Nav: #Mîran Janbar#
Dîroka jidayîkbûnê: 1974
Cihê jidayîkbûnê: Qoser, Mêrdîn
Mîran Janbar roman û çîroknivîseke kurd e. Di sala 1974an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye.
=KTML_Bold=Jiyana wî=KTML_End=
Di sala 1997an de, li Zanîngeha Dîcleyê, beşa matematîkê qedandiye.
Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.
Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hatiye damezirandin.
Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.
=KTML_Bold=Berhem=KTML_End=
Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs
Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs
Kaptanê Mirinê, çîrok, 2019, Amed, Lîs ISBN 9786057535368
[1]