe. Herweha zanibûn jî dema werin dorpêçkirin, wê komkujiyên mezin li Kurdên herêmê çêbibin. Mixabin rewş roj bi roj aloz dibû. Eger Kurdan li herêmên din jî dest bi şer nekira, hemî hêzên Dewletê wê li Agiriyê biciviyana. Berpirsyariya Ferzende Beg û hevalên wî, derbasbûna bajarên din bû da Kurdan hişyar bikin.
Eşîra Heyderan, ya Kalikan, ya Bekiran û Ademan li aliyê Zîlanê agirekî nû dadabûn. Ew agir roj bi roj gur dibû. Hêzên Kurd ên li Geliyê Zîlanê dest bi êrîşên xwe kiribûn. Lê Îhsan Nûrî Paşa ji wan êrîşên Eniya Zîlanê bêxeber bû û têkildariyeke bi rêkûpêk di navbera Agirî û Zîlanê de çênedibû.
Êrîşên Kurdan ên li Geliyê Zîlanê, Komara Tirk tirsandibûn û hêdî hêdî hêzên xwe ji herêmê vedikişandin. Lê vekişandina wan ewqas dirêj nekişand. Demekurtek şûnde dîsa vegeriyan herêmê. Hem jî bi tang û topan, bi bombe û balafiran... Mîna gurên har ketibûn Geliyê Zîlanê. Bi 80 balafirên Îngilistanê bombe dibarandin ser 200 gundên Kurdan. Demekurtek şûnde herêma Zîlanê wêran kirin û her cihî şewitandin.
Vê carê plana Komara Tirk serketibû û li gor dilê xwe Kurdên bêguneh, bi piranî jin û zarûk qirdikirin. Qirkirin jî têrê nedikir û hêjî alîkarî ji Îranê dixwastin. Vê jî digotin Îranê: “Sînor bigrin, deriyên xwe radin, da ew xwe negehînin hemwelatiyên xwe yên li welatê we.”
Îranê jî bi ya Komara Tirk dikir û Ûsibê Evdal girtin. Wezîfa Ûsib çêkirina komûnîkasyona di navbera Bakûr û Rojhilatê de bû. Kurd dema diketin tengasiyê bi rê û rêbazên Ûsib derbasê Kurdistana Îranê dibûn. Lê êdî Ûsib jî hatibû girtinê û kesekî ew kar bikira jî nebû. Rewş, xerab bû. Komkujî çêdibû, bilêckirina Kurdan didomand. Geliyê Zîlanê bi laşên Kurdan hatibû dagirtin.
Roja 13ê Tîrmeha 1930, rojnameyeke Tirk weha nivîsiye: ”Dewleta me di pênc rojan de Serhildêrên Kurd tune kirin. Geliyê Zîlanê rip û rast bû. Hêzên me, ew şakiyên derketibûn çiyê kuştin û termê hemûyan di Zîlanê de çal kirin”. Erê, peyva ”çal”kirinê, di kultura bisilmanan de heye û ji bo gawiran gotin.
Navbera Geliyê Zîlan û Çiyayê Sîpanê Xelatê, bê rawestin dihat bombekirin. Kurdên herêmê, bê gav xwe avêtitibûn Çiyayê Agiriyê. Ne tenê şervan, êdî malbet jî li Agiriyê kom bûbûn. Nifûs her diçû zêde dibû û ji ber ku hemû rê li wan hatibûnen girtin, debara wan têr nedikir. Lê belê çendî ku Komara Tirk jî neçar û bêgav mabû, dîsa jî çiyayên herêma Serhildanê dorpêç kiribû. Tenê çareyek bo Kurdan mabû, ew jî derbasbûna Rojhilata Kurdistanê bû. Mixabin ew rê jî, ji aliyê Îranê ve hatibû girtin. Hêzên Kurdan bi neçarî bi leşkerên Îranê re ketin şer û rê ji xwe re vekirin, xwe gehandin gundên Kurdên biraxweyên xwe. Piştî bicihbûna wan li gundan, vê carê Îranê jî êrîş bire ser gund û navçeyên kurdan. Kurdên Şoreşê bê çar man ku Rojhilatê jî biterikînin û dîsa vegeriyan Bakûr û li gundên herêma Wanê xwe bi cih kirin. Lê Îhsan Nûrî Paşa, birayê Biro Eyûb Axa û çend rêvebirên din xwe radestê Îranê kirin.
Dema ku piraniya fermandarên Şoreşa Agiriyê derketibûn derva, lê Biroyê Heskê Têlî derneketibû û tekoşîna xwe heta mirinê jî domand. Ji bilî Biro, yên mîna Reşoyê Silo, Şêx Zahir, Seyîdxan û Elîcan Beg jî nêzikê du salan li ber xwe dan, lê di encamê de ew jî hatin girtin û hinek ji wan jî hatin kuştin. Sala 1932, şer qediyabû û Dewleta Tirk zagona sirgûnê derxistibû. Bi rastî ji Kemalîzmê re qanûn ne lazim bû, lê dîsa jî navê wê fermanê wek qanûn derbas dibû. Anegorê wê fermanê gelek malbatên Kurd yên bi nav û deng sirgûnê bajarên din ên Tirkiyê kirin.
Ev gotare dom heye...
[1]