Navê pirtûkê: XEMLA RODIKAN
Navê nivîskar: #AYNUR ARAS#
Cihê çapkirina pirtûkê: Ankara
Navê çapxaneyê: Ar
Sala çapê: 2012
Bal Diçe Ser Çar Xalan
Di binê dara can tazî,Bê pel û bê pal de,
Bi siya sêwîtiyê re diaxifim.
Çavên bê bersiv ewran dimeşînin.
Stêrk ketine semaye,Sterkan dijimerim,
Li stêrka xwe digerim,Gelo çendî hemsal sêwî mane?
Gewriya min zuha dibe.
Bêhna bablîsokê tê.
Çavên bêhêvî,Xwe li ser bejnê digerînin.
Kirasê dilê min bişkifiye,Kêlên xeşîm,
Lê hatiye deribandin!
Tenê kêl xeşîm in?
Bal diçe ser rengê nêrgizê,
Demsal bihar e, lê reng payîz e...
Çavên xwe li hêviyan digerinim.
Di merqedê hêviyan de,
Rafizî selewatan tînin.
Bal diçe ser çar xalan,
Ez û stêrk,
Ez û kêl,
Ez û hêvî,
Ez û nêrgiz...
Hewl didim nêrgizê bêhn bikim,
Bêhna min dimiçiqe,
Û nêrgiz diçilmise....
[1]