Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 3yem
#Zeynelabidin Zinar#
Şoreşa Agirî | Sredemê Komkujiyan
Şoreşa Neteweyê Kurd sala 1929, li Çiyayê Agirîyê bi serokatiya General ”Îhsan Nûrî Paşa” (1892-1976) hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve çûye. General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1892an de li bajarê Bedlîsê hatiye dinyayê. Pêşî Medreseya Kurdî xwendiye, piştre lîseya Leşkerî ya Osmanî û di 1910an de jî Akademiya Leşkerî kuta kiriye.
Wêne: Îhsan Nûrî Paşa
Şervanên Kurd ên evîndarê azadiyê li her aliyê welêt berê xwe didan şoreşê û li dora serdarê Şoreşê gorbihişt Îhsan Nûrî Paşa kom dibûn. Hingê ji bo parastina sînorên Çiyê û bangewaziyên lezgîn, pêdivî bi gelek siwariyan hebûye. Lê kêmasiya Şoreşê di hespan de pir hebû. Serdar Îhsan Nûrî Paşa, ”Ferzende Begê Hesenî” (...? – 1939) digel 60 siwarî hinartine nava eşîrên li Serhedê da ku hesp peyda bikin. Her gundekî herêmê, her yekê çend hesp dane şoreşê.
Wêne: Ferzende Beg
Piştre dengê civandina hespan, pir zû gehaye Enqerê. Serdariya leşkerên Tirk yê Rojhlatê, du alayên leşker ên siwarî hinartine pêşiya Ferzende Beg. Herdu alayî berê xwe dane wan herêmên ku hesp jê dihatin berhevkirin. Alahiyek li pêşiya Geliyê Zîlanê dema li Ferzendeyî rast hatiye, riya xwe nedîtiye ku şerê wî bike, ji ber ku leşkerên Tirk dizanibûn Ferzende lehengekî cengawer e. Îcar leşker dûredûr li pey wî çûne heta ku alahiya din jî xwe gehandiye wirê. Lê Ferzende xeber girtiye û nexwestiye ku herdu alayî pê re şer bikin. Ferzende Hespên ku civandibûn sipartine deh siwaran û wan ew hesp birine Agiriyê, ew jî digel pêncî siwarî êrîş birine ser alayiya Tirk a nêzê wan.
Êrîşa Ferzende Begê, bi awakî lezgîn dest pê bûye. Şervanên wî bêtirs li pey wî çûne û alayiya Tirkan dorpêç kirine, gelek leşker ji ser pişta hespan tera erdê kirine. Bîstikek şûnde, leşkerên Tirk dest bi revê kirine, gelek ji wan jî dîl bûne û li erdê jî gelek term mane. Leşkerên Tirk heta wê demê jî ew şerê ecêb li ser xwe nedîtibû û nedikaribûn xwe ji şervanên Kurd biparêzin. Ferzende û şervanên xwe, gelek hespê leşkerên Tirk jî desteser kirine û şandine Agiriyê. Lê hespên leşkeran weke yên Kurdan ne ewçend beza bûne.
Bi qederê saeteke şer, qad ji cendekên leşkeran hatiye dagirtin, gelek hesp û tifingên wan ketine destên şervanên Kurd. Dema alayiya din jî ku gehaye qada şer, ji Ferzende û siwarên wî pê va kesî nedîtine. Bê ku leşkerên hatî li ber xwe binêrin, Ferzende ajotiye ser wan jî û gelek ji wan jî, ji ser pişta hespan daxistine erdê. Di wî şerî de leşkerên Tirk tiving neteqandine û yên hatine kuştin, yên reviyane, gelek hesp û tiving ji şervanên Kurd re hiştine. Li gor hin çavkaniyan, jimara kuştiyên leşkerên Tirk ew roj 250 bûye, lê ji Kurdan tenê sê şervan birîndar bûne. Bêguman 50 siwarên Kurd ku du alahiyên Tirkin bindest kiribin û 250 ji wan kuştibin, serkeftineke mezin e.
Piştî ku şer qediyaye, Ferzende hesp û tifingên leşkerên kuştî civandine û berê xwe dane Çiyayê Agirîyê. Çar pênc roj piştî wî şerî, serleşkerên her du alayiyên Tirk nedikaribûn leşkerên xwe yên ku reviyabûn berhev bikin. Îcar piştî wê xisara mezin ku li xwe dîtine, fedîkirine ku bêjin ango Ferzende digel 50 siwarî ew tofan aniye serê me. Îcar amirhêzên herdu alayîyan, raporek nebûkarî hinartine sererkaniya dewletê û gotine: ”Hemû eşîrên Gelîyê Zîlanê alîkariya Ferzende kirine, ji lewra ye ku hewqas leşkerên me hatine kuştin.”
Wê demê Tirkiye biryar daye ku rasterast hevdîtin bi Îhsan Nûrî Paşa re bike. Lê belê ew jî bêencam maye. Li ser wê raporê, hikumeta Tirk biryara kuştin û wêrankirina 200 gundên herêma Gelîyê Zîlanê daye. Sedemê yekemîn ew bûye ku dewleta Kemalîzmê deh komkujî li herêma Geliyê Zîlanê kiriye.
Di 9ê Gulana 1928an de, Tirkiyeyê lêborîne ji bo azadîxwazên Çiyayê Agiriyê beyan kiriye. Lê Silêman Nazîf di waz û xwendinan xutbeyê de gotiye: ”Çi kesê ku çeka wî hebe, divê serê wî bê jêkirin.” Di civîna Lijneya Wezîran a ku bi serokatiya Mistafa Kemal (Atatürk), Serfermandarê Giştî Fevzî Çakmak û Mifetişê Yekemîn ê Giştî Îbrahîm Tali (Öngören) amade bûn, qerarnameya qanûnê ya 29ê Kanûna Pêşîn a 1929an bi hejmara 8692an hatiye derxistin. Li wirê di meha Hezîranê de tevgereke leşkerî ji bo Şoreşa Agiriyê dane destpêkirin. Li gor biryarnameya Lijneya Wezîran, di 7ê Çileya 1930î de, Fermandariya Kolordiya Nehemîn a Serfermandariya Giştî, gundên di navbera navçeya Kop û Şihliyê de ku şervan lê diman wê paqij bikin û cihên ku alîkarî Şoreşê re bikin nehêlin.
Li ser rûxandina Şoreşa Neteweyê Kurd, Ihsan Nûrî Paşa weha gotiye:
- Em Kurd ne xwediyê rêxistineke bingehîn bûn.
- Jimara leşkerên Tirkiyeyê pir zêde bû.
- Di Artêşa Tirk de rêzkarî (dîsîplîn) hebû.
- Tirkan alîkarî ji Îran û Yekîtiya Sovyetê wergirtin.
- Rê li me hatibûne girtin û alîkarî bo me ji herêmên din nedihat.
Ev gotare dom heye...
[1]